Melayê tarê mamoste!!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 19 íæáíæ 2007
Mijar: Helbest



Ejder Robarî

Mela! dinya ne wesa ye
Di hundir de te paldaye
Çav xelmaþe ne razaye
Çima ti ranabê mela?
Mela çima ti ranabê
Toba te qet qebûl nabê
Heger karêî te weha bê


Riya te windaye mela
Rabe zûka xwe kar bike
Milet ji xew þiyar bike
Tê hinge hosta bê mela
Mela rabe ti hostayî
Çima wilo ti di xewde mayî
Pez bêserî ma berdayî
Þerm û fedî nakê mela
Nakê þerm û nakê fedî
Serwer û rêberê gundî
Heyf û mixabin ti kurdî
Nezan û rê winda mela
Mela rabe bibe zane
Kuflet hûre perîþane
Ev ne ol û ne ojdane
Barê te girane mela
Mela barê te girane
Pez li çolê bê þivane
Xelkê melê þûnde mane
Tu dibê ez seyda me mela
Mela heger tiwî seyda
Qet ne rûne di hundir de
Zikra li ber avê berde
Ewrê reþ barane mela
Ewrê te yê reþ baranî
Hersê heyvê zivistanî
Te ji xwe re avamekir xanî
Kuflet ber barana mela
Kyflet gunih û reben
Xelk dibêjê sen nêre sen
Dimrin li çolê bê kefen
Jar û perîþan mela
Mela rabe kanî perî
Te berdane her çar kerî
Çaxê bûrî navegerî
Sîpan û xelat mela
Mela vaye min gote te
Bide hev qûtê kuflete
Bigere nav her çar qeta
Barê te zehmete mela
Barê giran bare te ye
Carek bêje min tobe ye
Behr ate li cinnetê heye
Cinnet behra te bê mela
Mela behra te cinnete
Çi qanûn û þerîete
Milet bê maf û huryete
Qelem bi destê teye mela
Raje qelem û defterê
Carek tenê bêje erê
Belkî can ate vegerî
Rabe xwe karbike mela
Xwe karbike xwe pêkbîne
Vê dolabê bigerîne
Buxçê gula zû biçîne
Tê hinge rezvan bê mela
Mela tê bibê xwedî rez
Va Ejder got rabe bi lez
Darê tiwa hevrîþim û qez
Jêre bendewar be mela
Bendewarê rezê xwe bê
Dîse tê seydaye me bê
Rêke nexewþ wê cade bê
Karwan lê bimeþê mela
Bila karwan hinge hingê
Hinek tope hinek tivinge
Qutkir çiya û sersinge
Biha û bazare mela
Rabe karwên bimeþîne
Çol û çiya bigerîne
Xwende û zane be mela
Bibe zane bibe xwenda
Xwe çendke bajar û gunda
Tovê genim ma di hundir de
Çima ti naçênê mela
Çima wilo tu ne merdî
Tu napirsî li vî gundî
Bê ked û meaþ û erdî
Zarok birçî mane mela
Qerte mere bi gurz û keben
Kur kirine simbêl û çen
Biwar nîne heqê kefen
Mirwet û ojdan mela
Ne mirwete ne ojdane
Pez li çolê perîþane
Gur û hirç ser lêdane
Pirsa Ejder bide mela
Þêr girtîne di þikevta de
Rovî dûvê xwe li hev bade
Xwarî tirhê di baxa de
Dehlek ji ter nema mela
Dehil û rezê te fêkîne
Þax û hebler û farqîne
Timam sûk û qeyserîne
Rabe xwe karbike mela
Xwe karbike bighe rezê
Ji bo ti ji xelkê re bêjê
Qirþa deynin li ser dêzê
Zivistan sermaye mela
Zivistan sir û serma
Þêr rûniþtî di xewde ma
Pirsa xwe nû bike mela
Gur ketiye kul xema
Keftar dibêjê hê ne deme
Piling go kurkê min germe
Ev çîrok çawa ye mela
Kete miha zivistanî
Xwe lihevdan ewrê baranî
Þêr û gur mane bê xanî
Lê berf û barane mela
Berf û baran dilîlînê
Ezman dike deng û qîrînê
Gur û keftar dixenqînê
Li ber pêla berda ye mela
Pêl hatine li ser pêla
Tijî niwal û nihêla
Rovî bi xwe xwedî ûtêle
Qûtê wî li ber deve
Berf û baran hat bi þeve
Piling û keftar mane peve
Þev sir û sermaye mela
Berfa þevê çiya girtin
Þêr û piling herdû kuþtin
Zevî bi rovî maye mela
Berf û baran pêlê çema
Warê rovî xweþ û germa
Qet lê nadin sir û serma
Rovî lê paldaye mela
Çile kete bîst û þeþa
Berfê çiya kirin qeþa
Cihê rovî germe xweþa
Melek û paþa ye mela
Mela me ji yezdan bawere
Xudan elahû ekbera
Þixul bike ez bi te re
Raje qelem û deftere
Meyzê zane û rêbere
Ti bêjê çi wê ê ji tere
Tê hinge seyda bê mela
Mela te hene çend zarok
Di male de tiwî serok
Ejder nivîsî ev çîrok
Nebêje seydame mela
Melê got ez ne seyda me
Çav nêrî xortê kurda me
Bela xwe ji min veke Ejder
Belengazim bê ser û ber.
----
Jêder kovara Helez / hijmar /1/







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=583