Bavê Zozanê Dîpaçe:Bi rastî ji mêjve min dixwest vekolînekê li ser helbestên mamosta Hefîz Ebdulrihman binvîsim lê her û her min xwe ji vê babetî dûr dikir, ditirsiyam ku li ber pêlên awazên peyv û wateyên helbestên wî herim, têde noqbibim, ,nikaribim melevaniyê di wê lehiyê de bikim, vêca mafên wan goşe helbestan bi xwe re winda bikim.
Ji alîkî din ve jî ez li benda dîwaneke wî çapkirî mabûm ku bi rastî hêjaye ku berhemên mamosta Hefîz Ebdulrihman nêzîk ne dûr, bêne çapkirin, ku ji xwe helbestên wî têre du dîwanan û bihtir -li gorî agahiyên min- wê hebin .
Ji xwe di serî de karim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman xwênerê
xwe di deyne pêşberî qeşengbûna gotina kurdî rû bi rû ,wisa jî hemberî
ferhenkek e xemilandî ji sir û raz û awazê papîran , ew gotinê ku bihna
kurdewariya resen jê difûre wisa bi şarazayî tevlî xwîdana bav û kalan
wan ristan dihûne ku pêre pehlewaniya bermayîyan tevlî afsanan dike vêce
resentiya lat û zinarên kurdistanê mîna Erebê Şemo di dîroka kevnar de
berz û diyar dike.
Naverok:
Lêgerke bi lez min li helbestên
mamosta Hefîz Ebdulrihman kir, ji xwe ti navekî heyî di dîroka
torevaniyê de min layiqê wan helbestên wî nedit,wek em di zanin ku gelek
coreyên helbestê di dîrokê de hene mîna:
Helbesta stranî ,Helbesta
afsaneyî,Helbesta şanoyî,Helbesta çîrokî..Di nerîna min de û wek li jorê
jî min amaje pê kir mamosta Hefîz Ebdulrihman pêmayî û afsanê tevlihev
dike biheve girêdide ,bi tilyên terzîyekî hêja û pispor( mîna terziyê
qapûtê Gogol Pitrovitş )di wijdanê xwênerê xwe de wan wêneyan dipîve
,diqusêne û didrû, wisa manendê tayên hevrîşmî di stwê her xwênerekî
xwede berdidê- ta nêzî helbesteka romanî dibe,ku wek kurte roman
dikarim bi nav bikim lê tije wêneyên himbiz e ku carcarna nêzî sinema
Yilmaz Guney dibe nemaze di helbesta xwede ya bi navê**Bi kêmtir ji
stranekê** ku çilo Guneyê dirêjbûna filimê xwe YOL bi tevahî himbiz
kiribû, di wê arma çikandî di nêv berfê de, ku navê Kurdistan li ser
hatibû nivîsandin ,bitena xwe li wê çola tev spî ku yek ser bala
dîdevan dikşand ser tixopê Kurdistan ê, wisa jî mamosta Hefîz
Ebdulrihman wek derhênerkî şaraze dixwaze bêje ev der Kurdistan e, ku
wek filmê sinemê hinohino helbesta xwe li ber çavê xwêner di herikêne ku
daweta xwe li çiyayê Kezwanê li ber şewqa çirayên Mêrdinî lidar dixist
ku dengê dawetê tevlî zingilên keriyên êlê dibû , ew der bi xwe cihê
meydana Mihînin bav û kalê wî bûn
Di binya çirayê gumbedên Mêrdînê re
Ta bêhna xwêdana serekgovendekî
Li çiyayê Kizwana
Dihata kêşan .
Ew deşta bi sirûdên pala û zengilê keriyên êlê
Xemilandî
Ji xiftanê zeriyek e * Millan *bedewtir bû
Ew deşta sartir ji ava kûzekî
Germtir ji stranek e evînê
Meydana mihînin bavê min bû
Belê
va ferhenga awazan ji vir dest pêdike û li dawiya helbestê jî nasekinê
ku ji xwe ev peyvên ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi kar tîne -di vê
heyamêde- bi peran jî nayên kirîn ku pirên zarokên me jî ,jibîr kirine
mîna Çire,Mihîn, Xiftan,Zengil,Kûz wisa jî navê deverên Kurdistan ê li
ber me radixe çiyayên Kizwanan ,deşta Mêrdîn ê …
Bêguman mamosta
Hefîz Ebdulrihman eynê gotina nemir Yilmaz Guney dibêje, yekî li ser
qarmê di filim de ber bi çav kiribû, û yê din jî li ser kaxetê, ku
herdiwan dixwestin bêjin ev der, Kurdistan e.
Mexabin dijminê me, ji
çêbûna dîrokê ve ,me û welatî me tert û bela dike bê ku em qewêtiya
Ehmedê Xanê bi cih bikin û ta niha jî ew têlên sinoran ji xwîna bav û
bapîrê me sorin
De razê bavo li cihê ko tu lê dirêjkirî
Destê min nager e
Zîvê gustîlê ji xwîna te paqij bikim
Destê min nagihê danheva
Kehremanê tizbiha teyî birindar!
De razê bavo li cihê ku lê dirêjkirî
Roja şermokî ber bi avabûnê ve
Riwê xwe ji ser cendekê teyî sar dide alî
Û ronahiya çirayên Mêrdînê
Di davê têlên sinorîde dibawişke!!!
Dîsa
dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman bi zelalî û bi hesanî rişma
helbsta xwe digre û wek siwarê hespa boz cirîdê di nav gotin û hevokan
de bê minetî dike, dikare bi xweşî bê ku hespê xwe bide bi telb yan jî
westandin tabloya xweya rengîn ava bike ku qoça hemî hunermendan hemî
şêwekaran hildide , pêrejî xwendevanê xwe ber wêneyên helbestî ve dibe
ku çavgirtî xwendevan di nêv gulistana wîde, bihna indekoya welat dike
ewî dibe şanoya rengan ku çirayên wî, tariya dirokî geşdike.
Ku
baweşkandin yan jî tizbiyên kehreman yan jî gustîla zîv eynê tabloyeke
lihev hati bi tilyên wênekêşekî navdar hatiye çêkirin ne kêm ne zêde ji
xwe tizbiyên kehreman tenê nişana kesê maqûl e her kesî wê demê ne
dikarîbû rahijyê de,
Wisa jî gustîla zîv ku hem ev nîşanên mêrxasiyê bûn hemjî nîşanîn meznahiyê bûn.
Wisa jî folklor û pêmayên me kurdan mamosta Hefîz Ebdulrihman bê didulî di vê helbesta xwede diyar dike.
Ji
xwe di helbesta Xilxalên Zîv de ,xwîner rastî ciwantirîn zêrkerê cihanê
tê, dikarim bêjim ku mamosta Hefîz Ebdulrihman gihaya asta zêrevanê
Italî- Cellini Binvenuto- di çêkirina vê helbestêde ku her durek her
almasek mîna wan polikên kevin ji binê bedena Qamişlo komkirine, dane
hev,ençax bibe ristikek zêr têkeve qirka Zerkazêra de yan jî bibe
xilxalekî zîv di lingê Pelqîsê de.
Bêguman ev qederek çêbû ez li ber
xwe didim ka ez kîjan parçe yan kîjan movikê ji vê helbestê şirove
bikim, dikim nakim nikarim xwe li ser parçekî ve biqevêzim û yên din
bihêlim, mane min pêşî got ku helbest wek gustîlek e elmaze ,her
kevirekî wê ji cihekî pîroz hatiye ,ji xwe her yek şûna kevrê din nagire
hemî bihev re di çirisênin vêce ez mecbûrim ji ber dirêjnekim hinekî
tenê ji helbestê bibêjim:
Ku ew bixwe kûrbûna dîrokê têde dide
xuyanîkirin , rexekî ji şaristaniya Someriya di helbestêde mamosta Hefîz
Ebdulrihman ber bi çav dike ew şaristaniya kevnar ku li başûrê welatê
Rafêdên hatiye dîtin ,li ser wan qehfikên heriyê ku bi xêzên Mismarî
hatibûn nivîsandin , ji xwe dîroka wan vedgere 3000sal berî zayînê.
Xilxalên zîv
Paytonê evîndarê Somerî bûn
Li deştên Henasbotamiya
Dixwiryan, bê çeng difiriyan
Wisa
jî mamosta Hefîz Ebdulrihman dixwaze Paytonê bi me bide naskirin yan jî
libîra me bînê jiber pirê xortê nifşê nû ne payton dîtine nejî lê
siwarbûne..
Ew bixwe di salên şêstî de li Qamişlo hebûn lê bi rastî
ez neghama wan lê ji dêvla tirmbîlan bi kar tanîn, ji xwe tirmbêl
hinganê kêmbûn yan jî li ser tilehan dihatin jimartin , Payton bi xwe
erebek piçûke ,hespê ew dikşand,alavekî veguhastinê yê kevne,têra du
kesan dikir li hemî welatan pêk dihat ,derdora sedsala 18an li ewropa
hat bi kar anîn.Niha jî li hin deveran wek alavekî giştyarî tê bikar
anîn.
Wisa jî ew Xilxal bi xwe dibûn naqûsên evindaran ku çîroka
mitran Îsa tîna bîramin ku berya sed salî li derdora gola Wanê di dêra
Axtemar ê de çebûye ku mitran Îsa bi mêranî bervaniya herdu evindaran
kiriye Elî û Meyrema xiristiyan dijî waliyê Osmanî ku hemberî 1000 kîsê
zêr ew radestî walî nekirin ku herdû Elî û mitran Îsa di şerekî giran de
çûn wisa jiyana xwe kirin qurbana wefadariyê qurbana sozên berê qurbana
rawestandinên şanaz.Ji xwe ev serpêhatî û ev evîn û ev lehengî li
seranserê Kurdistanê bi dengekî zîz şewat ,bilind, wekî stran, nemir
Mihemed Arifê Cezrawî belav kir û berî wî jî Hesen ê Cizîrî
Xilxalên zîv
Zengilê dêreke çiyayî bûn
Bi limêjin evînêre
Diçirisîn
Bi şahî dicingiyan
Ev
jî resen û çakbûna dîrok û sinciyê mirovên berê nişan dide ku ta dilopa
xwîna dawî ji gotin û urfuadatên berê dernediketin,mitran digot çilo du
xwîniyê ku xwe avêtine bext û tora min ,ezê wan radestî kujerê wan
bikim!!
Hêjî mamosta Hefîz Ebdulrihman di Xilxalê xwede berdewame û
dîsa tekez dike, dîsa jiyana bav û kalan,çiyayên welêt û lehengiya
bapîran, girêdana wan
bi xaka welat ve tîne ber çav:
Xilxalên zîv
Dengvedana keriyên pez
Di şivîlên zozanê Sîpanê de
Çirayên êvarê
Li pêşiya konê koçeriyê
Û çîrokên siwariyê
Hişyar dikirn
Nediwestiyan
Nedihewiyan
Bêguman
mamosta Hefîz Ebdulrihman gotinên xwe di bin neynikên hûrde dineqîne,
wan sêcar li serade wijdan û maf û girêdana welat ,dixe, ta ku kon bixwe
nîşana welatekî serbixwe ye, sembola mîrnişîna kurdaye, wisa jî hatiye
zanîn di dîrokê de ku mestirîn kon li deverê konê paşayê milan bû ku li
ser 16 stûnan dihate vedan.Pez û koçerî jî yekser kurda nişan dide ku
timî siwaran jî pasavaniya milkumewdanî xwe dikirn bê rawestandin.
Dawî
jî mamosta Hefîz Ebdulrihman helbestvanê me Xilxalê yara xwe jî jibîr
nake ku ewî Xilxalî, xewnên wanî gulgulî bi ken û sirûd dikirin ,di wan
newal û mesîlande gulçiçek li ber dengê Xilxalê yarê dipişkivîn wisa
tevan Xilxal û yar û helbestvan tevlî min jî, xwe winda dikirn bê hiş
dibûn li koncala di hoşan te digo meya Cizîrî di meyxana Tirêj de
vexwarine…(Di hatim der ji meyxanê,dihoşim ez li kortala,serê min rengê
hêlanê, diçe û tê ji hiş vala… Tîrêj)
mamosta Hefîz Ebdulrihman dibêje:
Xilxalên zîv
Bi rengvedana sirûdên laş re
Di newalên şevê de
Dibişrîn
Ji kurahî dikeniyan
Xilxalên zîv
Dîn dibûn
Xilxalên zîv
Mest dibûn
Belê
mamosta Hefîz Ebdulrihman gotinek nuh di vê malikê de derbaskiriye-
sirûdên laş-ji xwe zimanê laş yan jî axaftina laş eva zanistike serbixwe
ye di zanîngehan de tê xwendin ,şagirtên vî beşî wek bijîşk yan
pisporên taybet tên bi navkirin ku dikarin xwesteka mirov ji laşê wî ji
lebata destê wî yan ji kenê wî ,ji çavê wî ,nasbikin.
Malik tije
wêneyê lihevhatîne , helbestvanê me ta Xilxal bixwe jî daye biken, çima ,
na, ku liqayî zerîyek wisa spehî hatine, jixwe wê mestbin jixwe wê
dînbin.
Dîsa mamosta Hefîz Ebdulrihman dîroka kurdan ya tije
lehengî tije xwîn tije kefteleft di helbesta xwe de ya bi navê Kenê
ko,Giriyê bêhêl ,yan jî Siwaro li ber xwênerê xwe radixe ku ji hezarên
salan ve û ta nihajî ti kes pişta vî miletê prîşan nagire, ne
mêrxasiya wî ne jî saziyên nêvdewletî nejî dezgeha mafê mirovan pêrejî
netewên yekgirtî ,lome helbestvanê me mecbûr dibe ku hêviya xwe dighêne
xewna nivê şevê:
De bajo heyran …
(Ma Xwedê û xewna nîvê şevê)
Yasa navnetewî
Mihîna te êmke
Te ji mayinê sînor
û kongiran
Ji devgirêdanan
biparêze
Ji
xwe mamosta Hefîz Ebdulrihman dîsa di vê malikê de dîroka kevin û nuh
pêrejî metelok û folklorê miletê kurd bi şarazayî hemberî hev di
deyîne yan jî dirêse,mîna -devgirêdan-û xewna nîvê şevê, ji xwe em
dizanin ku ev metelok xewna nîvê şevê pirê caran Siyamendê Silîvî di wê
afsana xwede( Siyamend û Xecê)pêk dianê ku çi cara rastî astengiyan
dihat yan bobelatan yan zorçûnan, hewara xwe dighande xewna nîvê şevê ,
ji xwe ev bi xwejî çîrokeke wê taybet heye ku Siyamend di xewde Xocê
xidir dibîne wisa herdû peymanek xewneyî di nêv bera xwede girêdidin..
Devgirêdan
jî , pirê caran nêvbera jin û mêran de çêdibû,bo li hev werin yan hevdû
berdin yan jî yarekê li ber çavê destgirtiyê wê reş bikin ta ku wê
bidne yekî din… Piçek por, piçek ta,piçek xwîn, derzî… Ku kesên taybet
yan melan bi vî karî radibûn di rêça niviştan de yan avê yan jî xwarinê
de,afatî bi serê hev tanîn hina ji dil bawerdikir û hina digot tev
tinazin,ez jî dengê xwe tevlî yê mamosta Hefîz Ebdulrihman dikim û pêre
dibêjim Xwedê me ji devgirêdana biparêze
mamosta Hefîz
Ebdulrihman li vir nasekine ,guhartina dimugrafî ku di salên heftêyan de
li Cizîra kurdan li Sûrî, rêjima Bas pêk anîbû, ber biçav dike, ku wê
rêjîmê Erd û zeviyên cotkarên Kurd ji wan stand û li erebên ku ji herêma
Riqayê anibûn bi mehna çêkirina Bendava Firatê, belavkir…
Siwaro
Xename li tixûbê gund
danîne.
Siwaro
Xename li bênderê gund
diçêrînin.
Siwaro
Xename cilên -Ad -û -Semûd-
Li ser tîla we
Raxistine
Siwaro
Xename di rekeha sînga te de
Şilfîtazî
memikê xewna talankirinê
ji mistdanê kol kiri ne
û payîzokên teyî nixurî
ji -Lat û Izza û UN - re
gorî dikn.
Xename
nav û nîşana Ereba ye , bi taybet ew kesên ku Pez xwedî dikin, bawerm
ku Xenama navê êleka Ereba ye jî, cihguhêzin, tê bîra min jî, ku wan
ereban pezên xwe di anîn gudên Aliyan bo çêriyê , dihatin û diçûn , lê
rêjîma Basê bi pilan û zanîn wek ku vekolîna efsr Mihemed Teleb Hilal bi
cih bikin ta cugrafiya herêma kurdan bugherin, Ereb anîna herêma kurda û
bi cih kirin….
Miletî Ad ew ji erebê başûrê Arebstana Siûdiyê ne ,di
nêvbera wê û Hedremot ê de bi cih bûbûn, Simûd jî li bakurê wan
bû,mesela wan dûvdirêjî heve , ku mamosta Hefîz Ebdulrihman dixwaze bêje
ew erebên wan çolan ku bi hezarê KM ji me dûrbûn, hatine bûna xelkê cih
û çekên xwe liser têla me li gundê me radixin û li ber çavê hemî kesê
ku xwe dike bavê mafan bavê dîmuqratiyê… Bê ku ti kes ji van saziyan
bibêjê wan Na bi ser dejî zarokên me serjêdikin wan dikin qurban ji wan
pût û latên xwere ji -Lat û Izza û UN - re bê ku çavê kesî yan mijankên
wan bileqin.
Wek her car mamosta Hefîz Ebdulrihman bi dengek
bilind dibêje û di pêşiya helbesta xwede ku Kurdistan yek parçeye û
xwina sor her wê zora şîn û reşiyê bibe,ku ew dilopên xwîna siwarê wî
wisa di bin tava heyvêde ku dihata çirsandin,xwîna siwarekî din xwîna
pakewanekî din xwîna kurdistanîyekî din li bajarê qamişlo tevlî xwîna
siwarê Hefîz dibe û hîn li ser dîwarê nexweşxana li taxa min di bin tava
heyvêde diçrisîne
Tava heyvê ye
Siwaro
Sorê hilçeniyayî ,naçare
Aramiya şînê tarî
Ji keçkanî dixe
Îsandina rima te
û nalên mihînê
nalînin -Eleqemşê-
pîne dike
gaziyên -Dimdimê-
bi teşiya -Sînema Amûdê-
li xaçên -Helebçe-
dirêse
bi
rastî ev movik tenê vekolînek ser bi xwe jêre dive ku helbestvanê me
cih û deverên kurditanê yên taybet û balkêş bi hemd ,bi pilan, bi
xwendin ji herçar parçî Kurdistanê bijartiye, li bakur Eleqemş ku
komkûjî ya wê di 2 Reşmiya sala 1923an de li ser destê rêjîma Turkî ya
faşî çêbûye. Sinema Amûdê jî li rojavayê Kurdistanê di 13Mijdara1960tî
de şewitye.Helebçe bajarekî li başûrê Kurdistanê dikeve, di
16Avdara.1988an de ji layê rêjîma Bas ve bi xaza xerdelê hate bumbe
barankirin,û keleha Dimdimê li rojhilatê kurdistanêye ku di salên
1605-1609efsanek gelêrî têde di qewimiye di nêvbera Xanê lep Zêrîn de û
şahê Îranî Ebas ê Sefewî..Çend roman û helbest li ser vê kelehê hatina
nivîsandin.
Ber dawî:
Dikarim bêjim ku mamosta Hefîz
Ebdulrihman bi rengê xweyî taybet helbesta xwe dinvîse , peyv û hevokên
wî balkêşin tije wêneyê berhestin, hesanî dijwarin,ji kakila dîrokê û
kaniya şarestaniyê li ser textê pêmayiyan wêneyan hildibjêre,bi çavê
endezyarekê çalak û guhê mûzîkjenkî pispor mîna Bax li ser ritma dengê
Kewîs Axa yan jî Kerepêtê Xaço helbestê wekî cixarê bi tilîkên xweyî
hevrîşmî dipêçe ku li ber agirê wê helbestê mîna Cewahirî gelek dilan di
şewitîne.
Bêguman wêneyên rewanbêjî yên helbestî li nik helbestvan
Hefîz Ebdulrihman wek berê min çend parçe ji helbestên wî
şirovekirin,neqandîne ,balkêşin, bi ritmin,xwêner, xwendevan, li ber wan
matmayî dihêle , qunaxa hezar salî di yek wêneya helbestîde hembêz
dike,xwênerê xwe carne dihêle yekser şipê bisekne yan jî bi alav û
tektika sînemayê te ber xweve dikşêne, te û helbestê bi wî şêwayê
nivisandinê bi wan alavan bi wê naverokê ber bi asoyên fireh ve dibe.
Dawî:
mamosta Hefîz Ebdulrihman pêvî helbesta dirêjî romanî, helbesta kurt û filaş û carna ya tinazok jî dinvîse:
wê sibehê her tişt şilbû
Mal , kolan, Balkonî ofîsê partiyan
Dar şil bûn,Qîrîn şil bûn
Gazî şil bûn
Rojname wê sibehê şil bûn
Bê guman wê her tişt şilbe
Dema serkêş xiyanetê bimîzin
Mebesta
helbestvan ji vê helbestê eşkere û xuyaye ne hewcê şirovekirinêye
yekser ew meteloka kurdî tîne ber çavan bi mebest helbestvan nexwestiya
bêje Belkî ne layiqê xwendevan dîtiye ta kûçikê we ev be,wê .…yê zaroka
me ev be.Rewş dudirêjî heve,partiyê mejî dudirêjî hevin….
Ji xwe
hebestvanê me mîna hemî helbestvanan nikare ji evîn û ciwanîya jinê xwe
dur bike , mamosta Hefîz Ebdulrihman dikaribû hespê dilê xwe baş di
çol û berya vê balbestêde av bide:
Xanima ko bêhnek û sîkek e
Ji tirî
Di wê govendêde
Lipey xwe hişt
Ciwantirîn şana evînê razayî bû
Ko hespê dilê min
Bi hemû zembîlên hejîrê xwe
Bi hemû kûzên meya xwe
Berarmanc kir.
dîsa
mamosta Hefîz Ebdulrihman ferhenga xwe pêşberî xwênerê xwe radixe,
Bexçika pîra torê vedike qurtek meya zelal ji kûzê wê vedixwe pêrejî
hejîrek e xweş ji hejîrê bajarê akrê li devera Dihokê herêma Kurdistanê
dixwe.Naxwazim van peyvên spehî Şan,Kûz,Zembîl..Şirovebikim ,lê di
virde helbestvanê me govenda Melayê Cizîrî tîne meydanê ku stêya bisk
kesk digot govenda ku Melê lê,ma jê pêve zê bi kêre semayê bikim.
Wisa
jî mamosta Hefîz Ebdulrihman efsana zembîlfiroş di bîra me tîne û tekez
dike ku birûskên evîniyê cudahiya di navbera pêpelokên xatûna nazanîn û
zembîlfiroş de nabîne, çîrok dirîje .. Li devera Farqînê çêbûye..Mezelê
zembîlfiroş jî li parêzkeha Dihok ê bûye mezarê aşiqa.
Li hêla din
jî siwarê hespa boz ne dizanî wê rastî çeperê ciwanî û spehîtiya mêyekê
bibe ku xweber hesp berê xwe bidin kûzê evîniyê bê rênoma -Bûsile- ku di
xwîdana şana serxweşiyêde xilmaş bibe.
De bihêlin ez bi dawî bikim:
De bihêle bi dawî bînim!!
Kolan ,kolana min bû
Hewş ,hewşa min bû
Tenê,
ew cengawerê ko sêpiya çeka xwe ,
li ser birînin qurmê dara zeytûnê
durustkiribû,
ne ez bûm û ne min ew nasdikir!
Mamosta
Hefîz Ebdulrihman eşkere dibêje ,tekez dike,li ser xaka bav û kalan
ewqas derewên nijadperestan,faşistan,xwinxwaran,pûç û vala dike,rastiya
dîrokê dibêje, ku kolan kolana meye, hewş hewşa meye Kurdistan
Kurdistana meye lê ew çekdarê ku mala wî dagîr kiribû û teqîn li
çarxwedor belav dikir ne ew bû û ne wî ew nasdikirn.