Serok Mam Celal Siyasetmedar ū pźžmergeyź gelź xwe bū
Dīrok: ĒįĆĶĻ 09 ĆߏęČŃ 2022
Mijar: Nūēe



Hižmend Žêxo

Ez vê kurte nasînê diyarî hevalên xwe di serkirdayetiya (Partiya Pêžverû) de dikim , herwiha ez diyarî hemû xebatkarên (Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) û hezkiriyên serok Mam Celal dikim
Heval Mam Celal di / 12 / 11 / sala 1933an de, li Bažûrê Kurdistanê li gundê Kelekan a ser bi navçeya Koyê girêdayî Dokanê ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedandiye.
Di buhara jiyana xwe de Talebanî derbasî nav xebata rêzanî bûye, Ew di sala 1951ê de weke Endamê Komîta Navendî ya PDK’ê hate hilbijartin. Di 1953an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina zagonsaziyê kiriye û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezrandiye.


Di sala 1956an de ji ber xebata xwe ya rêzanî dest ji xwendinê berda.
Di sala 1961ê de ligel Mile Mistefa Barzanî dest bi žerê çekdarî kir. Pižtre ji ber cudabûna bîr û baweriyên rêzanî di navbera wî û Barzanî de di sala1964an de ji PDK cuda bû û Partiya Žorežgerî ya Kurdistanê damezirand.
Pižtî têkçûna peymana 11’ê Avdarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975an de, Mam Celal û hejmarek ji tekožerên kurd Yekîtî Nižtimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Nižtimanî Kurdistan di rewž û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , pižtî salekê ji damezrandina xwe žoreža kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Hisên û rêjîma wî ya fažî barand.
Di wê xebata žorežgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê žorežê Rizgariya Kurdistana Bažûr û avakirina sîstemeke federal bû.
Heval Mam Celal, Mamoste , û Pêžmergeyê gelê xwe bû
Wek hemû kes dizane ku di sala 1991an de, li bajarê Raniya , li bažûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û gelek pakrewanên mezin pêžkêžî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di rastiya wê de, endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û žiyana xwe herdem amade bû. Herweha endazayarê wê raperînê jî serok û heval Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kêm dibêje ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya žorežgerî û pêžmergeyetî ve ji çiyayên welatê me bibe kožka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal.

Peywendiyên me bi heval Mam Celal re
Peywendiyên herdu partiyên me (Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê , û Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) pweywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêž û nemirin heval Hemîd Derwîž û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan herdu partiyên bira tekez kirine li ser pižtgiriya doza netewî ya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , di vê derbarê de gelek Karin hevbež me bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di sala (1980) de ya ku partiya me , Yekîtî Nižtimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst a Kurdistan , Partî Demoqrat a Kurdistan a îranê têde cih digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên Komonîst a Sûrî û Iraqî.
Rola heval Mam Celal berçav bû di nêzîkbûna aliyên kurd û yekrêziya kurdî de.
Heval Mam Celal hevalekî cefakêž , dilsoz û Hižmend bû , Bi dirêjahiya salan di xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êž û azaran hat , bi salan ew ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma fažist biryar nedida ku Mam Celal vegere ser xaka nižtîman , Lewre pižtî rûxandina rêjîma Sedam Hisên û dema ku tevgera rêzaniya iraqî bi seranser û ya kurd jî di nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser partiya wî û kurdistana Bažûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemû parçeyên kurdistanê bû.
Bi dilekî xemgîn ez dibêjim : Mam Celal tu namirî û tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Mirina Mamê me ne tenê zirara Yekîtî Nižtimanî Kurdistan û Kurdistana Bažûre bû û hew , Lê belê mezintirîn zirare ji tevahiya Tevgera Azadîxwaza Kudistanê re.

Bila serê gelê Kurd xwež be
Bila xebatkarên Yekîtî Nižtimanî Kurdistan xwež bin
Sed silav li giyanê te ey mirê diplomasiya kurdî

Heleb / 3 / 10 / 2022

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5834