SEBİRA SALAN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 10 äæİãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe




Xizan Şîlan

ez
rêwiyê rêya çolistanên
bêveger im
serkêşê karwanê kûrahiya ramanên
feylezofan im
li nav kelem û striyên hişkebeyaran
li heqîqeta nependî
digerim


bi rîsê neynokên giyanê xwe
tevna zanistî û fazîletê
dihûnim
çirûskên hêviya pêşerojê
di hembêza berbangên rûken de
vedişêrim
erd di bin gavên min yên sist de
westiya
ez
bi dengê xumxuma çemên bi coş
stranên şahiya evîndaran
dilorînim
li ser parsûyên qefesa werîmî
nexşeya welatê qedîm
dineqşînim
ji parzûna serdemên genî
aramî û bextewariyê
dipalînim
tovên xweşbînî û nefsbiçûkiyê
li nav baxê heft parzemînan
direşînim
ji pêsîrên guregura reşewrên baranê
şîrê hezkirin û bêrîkirinê
dimijim
dergeha zîndanên demên pûşt
bi şîfreya kilîda mizgîniyê
vedikim
ez
gemara rûpelên dîroka reştarî
bi şijinga awirên tûj
rêş dikim
karxezalên quntera çiyayên Şengalê
radikim govenda azadiyê
xemla ala serkeftinê
di paşila şervanên mêrxas de
dihewînim
tîra kevanê ya sebira salan
ber bi şewqa rojên geş ve
dipekînim
ji tesadûfên valahiya gerdûnê
gelek afirîneran
ava dikim
ez
sira xaçepirseke veşartî
û efsûnî me
li ser axa vê dinyaya fanî
xewna jiyaneke derewîn im
li xweşsohbeta şevbihêrkan
him hostayê gotinên zarxweş im
him jî henasa gewriya
keserkêş im
li gulîstana biharên rengîn
him dipişkivim
him jî diçilmisim

Xizan Şîlan
2022-02-22
Stockholm






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5852