Helbestên Vînê Ji Eştar Re
Dîrok: ÇáÓÈÊ 11 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe



Ebdulwehab Elbeyatî

1
Dara biyê rondikên evîndarekê dibarîne
Sînga xwe ji birûskan re tazî dike
Fêlbazê demsalan li ser lingên wê diçe sicûdê
Sermê tazî bêhn lê çikandiye û berfa dexlan rû
veşartiye


Erdê diqelêşe, tazî dike, dimire
Dilopeke ronahiyê dihêle
Navbera her du memkên wê yî biçûk û di nava wê
de lerzîna volqanekê dipijiqe
Wisa tovan dikşîne sînga xwe
Ji kûrahiyê germayê didoşe, damar dipişkivin
Ta ku xwînê vegerîne kaniyê û ava çem li deryaya
mezin
Û perwan li baxê gulan
Gelo wê kengî Eştar bi çûk û roniyê re li mal
vegere?

2
Bask bi min ve şîn hatin
Û min ji surgûnekê ta surgûnekê rahiştiye qewl û
bendên qralê remilzanan
Û gulên goristanê
Û azarên şevên bi baran
Wekî ava çem ji bin pirên cîhana tijî kîn, min keviya
tariyê mist da
Dirandî û bi navê peyvê min bang li te kir
Li rûyê te yê xweşik û kiçkok geriyam
Di serdema kuştin û tundrew û remilbazî û
mirina xwedawendan de
Min tu xwest di mirina xwe de û di vejîna xwe de
û min gorên ocaxan maç kir
Û axa evîndarê gewre di cejna mirina hejaran de
Lavakar dipirsim, lê ezman
Bi dû hezar nimêjî berf û xwîn barand
Û lîstokên kor ji heriyê û reşkên pîrekan
Sihara sibê di dilê min de nedîtin, û ne jî giriyê
şevê li ser rûyê min
Gelo wê kengî Eştar wekî stêrkê diyar bibe wekî
ez dixwazim di şevê de
Ta qralê hezkirinê bi qewlê Silêman pêxember li ser
mirî bixwîne
Û bi destê dilovaniyê rûyê min û jiyana min î
bi qeyran binixumîne

3
Tilûriya çûkekî ji pencerê tê
Bask li ba kir ji nav tarî û ronahiyê. da min silav
Gulek sotî diyarî min kir
Nazik û lerzok li ser milê min ket
Û di xew de ez xwe li benê sêdarê dipêçim:
Gul bû evîndareke mê
Azwera heyva berfê û agirê birûskê

4
Rêyên evîndariyê ez qewitandim û şop ji min zivêr
bûn
Û ez li Babîlê li tayê porekî ku ba li dîwarê baxê
roava daliqandiye digerim
Li nexş û nivîsên li ser heriyê û şûnmayên
şewatê
Ji vir derbas bû û ji van kavilên baldar
Laneta xwedawendan bi dû min ket
Û gurê birçî
Û ez ji hezkiriyê xwe re qewlê Silêman
pêxember dixwînim
Mirî ji dîletiyê bi sirra qralên remilzan vegeriya
Da ku gundê xwe li ber mirinê bibîne
Nûçeyek bi dengê qitikê ji ba re dibêje
Û axa ku bablîsokê li dû xwe hişt
Li tekiya û li ser rûyê derwêşên her çar demsalan

5
Kî ye gelo: qeyrana rewanê xwe wekî xweşiya
meyê dinoşe
Girên parzemîna kesk û dara lastîkê qîlê fîl û
çêja zencefîlê
Hilma gulan di agirê ezel
Xwedan bi çavên xwe dît, lê ji dîtinê nebawer
Ez li navbera razan û hişyariyê
Çêje bi devê min ve çû, dema Eştar wekî firîşteyekê
daket zemînê

6
Gulek lerzok
Ba ji evsaneyên zemînê rahiştê bo çayxanê û
mirina resîfan
Da ku bêdeng bistrê
Ji girên kesk û pelên mirî yên payîzê

7
Birçî bûm li gulistana vê dinyaya tijî gul û vîn û
rengên beran
Birçî bûm ta mirim di hemû serdemên
bendemayînê de
Û hêdî perçe bûm roj bo rojê
Û min xwe girt li pêş serbûriyên demê û min
gorên ocaxan maç kir
Û axa evîndarê gewre di cejna mirina hejaran
Çima katên demjimêrê geriyan?
Dema Eştar bi ser ên birçî de ber weşand

8
Rengê çavên te: çirûsîna birûskê li ser dîwarê
Babîlê
Û neynik û alavan
Milet û êlan
Êrîşî cîhanê kirin, dema Babîl sirrên stêrkan koş
kir
Rengê çavên te: deştên ku artêşa hejaran lê
wêran e
Serdestî û tundrewî bi navê peyvê
Û êrîşî zemîna evsaneyan û keviyên serdemên
tarîtiyê kir

9
Tu zarok û keçek ji pêşeroja xwe re sozdar î
Ji kevza deryayê zayî û ji agirê rokên nemir
Her ku di serdemekê de mirî, dîsa vejiyayî
Ji mirinê rabû û dîsa diyar bû
Tu evsaneya şaristanan e
Keçek agir ji hemû serdeman dizî

10
Pêl pêlê maç dike û dimire
Û çiya û çerx
Û şikeftên ji bêdengiyê zivêr û heyvên ji heriyê
digerin
 Min çi got li ser rûyê avê dinivîsim û Eştar
got:
Axînê ji evîna min aram neke, û tiştekî bêje, da pê
bawer bim, tiştekî ku nemire
Nemerdiyê li laşê min neke, hindik maye jê re,
de agir berdê
Ji ber sibe li ser milê jineke din û dilbijokê
hembêza jineke din
Ez dixwazim bigihêjim kesayetiya te, ev çi
mûm in?
Maçek din, em ê tazî û birçî bibin
Me rok hilgirtiye û ji wendabûnekê em diçin
wendabûnekê
Tu pûteke zêrîn î û di nava wî de kahînê arana
stêrkan veşartiye
Bi ser min de noq bû û ji lêvên min vexwar,
yek ji mûmên di destên wî de vemirî
Laşê min bûye gul
Tazî bi tena xwe li ronahiyê

11
Bajarên xwedan ên li ser zemînê me ava kirin, li ser
deryayê kabeyek me ava kir
Û di mihraba rojê de me nimêj kir
Tu, hey evîna ku bejahiya xalî tijî vîn dike
Hatime li dergehên te didim ji zemîna wêrankirî
hatime
Aax gulên min li keviya dergehê te narûxin

Bêyî ku beran bidî hezkiriyê min

Werger ji erebî: Alan Hemo


Eştar: Xwedawenda evîn û xweşikbûn û qurbaniyên cengê. Di serdemên şaristaniyê de, li mezopotamyayê bi gelek navan tê nasîn kirin:
Sumerî: Ênana, Fînîqî: Eştrût, Yunan: Afrodêt, Rûm: Vînos dibêjin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5776