Bazarên bajêr
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 13 ÏíÓãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe




Helbestvan:Elaedîn Mewle
Wergrandin:Bavê Zozanê

Li bazara Þînkayi yê
Qirþ û giyayê hiþk
Ji têr a kerê grdûnê yê eware  ketin

Li bazara Terziyan
Pakrewan tazî  di heriyê de hiþtin


Li bazara Þoreþê
Bazirgan wek tirokerakan rêzkirîne
Heryek dora xwe dizanê

Li bazara Fêkî
Rokêtekê ,qûtî yan jî sindoqên bacan û sêfan..
Baqên bexdonisê û( barvan )  xwar

Li bazara Hozanvanan
Em þaþ û matmayî man
Ku hinek bi dizî di piþt pencerê de li çemê xwînê seyir dikin

Li bazara Tevnetorê de
Hinek ,peyamekê ji pakrewan re rêdikin:Bi rastî ti miriyî?

Li bazara Ramanan
Bihna çermekî genî min dikir
Lê agir min ne didît

Li bazara Ragihandinê
Ava Aqil ji serêþoyê birrîn

Li bazara Heriyê
Dizoker  kon ji miþk û çetan re veda

Li bazara Ewrên cenga kor
Zarok mîna zixuran di çemê xwînê de gevizîn

Li bazara Hostan de
Cîhan  bi girî  û xemdarî diherife

 Li bazara Kurman
Mîriwên xwedî bawer ku: temen têkoþîna hebûnêye
Laþên wan xira dibe

 Li bazara Þêraniyê
Deriyan pencerên xwe girtin,agirê xweberiyê di binê wan ve derket

Li bazara Solên zarokan
Lingên wan hatin birrîn , hilma azadiyê di nêv tilikên wande sarbû

Li bazara pertal
Girgirokên tayê temen gevizandî  di  xwina pîrikan de ,gêr bûn

 Li bazara  Firoþgehan
Refên mêþên þîn xwîna hiþk ji kuþtiyên jibîrkirî, dimiþtin

Li bazara çop-Gemara-ramanan
Min maskên rûgirtî yên xav ,ku agir ew dixwarin , dît

Li bazara Olan
Xapandin  di nirxê  mirov û bihiþtê de  heye

Li bazara Goþtfiroþan
Laþên mirovan dalaqandîye li ser ba û devê kêrê

Li bazara Nêçîrvanan li ser kendavê bayê
Nêçîrvanê xwînê, periyên bihuþtê dîtin,dest bi gurandinê kir

Li bazara xwedayên sipartî xwînê
Þeytanê mezin bi pêþve dihat

Li bazara Sûrî
Hemî Kelupelên vê cîhanê peyda dibin,pêvî Azadiyê








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5866