Hejmara Şazdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê "Kesayeta wêjeyî" ye. Ji ber girîngiya vê mijarê di ronesansa giştî ya wêjeyî û çandî de.
Ji pêşekiya hejmarê: "Wêje ji bo zindîhiştina civakê mercekî sereke ye. Di heman wextî de civakê li ser piyan dihêle, herger wêje wisa be, dêmek divê wêjekar jî ji civaka xwe şiyanê werbigire û civakê zindî bihêle. Ger wêjevan ne di wê ferq û zanînê de be ku erkekî wisa giran ser milê wî ye, wê nikaribe tişta ku jê tê xwestin pêk bîne û karekî bi sûd ji bo civakê pêşkêş bike. Ji ber ku Kesayeta wêjeyî mirovekî/e xwedî jêhatî û behremendiyekê ye, dikare raman, hest û nerînên xwe bi awayekî zelal û xweş bîne ziman, ji bo ku ew kesayet rola xwe ya cihêreng bilîze, divê tiştên taybet û balkêş pêşkêşî civakê bike…".
Di hejmara Şazdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi
dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî,
hatine nivîsandin, hene.
Di beşa kurdî de ev berhem hene: Kesayeta
wêjeyî (Beşîr Mele Newaf), Torevanî û torevanê rasteqînî (Nêrgiz
Ismayîl), Melayê Cizîrî û pênaseya evînê -3- (Diyar Bohtî), Di sedsala
dawî de, Rewşa Ziman û rewşenbîriya kurdî li Rojava (Konê Reş),
Hevpeyvîna hejmarê li gel Nivîskar û lêkolîner Remezan Pertev e, Der
barê ziman de pirtûkek giranbiha ”Bingehên Rêzimanê Kurdî” (Lokman
Polat), Qewêtî (Ş. Xelîl Selîm Şawîş, wergera ji erebî: Aram Hesen),
Şelpîkirina masîgiran ber ve malê (Derek Walcott (Dêrêk Walkut) Werger:
Azad Ekkaş), (Nivîsa şanoyê) Refikên Riziyayî (Alan Ebdela), û di
helbestê de: Şengal û Efrîna birîndar (Hinara Tajdîn), Payîz (Mihemed
Haris Demir), Gula rengîn (Mihemed Welîd), Sorgul (Şama Mihemed),
Rojnameya Serxwebûn (Armanc Hêvî), Di civaka Êzîdî de Feqîr (Arif
Şingalî), Ji gundên navçeya Girkê Legê (Sermsaxa Banî- Mistefawiyê)
(Şerîf Mihemed), û berhemên ciwanan ev in: Min nexapîne asîman! (Sewsen
Şêx Bekir), Xanima dil (Beşar Horo).
Hejmara Şazdemîn a kovara Şermola 192 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Hêjayî
gotinê ye ku Desteya Sernivîskariyê ya kovarê (wêjeya Berxwedaniyê)
weke dosyaya hejmara bê ya “Hevdemîn” pejirand û ragihand da ku nivîskar
û lêkolîner bi berhem û nivîsên xwe yên çandî û wêjeyî beşdarî hejmara
nû bibin.