Mihrecana yan jî Festîvala Helbesta kurdî li Diyasporayê (Jîna Emînî simbola Azadiyê)
Dîrok: ÇáÎãíÓ 27 ÃßÊæÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Li hola Sîwana kurdan(Hêlîn) li bajêrê Essen-Elmanya , di roja şemiyê de 22 ê Cotmeha 2022an de festîvala helbesta kurdî  di bin navnîşana (Jîna Emînî simbola Azadiyê)hate li darxistin.

Ku ji xwe festîval hersal di hevdema koçkirina helbesvanê gewre de Cegerxwîn tê girêdan ku îsal buye 38 saliya wê bûyera xemgîn e.


Festîval wek hersal  bi serperiştiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê hate bi rêvebirin.
Festîval bi seknandina xulek bê deng li ser canê hemî nemirên Kurdistanê ji wan jî Jîna Emînî hate vekirin û bi alîkariya helbestvan Elwan Şivan û nivîskar Merwan bavê Zozanê bi rengekî hesan û xweş festîval hate bi rêvebirin.

Bi rastî hêjaye gotinê ye ku cemawerekî qeşeng ,bedew,hêja û delal amede bûbû ji hemî milên civatê ve hatibûn, renge reng bûn wekî bihara kurdistanê bûn, Nivîskar , Siyasetmedar,Rexnevan, Hozanvan, Romanivîs, rewşenbîr û hemî heskirê helbest û wêje û edebyata kurdî li festivalê civiyabûn, helbet pir ji  wan jî wek mêvan yan jî wek helbestvan ji ber sedemên cuda , nikarîbûn amede bibin her wisa jî lêbûrîna xwe ji me xwestin.

Wekî din jî me xwe amede kiribû ku kurte filimekî li ser jiyan û berhemên helbestvanên xwe yên beşdar, bigrin ta ku em ji temeşevanan re li ser pêşendanê nîşandan bidin, mixabin piroje bi mere ne çû serî hem ji aliyê helbestvanan ve ku pirê wan xwesteka me rênekirin û hem jî pirsgirêkin teknîkî, astengî ji mere çêkirin.

Niviskar Hefiz Ebdulrehman gotina Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê xwend ku di serîde  xweşbûn û hatin û dilgeşbûna cemawer  kir, piştre li ser çêbûn û destpêka mihrecanê di salên notî de axivî ku  ji bajrê Efrina delal ev raman hate vejandin.

Wisa jî rola wa kesên  nivîskar û rewşenbîrên ku bingeha vê mihrecanê danîbûn ber bi çav kir  wek nivîskar Elî Cafer,D.r Ebdulmecîd Şêxo,Rûxweşê Zîvar,Heyder Omer.

Piştî çend sala ji temenê mihrecanê,  nivîskar Elî Cafer,D.r Ebdulmecîd Şêxo,,Heyder Omer mecbûr bûn ku  dev ji welêt berdin û li dewleta Elmanî bi cih bibin û ji bajarê Bochum sala 2000an û bi sponseriya yekîtiya dîmuqratî kurdî li suriya û bi serperiştiya  navên jorîn  û bi keda komîta amedekar nivîskar Heyder omer,Jan Dost ,Mehmûd bavê Narîn,  Mihrecan helbesta Kurdî wek xola yekem li dervî welêt hate vejandin.

Xola diwemîn ya Mihrecanê sala 2007 an li  Bonê  çêbû bi sponseriya kombenda Rewşenbîrên kurd  û bi serperştiya Selîm Piçûk serokê kombendê û Ferhad Ehmê ,Elî Cafer.

Xola sisyan  ya Mihrecanê sala 2008 an dîsa li  Bonê  hat li darxistin di bin siya komîta amedekar Arşev oskan,keça Kurd , Xebat Şakir ,Xonav Elî, Elî Cafer.

Di sala 2009 carke din li Bon ê  xola çaremîn ya mihrecanê li dar ket di bin siya komîta amedekar Arşev Oskan,Keça Kurd  ,Qado Şêrîn ,Xonav Elî, Elî Cafer.

Xola pêncan ya mehrecanê di sala 2010 an de li bajarê Bottrop ê hate avakirin- komela dostaniya Kurdî,Elemanî- bi serpereştiya Keça Kurd,Helîm Yûsif,Elî Cafer.

Xola şeşan ji mehrecanê di sala 2011an de li komela Hêlîn li bajarê Essen a Elemanî pêk hat. Bi serpereştiya Keça Kurd,Helîm Yûsif,Elî Cafer.

Di destpêka şoreşa sûrî de 2011an de û bi hatina birek nivîskar û rewşenbîrên kurd ji sûriyayê bal welatê Elmanî ve, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ji sala 2012dan ve rahişta vî barê giran bi yardemiya  herdû nivîskarên hêja: Qado Şêrin û Inayet Dîko û di bin navê kombenda Nivîskar û Rojnamevanav de, bi alîkariya komela Nûbihar xola heftan ya Mihrecanê hate li darxistin.

Wisa  û ji hinganê de Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê  bi barê festîvala Helbesta Kurdî radibe vêce bi rolek giring radibe di parastina zimanê kurdîde nemaze di civata Europî ya nuh de.

Piştî gotina YNRKS, nivîskar Elî cafer ku ew yek ji
  damezerê festîvala Helbesta Kurdî li welat bû, paşî jî li Elemanya ,ewî  liser çêkirin û avakirina mihrecanê wek dîrok û dîdevan axivî ku komîtên amedekar di geleg astengên dijwar de derbas dibûn nemaze zor û setema deselata Sûrî ku wê demê karên wisa cezayê wê digihişta bi darvekirinê vêca peydakirna cih û alavên din ji bo festîvalê, tevahiya malbatê yan jî tevahiya gund pê dihate tewanbarkirin.

Nivîskar Elî Cafer di dawiya gotina xwe de spasiya komîta amedekar ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê   kir ,ku bi vî karî hêja di deh salan û bi şûnde dikare rabe , bi ked û alîkariya gelek dezgeh û komelan ,wisa jî hêvî û omîda xwe diyar kir bi behsûd û serkeftina mihrecanê .

D.r Ibrahîm Mehmûd gotinek hindik û rindik diyar kir, spsiya komîta amedekar ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir ku bi barê vê Mihrecanê rabû ,û berdewam kir, ku sala 1984 an saleke reşbû di dîroka tore û çanda kurdî de ku di meha pêncan de di Gulanê de ji vê sala bedşîn zana û zimanas û niviskarê hêja Tewfîq Wehbî barkir.

Meha 9an-Rezber- ji eynê salê derhêner û ekterê nemir Yelmaz Gunayê ji nav me barkir,piştî bi hindikî di 22 meha 10 de helbestvanê bejin bilind Cegerxîn çû ser dilovaniya xwedê ku karekî bê hampa ji tore û çanda kurdî re pêşkêşkir.Ez şanaz û dilşadim ku we wek YNRKS ev derfet ji bo axaftinê  da min .

Piştî gotina D.r Ibrahîm Mehmûd ,komîta amedekar porgramê xwe wek ku hatibû pilankirin bi rêve birin ku jimarek mezin ji helbestan li ser  pakrewana hêja  Jîna Emînî bûn ku canê xwe ji dest da ta ku serê xwe nedeynê ji nijadperestên xwînmijê Iranî  re.

Dawî ji xwe dive navê helbestvanên beşdar em bêjin:
Ehmedê Xursî,Baranê Çûmê ,Fewaz Ebdê,Guhar Mamo, Gulistan Awaz,Hewar zahir,Hişyarê Lelê,Tengezar Marînî,Yisra Zubêr,D.rLewend Dalînî,Mehmûd Badîlî,D.r Midya şêxê,Mihemed Şêxo,Mihemed Fermano,Nezîr palo,Salih Cango, Serhan Isa,Selah Mihemed,Xunav a Xezîwê, Xweşnav Mûsa, mihrecan bi deng û awazê hunermend Zekeriya Şex Ehmed hate tewakirn.

Dive em ji bir nekin ku helbestek ji Efrina birîndar bi dengê  D.r Ebdulmecîd Şêxo hate xwendin û ya din jî ji Rojhilatê Kurdistanê  bi dengê Bihara Huseynî hate pêşkêşkirin.

Birûskên ku gihiştin destê me ji komele û dezgeh û partiyên kurdî hatin xwendin ku tevan ev roja biha pîroz dikirin wisa jî spasiya hebestvanên beşdar û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê dikirin.

Û wek hersal xwarinên Kurdî wek firavîn di atmosfêreke xweş û geşde ji mîvanan re hate pêşkêşkirin.












Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5844