Xwendinek kurt di nav tipên pexþana «Hemêza Þevê» de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 13 ÃÛÓØÓ 2022
Mijar: Nûçe



Ebdussemed Mehmûd
Qamiþlo 12.08.2022


Ez ê vegerim û bawer im ku þûnwarên te dîroka min e, ez ê vegerim þevê û riwê heyvê  ramûsim , ez ê vegerim li ber pencera evîna te çirisk bidim û tîrêjên xwe bavêjim, mîna roka sibê,
Bi baweriyeke xurt bi vegerê tevlî ku tariye,  lê bawerî û dîrok û heyva ronîdar moralan xurt dike ku vegere, wesa jî poþmanî xwe di nav tîpên hêviyan de vediþêre.
lê çawa ku penaberiya ji welat dibin zext û fiþaran de hat, ku hiþte Evîn jî bibe penaber...bê çawa bandora xwe li her tiþtî kir ? Evîn jî di koçên penaberiyê de, di nav pirs û pirsiyariyê de winda bû!
girêdana penaberiyê bi hev ve, welat û evîn, vêna baweriyê dûpat û rewa dike.


Di vê deqa wêjeyî de , nivîskar Fatima Yûsiv hizr û ramên xwe kom dike û li moxila dîrokê dixe, hewl dide ku  xewnan bihûne û wan  ber bi jîwariyê ve bajo, lê bitirse ku sînga evînê li ber hêviyên dilþewat girtî be!
Ev pexþan bi pênûseke dilsoz hatiye ristin, ku derberîna hêvî û êþên rojane dike, xwe li bejna baweriyan dihûne, bi zimanekî resen û peyvên nazik Fatima hizr û ramanê xwe diyar dike.
Heger em li hember deqê  rawestin, dê bibînin ku mîna tabloyeke þêwekar bi rengan daxive, peyvên nazik û evînê di nav têlê mûzika dil re dibûrin, û di dawiyê de tabloyeke hevgirtî ji hêviyên xwe bi baweriyan distirê mîna balindeyê ku ji bilî hêlîna wî war jê re nîne,
Fatma tevlî ku carna di nav peyvên bêhêviyê de noq dibe, lê baskên xwe ji çibpikên giravê  paqij dike, baweriya xwe bi welat, bi dîroka evîna xwe nû dike.
Ku vegere û divê vegere ji bo ku li ser lêvên dapîr û bapîran semayê dike.



((Hemêza Þevê))

Fatima Yûsif Mihemed
Hewlêr 10/8/2022))

Tu cudahî di navbera
Koçberî yê de nîne
Duh  ez koçberê welatê xwe bûm
Îro koçberê evîna te me
Lewma dixwazim  vegerim
Hembêza þevê
Ta ku  rûyê heyvê  ramûsim
Belkû ne hêle  û razî nebe

Dixwazim vegerim
  Ji bo liber pencera evîna te
Rawestim
Mîna  roka  sibê
Dixwazim vegerim
  Ta ku di nav xewnên te de  xwe Bigevêzim

Axxxxxx
Wê çendî xweþ be ku tu  disan deriyên Çavên xwe  ji min  re veke
Wê çendî xweþ be
Ku tu bihêle di nav baxên singa
  Te  de dîsan þîn bibim
Erê  erê
Her hêvî dimînin hêvî
Lê her bawer im ezê vegerim
Her hêviya min ew e
Ku ezê vegerim

Lê hêvî her di mînin hêvî
Bawer im  dastana evîna me
Wê bimîne dîrok
Wê bimîne mîna çîrokên bav û kalan
Li ser zimana bên  hûnandin
Ez bawer im ezê vegerim
Ji ber  her teyrek  li þûnwarên xwe Vedigere
Dilê te  ew  hêlîna evîna min e.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5809