Mihrecana torevan Qedrî Can li Essen
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ÃÛÓØÓ 2022
Mijar: Nûçe



Bi helkeftina salvegera 50î li ser koça dawî a Kurdperwer ȗ Helbestvanê navdar Qedrî Can (1911 -1972), YNRKS ȗ Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî derbarê jiyan, helwêst ȗ xebatên vî ronakbîrê mezin li darxist: Mêvanên mihrecanê evbûn;
Mamoste Mizgîn Qedrî Can
Lêkolînvan Dr. Ibrahîm Mahmoud
Torevan Edîb Çelkî
Romannivîs Cemîl Ibrahîm
Nivîskar Sedîq Þernexî
Helbestvan Hafîz Ebdulrehman (Gotina YNRKS xwend)
Birêvebirina mihrecanê: nivîskar Fettah Tîmar bû.


Di mehrecanê de torevan Eskerê Boyik hate xelatkirin.
Kurte-jiyana torevan Eskerê Biyûk
Eskerê Boyik 31ê tebaxa sala 1941ê, li gundekî Kurdan li Ermenistanê di malbateke Kurdên êzdî da hatîye dinê.
Sala 1974an navê doktorê aborîyê standiye. Heta sala 1993 wek serokê pareke (peșekê) li zanȋngeha Yêrêvanê xebitiye.
Piþtî hilweþîna Yekîtîya Sovêtê, ji neҫarî dest ji kar û barê xwe berdide û berê xwe dide Ewropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, wê derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civaknasiyê bi temamî di warê wêje, çand, dîroka kurdî û ȇzdȋnasiyȇ de berdewam dike. Dr. E. Boyîk xwedanȇ gelek berevokȇ helbest, ҫȋrok, roman, xebatȇn edebyetzaniyȇ, dȋrokȋyȇ, ȇzdȋnasyȇ ye. Nivȋsarȇn wȋ xȇncȋ kurdȋ wusa jȋ bi zimanȇn ermenȋ, rûsȋ, tirkȋ, almanȋ hatine weșandin. Helbestên wî yên yekemîn ji sala 1960 ȋ ser rûpelên rojnema “Riya Teze” û bi radyoya Yȇrȇvanȇ bi zimanê kurdî hatin weþandin.
E. Boyîk ji sala 1984’an va, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê, Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê ye, ȗ herwise jî endemekî PEN- Navnetewyî a Kurd e. Ew nêzîkî 25 salan sekreterê beþa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye.
Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala Ȇzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye ȗ di sala 2012’an de „Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê“ damezirandiye. Heta niha zedetir ji 32 berhemên nivȋskar: Berevokên Helbestan, Roman, ҫîrok, lêkolînên dîrokî û șanogerî hatin e weșandin: Tenê bo nemûne:
Bahoz û Evîna Qedexe, romanin... Kulȋlkên çȋya û Govenda Herfan helbestin... Ȇzdî û bawariya wan, Bi kurayî dîroka Êzdîyên Ermenistanê lêkolînên Olî-Dîrokî ne… Sinco keça xwe dide mêr, þano ye û gelek pirtȗk ȗ lêkolînêd mayin!
13.08.2022 Essen
Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî a Helbestvanê navdar Qedrî Can






























Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5810