Daxuyaniya Partiya Pêþverû di bîranîna (38) saliya koçkirina hevalê Cegerxwîn de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 22 ÃßÊæÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste Cegerxwîn endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê Qamiþlo û di hewþa mala wî de hate veþartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan , û kaniya helbesta kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , Herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî Heþt dîwanên helbestan û hin pirtûk li ser rêzimana kurdî û Dîroka Kurdistanê nivîsandin û ji gelê xwe re hiþtin.


Em di Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna (38) saliya koçkirina wî radiwestin û dibêjin : Hevalê Cegerxwîn tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî.
Sed silav li giyanê te ey kaniya helbesta kurdî

22 / 10 / 2022

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5840