Gotinek Di 30 Saliya Terorkirina Lehengê Kurd Mûsa Anter De
Dîrok: ÇáÎãíÓ 15 ÓÈÊãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, þoreþgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, þêxê nivîskarên Kurd, apê me (Mûsa Anter: Þêxo, Þeyhmus Almas: 1918-1992), yê ku ji berî 30 salî ve, di þeva (20-21/9/1992)an de, li Diyarbekirê taxa (Seyran Tepe) þehîd ket.
  Helbet rola pênûsa wî ne kêmî rola tivinga pêþmergeyên serê çiya bû.. Ew, bi pênûsa xwe, li rex þoreþgeran di sekinî û þerê dijminê gelê Kurd dikir.. Lê xuyaye ku ew mêranî li cem dijmin nebû ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje:
  (Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin rûyê dinyayê..).


  Di (22 Sibatê de 1992), dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev ew bi sê gunehan tewanbar kirin:
-Yek jê, jê re gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend bajarên rojhilatê (Kurdistanê) geriyaye û tu li ser daxwazên gelê Kurd axifiye?!!.
-Ya dudiyan, jê re gotin: Çima te gotarek di rojnameya (Yeni Ulke) de nivîsandiye li ser êþ, derd û nexweþiyên (Rojhilatê: Kurdistanê) !.
-Ya sisyan, ew li ser pirtûka ku wî (Bîranînên min) ku bi zimanê tirkî nivîsî bû dane bersivdan.. Hingê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
(..Hakimo! salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giþ bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê, heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewþe..).
  Mûsa Anter û yên wek Mûsa Anter ne yên jibîrkirinê ne.. ku ez û te wan bibîr neynin, wê kî wan bibîr bîne? Xwedê wan bi dilovaniya xwe þad bike û serê gelê Kurd sax be.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5821