Govenda rengan
Drok: 25 2022
Mijar: Ne



Bavê Zozanê

Îro 23 yê Cotmeha 2022an û bi hatina Baraneke hûr re û bi pêrgîna lempe û çirayên zîz ve ez gihitim pêengeha hunermendê iwêkar D.r Sêf Daûd li bajarê Mönchengladbacha Almanî ku bi rastî pêengeh li cihekî  herî qeengbû ,bexçekî  ewqas sipehî bû  cihekî wisa hêmen bû manendê xwedyê xwe bû ku wê evê sax em ji dîtina wî(hevalê xwe  heja D.r Sêf Daûd) têr nebûn.
Pêengeh ji xwe bi navê herikîna rengî hatibû niankirin ku bi rastîjî ew daweta Melayê Cizîrî dema ku Sitya bisk kesk  di semayêde di keta destê Melêde min di Pêengehê de dît:


Hate destê me di reqsê û digo bil ji Melê
Dest bi kes dî di semaya ku Melê tê nadim
Belê ew tabloyên rengereng hemiyan destê hev girtibûn dîlan û sema dikirin, her tabloyek bûkek bû û her bûkek eprî, ûçik û xiftanek bû  ku bi êranî û dev li ken pêwaziya mêvanên xwe dikirin.

Hunermendê iwêkar D.r Sêf Daûd dikarîbû wan rengên biharî yên vekirî yên zelal  di tabloya xwede pêk bînê ku bira diherikî li ber çavê didevan.
Hunermendê iwêkar D.r Sêf Daûd di çêkirin û avakirna tabloyê de wisa dibêje:
Dema ez dikim rajim tabloya spî ta ku dest bi çêkirina wê bikim ti tit di serê min de nîne lê ji berxweve firçe tevlî rengan dibe,helbet kontrolek veartî heye desetê min dilivîne , ewjî ewe ku çanda komkirî bi dehê salan di serê min de tevlî çanda dîtbarî dibe , wisa reng bi hevre hêviyên xwe pêktînin ta fermanên xweberî tên destê min ku bi tenha xwe radiwestê .

Helbet – D.r berdewam dike-ji xwe tektîkek gelemperî heye,dan û standinek heye , rêjîmek heye …Mebesta min ev reng hema wisa ne ji ber xweve tên ne ji serobinî tên ne ji tevlêhevbûnekê tên, dikarim bêjim ku çilo helbestvan dest bi hûnandina helbesta xwe dike ez jî wisa dest bi tabloya xwe dikim.

Naxwazim dirêj bikim vî karî ezê bihêlim ji hoste û siwarên êwekariyêre.

Dikarim bêjim ku pêengeh di astek bilin de bû , bejn û bala wê  wek ya xwediyê xwe  balabû, behsûd serkrftin bo kekê Sêf daûd.Rojên xwe katên xwe tabloyên xwe.


















  






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5842