Tudirewī ū rūbirūbūna wź
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 29 ķęäķę 2022
Mijar: Nūēe



Rêber Hebûn

Kurd li rojavayê kurdistanê (Sûrî) û bažûrê wê (Îraq) karîbûn serkeftinê li ser Daižê pêkbînin bi pižtevaniya hevbendiya navdewletî, bi rêya sergirtina ezmanî û bombebarankirina žûngehên Daižê û rêyên pižtgirtinên wê, di heman demê de ligel pêžveçûna yekîniyan, û pižtî serkeftina ležgerî , moralên xelkê helbet xurtir dibin, û ev yeka wê serneketa eger  ajotinkek e zanînî neba, û ev yeka diyar bû bi jêhatîbûna žervanan bi neyîniyên tundirewiyê û encamên wêna yê  bobelat li ser mirov û jiyana wî, ev jêhatîbûna nîžan dide xebata zanyaran a zehmet ji bona zanîn, avakirin û jiyanê, beranberî hêzên yên kar dikin ji bo kužtin û wêraniyê bê hampa, ji ber ku tundirewî ziyanbexžiyek e li ser raman, civak û nifžê çêbûyî, û li dijî çi pêžveçûnek e civakî ye zanînî û raste, ji ber vê yekê pêdivîbû rûtkirina pîrozî û baž têgihižtina wê, û dan û standin li ser bi rêyên din,  ji ber ku ceng,


û girtinheviyên olî yên comî destikek e ji zorkariya civakê û nemankirina wê ye, û ev tižt dikeve di çarçova nezanîkirina takes, û alavên olî yên bi rehetî ev tižta pêktînin dema valahiyekê di navbera civak û xwendinê çêdibe li ser cudabûna aliyên ramanî, û yek ji sedemên yên betal dikin rûbirûbûna tundirewiya olî bi awayekî ramanî ewa hewildana aliyên siyasî a navdewletî yên žerê hevdû dikin bi karanîna olperestan mîna kaxezek e fižarê li ser hinek dewlet û aliyên siyasî bi wana re ne li hev in, û bi vî rengî pažguh dikin guhdana xwe bi rûbirûbûna ramanî ji tundirewiyê re, ji ber ku ewan girîngiyê pêžî didin e berjewendî û sûdên xwe, û dijwariya girtinheviyê ji encamê destjêberdanek e navdewletî  diyar di rûbirûbûna terora olperestî ye, ji ber ku jinavbirina terorê bi awayekî ramanî ti guhdan nedîtibû ji ber vê yekê gelên rojhilata navîn bibûn ji qurbaniyên vê terorê,û zimanê berjewendiyên malgirtîbûyî bi serketibû ta asta ku bi terorê re bû destêkelkirî, ji ber teror ne tenê mala hin koman e, lê hinek dewlet ažkere pê radibin û kedî dikin û bi xwe jî endamek in li Nato 1 (Tirkî) û herwiha em rola neyînî ya Îranê dibînin bi pižtevaniya wê ya bê sînor ji gelek komên terorîst mîna Hežd Elžebî 2 û Hizbullah 3 û Elfatimiyon 4 û komên Ebû Fedil Elebbas 5 û Elhusîyon 6 ji ber ku ti jidilî li cem Encûmana ewlehî an Netewên yekbûyî nîne di rawestandina tewan û binpêkirinan , lê li gor berjewendiyên dewletên bi bandor tevdigere  û li gor Vîtoya 7 ya di riwê hin dewleta tê bikaranîn ta bibe rêgir li pêž çi hewlidanê ji bo parastina sivîlan.  

 - Lagiriya olî a comî bi lez derbasî civakên yên rastî zorkariya dewletî bûn e dibe, ji ber ku ricîmên serkotker timî  gefê dibarînin û dibêjin eger em nebin wê dewsa me olperest cih bigrin, û herwiha peywendiyeke xuristî heye di navbera terora dewletê û terorên komê  ji ber ku dewleta teror timî rê vedike ji žerên navxweyî, û ev yeka rê vedike ji hatina terorîstan û çekan , wekî Efxanistan û Îraqê, û Yemen û Sûrî.      
1- Rêxistina hevbendiya bakûrê Etlesî bi sernavê Nato : ew rêxistinek e ležgerî ye navdewletî ye sala 1949 an de hatibû damezrandin , li gor peymana bakûrê Etlesî yê hatibû îmzekirin li Wažitonê di 4 Nîsanê de sal 1949 an de.
2- Hežd Elžeabî : ew yekîneyên bi rêk û pêk in Îraqî ne, û bežek in ji yekîneyên çekdar a Îraqî, bin fermana rêberê gižtî ji  hêzên çekdar ve  ne, û ji 69 yekînî pêktên ,pižtî fitwa tekožînê yê ku lêvgera olî li Necefê hatibû avakirin, pižtî kontirolkirina Daižê li ser bostên fereh ji hineh hijmar ji parêzgehên Îraqî re yê nêzî bakûrê Bexdayê.
3- Hizbûllah: ew komek e Žêî ye Islamî û çekdar e û partiyek î Lubnanî ye navenda wî li Lubananê ye.
4- Fatimiyon: ewa komek e Efxanî ye Žêî ye Elî Riza Toslî a navdar  bi bavê Hamid damezrandibû sala 2014 dan de ji bo žerê dijberiya Sûrî.
5-Bavê Fedil Elebbas : komek e Žêî ye çekdar e ji çekdarên Îraqî pêktê û bi xwe ji çeteyên Ehil elheq û žepêla Sedir û ketîbeyên Hizbullahê li Îraqê ne.
6- Tevgera Ensar Ellah navê wê tevgera xortên bawermend bû, ew tevgerek e siyasî olî ye çekdar e, ji bajarê Seide bakûrê Yemenê navendeka bingehîn ji xwe re li wir çêkirin e, û navê wê ya siyasî û ragihandinî Hosî, ji dameznerê wî  Bedir El Dîn elhosî, rêzanê olî ji komê re.
7- Mafê peyvžikînê yê tê naskirin bi mafê Vîtoyê , û wateya wê mafê pêžgirtinê li ser çi biryarê ji aliyê Encûmana Ewlehiyê bê standin bê ku sedemên wê pêžgirtinê bên ravekirin, û tê dayîn ji pênc encamên timî di encûmana ewlehî  û ewan : Rosiya, Sîn,Ingêltira, Ferensa û Iyaletên Yekgirtî.

Bajarên wêrankirî , nediyarbûna ewlehiyê û mirina ciwanan, û herwiha  birina destkurtan ji ležgeriya neçar re , ev hemî mîkrob in ji žerên hundirî ve encam dane, rewakirina dînbûnê di rastiya rêxistinên yên pîrozbûnê bikaranîne wekî bihaneyekî ji berferebûnê re , sûdê ji nezanîkirina yê ku ricîmên serkotker bi dehên salan ve kedîkirin e digrin, bi rêya lephilanînên ležgerî û rewžên bê ewlehiyê yê bi serkotkirina desthilatdarî ve bûn e heval û nediyarbûna dadmendî û yaseyê, û bûyîna welat meydanek e ji qerebalixiyê, xêzên wê berpirs û mêrên ewlehî û saloxgiriyê dabež dikin, ji bo lêdana aramiya deronî li cem takes û xeniqandina dengên yên daxwaza guhertin û rabûna awirteyan û fermanên zordar dikin, tižtê ku tîjandinek e gelerî encam da û nezanîbûnek e rastîn zêde berfereh bû bi belavbûna xizanî û bêkariyê û gendelî û xal û xwarzê û belavbûna rewežt û reftarên nêrîtî , ji ber ku tundirewan tevî ku dawiya xwe jî dizanin lê pažve naçin ji kužtinê û serqutkirinê, ji ber ev tižt di baweriyên wana de heye, ji ber ku qeyran misoger e, û rêbazên wê bi parçekirina civaka kurdistanî ve girêdayî ne, û derdên wê ya siyasî, bi sedema hižmendiya desthilatê yê serkêžiyê dike bi awayekî bîrdozî û sert, taybetmediya xwe ezezî û dûrxistina kesê li dijî nerîna wê ye, û herwiha hebûna aloziyekê di hižmendiya dijberiyê, ji ber ew jî bi kar û barên dijmin ve peywendîdar in û bi awayekî zindî dikevin bin saya wêna ,û ev jî li ser civakê de dibe giranî, û dihêle ku dûrî ewlehiyê be, û wisa nižtecîbûn, mirin û žerên li ber rêbendan de, dîmenek e hevgarî encam dabû, û Daiž dema tewanê dike žad dibe, û tolhildan ewa xwežiyek e vežartî ye, hewildana tundirew ku hovîtî û tewankirinê nepenî bike, ji bo deroniya xwe ya têkçûyî rehet bike.

- Pêdivîbûna berketina kêžeya diyar bi paždemayîna alavên rûbirûbûna olperestiyê û herwiha qirkirina çandî û dûrketina ji rewanê netewî a kom dike bi rêya nêzikbûna ji rewrewkên pirojeyên nepenî di naverokê xwe de hilma koletiyê dihêle û avakirina desthilatiyên  lephilanîker yên nû û ew bi xwe ji encamên ricîmên serkotker in yên ketine sekretê, lê hêviya tenê di giyanê berxwedaniya a ji vînek e gelerî û ciwan de tê, yê ked dide ji bona bimîne bi zikmakiya xwe ya netewî û rengê xwe yê žaristanî ve.

- Meraqa gelan ji berxwedaniyê û girêdana bi bermayê rewženbîrî û heyînî bi hêztir e ji pîlanên ricîmên serkotker yên hewil didin cihê wana bistînin, û evîn ew hevsenga rastîn e ji heyîna mirovî re di demê ceng û aloziyan de, yê tên e milletan, ev hemî hestiyariyên germ di rewžê nižtecîbûn û žerên navxweyî de nîžan didin li ser cureyekê ji berxwedaniyan ve , tê bikaranînin ji bo derd berdewam be, ji ber ku kedîkirina bêhižî ji kiryarê kesên yên dixwazin cengên navxweyî gurtir bikin, û qutîkirina civakê jî û herwiha hêsan dibe li ser tundirewan ku derbasî civakan bibin û wana bixirxirînin li cem xwe, ji ber ku radîkalên çep û oldar, xalên hevbež dinav wan de hene dema herdû serwerên xwe ji xwe re dikin xwedawend, û herwiha girîngiyê didin e warê piropûgendeyê bin navê perwerdê  an dewra žereî ( žužtina mêjiyê 1) û Islama siyasî vê yekê pižtrast kiribû wek ku sosialîzma Sofiyêtî û yên li dor wana dizîvirin vê yekê  li hin dewletan de pižtrast kirin, ev dibe cîgehek e rehet ji afirandina ricîmên saloxgirî û  zordar bi gendelî û zordariyê ve dagirtî ye û herwiha bi dijminatiya zanyaran ve, û li vir em dibînin ku Sosialîzmên rojhilatnavînî bûn e dû bež yek netewî û yê din bi çepîtiyê bawer in, û di dema destpêkên tevgera gelerî bi navê buhara Erebî xwe ji wê dûr xistin, û dîtin û pirojeyên wan bi guman bûn, û xema wan tenê bighêjin desthilatê, û me ti cudahî di navbera wana û desthilatên heyî de nedîtin, û herwiha Islamî jî li ser têla sazkirina ricîmek e Islamî lêdan  û li dijî zanistdariyê derketin, û tevgera gelerî bi vî awayî têk birin, û bûn e alavekê di destên dewletên herêmî de yên bûn e pižtgir ji wan re  mîna Erebistana Siûdî û Turkiya û Qeter û Îran, û berrabûna ji biveya tundirewan bûye berberîkirinekê ji hemî pêkhatiyên deverê re, û nexwaz biryardana Turkiya  a heynat di lêdana çi rewžek e rêxistinî kurdistanî hewildide ji bo jiyanek e azad û demukrat bi dest xwe xîne, ji ber vê yekê em aloziyek e serdest  li ser dîmenê dibînin di dema berdewambûna žer û têkalên bidûhevdû, û sedema nebûna azadiya bingehîn  vedigere ji sitemkariya ricîma siyasî  û hîžtina wî ji paždemayînê re , tižtê  dihêle  ku civakan rastî çarenûsek e nediyar werin, bi jihevkirina hevpeymana siyasî û belavbûna wê û berzbûna berberîkirina yê girêdayî bi hingemeyê û žerên hundirî ve, mînak rûbirûbûna  rêxistina Daiž yê teror , yê asta bilind ji sertbûnê bi ser civakê bikartîne , û di vir de em dibînin sûda hunera ravekirinê û çendî karîbûna wê li ser firîn û berfirehbûnê li dûr , ji bo berketina rewža civakî li rojavayê Kurdistanê ,û herwiha têgihižtina boblatên  mirovî  yên bi dûhevdû ji ber êrîžê Daižê li Kobanî, û pêhelistina wî ji komkûjiya bi ser navê Ževa xedirê 2 pižtî rizgarkirina bajêr bi çend mehan ve,  û hovîtiya malbatî , û kînên navçeyî yên ku di giyanê civakê de cîgir bûne , di nîžanên xwe de pažketinek e xuristî vežartî ye, hatibû kêmkirin pižtî 2011 ,ji ber ku rewža civakê hatibû guhertin dema jinê bi mêr re erd  û destkeftiyan parastibû, ji ber  civakên yên ku serpêhatiyên xwe tunebin ji afirandina rêxistinên sert wê nikaribin bergiriyê xwe bikin, û heta  ricîmên siyasî dikarin astên amadebažiyê ji bo rûbirûbûna zordariyê li cem civakan de pižtrast bikin.
----------------------------------   
1- Žužtina mêjiyê : mebest ji wê yekê ewa guhertina takes , alî, nirx, ,awayên kiryarên wî û baweriyên wî, û pêgirtina nirxên din û nû ji aliyekî ve çi takes be an kom an sazî an dewlet be, û têgeha žužtina mêjiyê bin dikeve bin navên cuda, yek têgihižtinê radike mîna dûbare çêkirin, û avakirina ramanan, û guhertin û rizgarkirina ragehî û ramanî, û qayîlkirina nepenî , û bernana ragehî, û guhertina aliyan.2- Ževa Xedrê : komkûjiya rež li Kobanî , rojavayê Kurdistanê de çêbû di 25.06.2015 an de û têde 239 kes jiyana xwe ji dest dan di nav de 33 zarok û 79 jin, 289 birîndar jê 78 zarok û 81 jinê ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî a teror ve bi sernavê Daižê  ev komkûjiya pêkhat.


Û dema ji kar û dayîna nerînê û hînkirina baž tên e rûtkirin vê yekê li cem wana rewžek e ji nifretbûn ,dijminkarî û amadebûna ji zorkariyê dema  jêre derfet çêbe durist dike û ewan çalak dibin bi hebûna hingemiyê ,û li gor bawerî û rewžtan tên e guhertin , û zehmet dibe celewkirina kelçûyîna cemaweran û zeftkirina wêna eger ji xwe re bostekî ku têde karibin tevbigerin  bibînin, û dema desthilat bi rûbirûbûna gefên derveyî yê li dijî wê tê mijol dibe, cemawerên hêsrdar û dijber jêre hemî hêzên xwe kom dikin ta bi awayekî hovane  hewil bidin  ji bo xuristiya ricîmê biguhêrin, tevî ku rastî serkotkirinê bi awayekî berfireh tên, lê ew žer dikin, û hemî destikan bikartînin ji bo hingemiya xwe bihêlin heta ku di nav xwe de desthilatiyek e nû dewsa wê bigre bê sazkirin, û wisa em pirbûna tiliyên derveyî dibînin yên vê yekî zeft dikin, taku bingehên ricîmek e siyasî nû deynin, ji ya a berê hatibû zayin, û hewil dide di yaseyên xwe de di navbera ricîma tunekar û a heyî de hevsengiyê çêke,wekî ku Nîqola Mîkafîlî 1 di vê derbarê de dibêje ku çi desthilatek e nû hinek zagonên yên desthilata berê wêna bikaranî dihîlîne, ji bo zeftkirina civakê,(Pirtûka Mîr)
ji ber sîstema siyasî a gožegirî li ser rojavayê Kurdistanê danîbû bi awayekî pir zêde , û navçeyên wêna ji hevdû bi tenê kiribû, û navçeyatî di nav kurdan de cîgir kiribû, xwest ku tižtê parçe bûye parçetir bike, û netewa kurdî têk bibe, û rê li ber bigre, lê çanda vejînbûnê jêre hertimî žiyar bû ,û rewža yekîtî û hestbûna civakî karîbû taya jiyana demukrasî rabike, beranberî jiyana nêrîtî yê naye pêždebirin,yê kêmtir dibe bi pêždebûna qonax û astên serçûna moralî, sincî û zanyarî.

-------------------------------------

1- Mîkafîlî li Florensayê jidayik bû ji parêzgehek î ewa Birnado Dî Nîkola Mîkafîlî û Bartolomî Dî Istifano Nîlî, û herdû jî ji malbatek e  Toskanî ne resen in, û bavê wî ji kesên pile bilind in, lê Mîkafîlî  hînkirinek e berfereh nedîtibû, lê zîrekiyek e xurt diyar kiribû,  pêžî Mîkafîlî li pey mêrê ol û siyasetvanê Îtalî  Cîrûlamû Safonalrûla yê bi xwe ji ricîma keževanên Domînîkanê bû , û bi navdariya kizîrê xwedê hatibû xelatkirin,  û Safonalrûla gotar digotibû ji bo ciwanên Îtalî ta bi bažiyê bigrin, lê Mîkafîlî jê dûr ketibû, ji ber kû ew mêrê siyasetê bû, û hewil dida ku ol ji siyasetê veqetîne, bi kirin bajarê Florensa mîna komarek ê.

https://youtu.be/TPQmdOGOcBU









Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5786