Jîna Emînî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 18 ÓÈÊãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe




Narîn Omer

Jîna min
Delala min!
Dagîrker ne ku oldar e
yan jî ji xweda ditirsê
Ew ji navê te û
ji hebûna te ditirsê


Ji keskahiya bihara dilê te û germahiya evîniya te û
hemî keç û kurên me dilerizê
Ew baþ dizanê
oldariya dirust ne bi kefî û
pêçana por û çavan e
Jîna min!
kulîlka demsalên me
Giyan û canê te
tevlî giyan û canê me biye
û tuyê mêvana dilê me
 ya herdemî bimînî.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5825