Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêşketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (3)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 04 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe



Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Nehro gotibû: Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî   ji zimaanê dayika xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
xxxxxx
Sernivîser K.Bedirxan  gotarekê bi navnîşana ( Mîna ko em dixwazin)  dinivîse:(Kurd vepirsînan dikin;Gelo piştî dawîbûna şerê cîhanê yê duhem,emê mafên xwe bi destên xwe xînin? Zaroyên me mîna zaroyên¬ gelên din li cîhanê  wê  biçin dibistanan¬? Wê Çepemeniya Kurdî pêşkeve  ?  Gelo em kanin xwînê mîna dewletên (Hevbend) jî  biherikînin ?Hej.(47)


Lê dewletên ( Hevbend û Ewropî  bi têkoşînên xwe û bi herikandina xwînên xwe gihane vê tengehên azadiyên  xwe, lê serkevtina me jî  li gor xebata me  ye). Kamîran Bedirxan  dîsan mîna di piranyên mijarên xwe de tovên berxwedanê di dilê gelê xwe de  diçîne û  hêviya azadiyê li nik  cemawerê Kurdistanê de geş dike ,lê ew teqez dike û bi vê wateyê  têgehên şoreşgerî   di xwîn û mêjiyên keç û lawên Kurdan de diçîne.
Lê dîsan Kamîran Bedirxan di hejmara (48) an de mîna hercar di destpêka rojnamê de mijara xwe bi navnîşana( Kurdistan  û yekitiya Kurd çi ye û bi çi pêk tê )diweşîne. Ew di  vir de pêçiyên xwe dîdine ser cihên êşdar di govdê  gelê Kurd e û ew ronahiyê jî davêje ser kêmaniyên miletê xwe û gelek vekirî ji xwendevanên xwe re dibêje: Bila ev çend xalên jêrîn di nav gelê me de werin peydakirin. 1- Yekitiya zaravan.2- Yekitiya tîpan-3-Yekitiya ciyoxrafî.4- Yekitia  armanc .5-Yekitiya  raman. 6-Yekitiya olî.
Û sernivîser hîn dibêje :D i Kurdistanê de heft zaravên Kurdî hene:1-Sorî.2-Kulhorî.3-Bextiyarî,4-Hewreman,5-Goran,6-Zazî.7-Kurmancî. Lê  divê  her nivîskarek bi zaravê xwe berhemên xwe di weşanên Kurdî de biweşîne û bila hemû nivîskar sûdê ji zaravên hevdu wergirin  û eger yek ji nivîskaran bêje  ji bo çi zaravê me nabe ya hemû Kurdan? Ev pirsa ne niştimanî û  ne zanistî ye û  eger em bêjin tîpên Latînî ne yên Kurdan in, lê em jî  kanin wisa  jî bêjin: Tîpên Erebî jî ne yên Kurdan  in.
Di nêrîna me de K.Bedirxan  pir bi zanistî  bersiva  navnîşana gotara xwe dayê xwendevanên (Roja Nû), lê mixabin ta roja îroîn bizava nêzîkbûna zaravên Kurdî gelek qels û jar e û dîsan  gelek mixabin  hin nivîskarên Kurdistana Başur (Soranaxêv) berî çend salan di derbarê  yekbûna zimanê Kurdî de weha di gotarên xwe de digotin:Pêwîst e hemû Kurmanc li beşên Kurdistanê bi Soranî û bi tîpên Erebî binivisînin, lê hin Kurmancaxêv jî ji Rojavayê Kurdistanê bersvên wan bi zanistî di weşanên Kurdî de weşandin û li dawiyê  pêşniyara wan di nav Kurmancaxêvan de cihê xwe negirt.  
Sernvîser di hejmara (50) î de xwendevanên xwe li ser civîna (San- Firansîskko) û  biryarên wê  di dermafên gelên cîhanê de  agahdar dike û  ew dibêje:Nûnerên (50) dewletan li San-Firansîsko civiyan û biryar istandin ku divê hemû mafên miletên cîhanê,çûk yan mezin werin pênaskirin û pejrandin ,herweh bi vî rengî miletên cîhanê şerên hev nakin û eger alozîyên çûk yan mezin  jî di nav wan de peyda bûn,ew dikarin bi rêyên danûsandinan çareser bibin.
Serokê Emêrîka M.Truman di vê derbarê de gotibû:Eger dadgehek wisa navnetewî berê  hebûya, me (25) miliyon mirov di şer de winda ne dikirin).
Lê çiqas mirov dixwaze ku (Dadgeha dadmend ya navnetewî) ya ku di sala (1945) an de hatiye damezrandin, rêz li navê xwe bigirta û bi  rastîn berevaniya mafên gelan û dewletên bindest bikra, lê mixabin ta niha û li gor zanîna me, vê (Dadgeha navnetewî) nikanîbû û niha jî nikane bi biryarên xwe yên yasayî li rex miletên bindest raweste  û dewletên hêrişker û mafxwar  li( Lahayî)  dadgehkirin bide û ew nikane ji bin siya berjewendiyên dewletên mezin xwe rizgar bike, lewra jî hebûna wê û nebûna wê mîna hev in .
Kevnezan gotarekê bi navnîşana(Dêmokratî)di hejmara(52)an de diweşîne, ew di vird e têgeha  dêmokratyê şirove dike û çawa  gel  nûnerên xwe hildibijêre , nûnerên gel  jî   biryaran distînin û  şalyarên dewletê   jî destnîşan dikin. Herweha jî ew  di vê gotarê de  navên çend weşanên Kurdî
 bi nav  dike:(Radiyo li Bêrutê,Bexdadê,Ezebîcanê û Kurdistanê ) û  Kovarên Kurdî (Jiyan) li  Sulîmaniyê,(Gelawêj ) li Bexdadê rojnama (Riya Teze),Yêrîvanê, kovara (Niştiman) li Îranê,(Hawar û Ronahî) li Şamê .
Di hejmara (55) an de  ev gotarên giring hene1- Cengê cîhanê qediya), 2-(Pêxemberê me )û Mensûr Şelîta di vê mijarê( Pirsek giran ji yên Kurdistanê  îro ) de  destnîşan dike û ew dibêje:(Pirsgirêka Kurdistanê , pirsgirêkek mat e û ecêb e, ewa mîna pirsgirêka Poloniya ye , Kurd zane ko  ew kane bi têkoşînê û cevakêşiyê  xwe bighîne azadiyê,lê rewşa Kurdistanê  pir xerap e, ewa  li  jêrdestên pir welatan e,lewra  jî divê  gelê    Kurd pir bi hêz be  û qurbaniyê jî bide û  Kurdistanê hêza xwe nîşanê cîhanê kiriye ,lewra jî niha cîhan carek din li ser kêşeya Kurdî radiweste).
Gotarnivîs di vir de rewşa Kurdistanê ya dijwar ji xwendevanên xwe re dide diyarkirin, lê ew tovên  reşbîniyê jî  di derûna gelê Kurd de naçîne û  wireyên xwendevanên xwe jî  bilind dike.
Lê Kamîran Bedirxan di mijara (Pêxemberê me) de ;şîretên Pêxember bi xwendevanên xwe dide nasîn; mînanî Pêxemberê me ne dixwast  derewkeran bibîne û Pêxemberê me qedrê  mirovê  xwedî heq digirt.
Herdîsan Mensûr Şelîtê di hejmara (56) an de xeleka duhem ji gotara xwe   bi navnîşana( Kurdistan) li ser dîroka dêrîn û nûh  yên gelê Kurd  bi kurtî dinivîse  û ew raperîna Şêx seîd Pîranî û darvekirina wî û gelek hevalên  wî bi bîra xwendevanên  rojnama  (Roja Nû (tîne  û hestên wan ji bo berdewamiya têkoşînê vedijîne.
Sernivîser (peymana Kurdan )ya ku di kovara ((Azadî),zimanê partiya  Kurd  ya kumunîst li Îraqê  de, xwendevanên xwe bi (15) xalên  peymanê agahdar dike û ji wan hinek ev in 1-Xurtkirina biratiyê  navbera  miletên Kurd û Ereb de .2- Mafê gelê Kurd heye ku ew serbest be .3-Pêşketina çandiniyê li Kurdistanê .4- Divê karûbarên aborî li Kurdistanê pêşkeve .
Dîsan di vê hejmarê de Kamîran Bedirxan şirovekirina Ayetên Quranê  berdewam dike, ew carek din ji gelên Îslamî re  dupat dike ko gelê Kurd  Îslamperest e û ew jî  peyvên Xweda pîroz dibînin. Ew  dixwaze di vê gotarê de nameyekê ji cîhana Îslamî re bişîne û di wir de  gilûgazinan ji  gelên Îslamperest bike û bêje: Vaye em gelê Kurd  yê Musliman dibin qurbanê kesên Îslamperest; ew li me dixînin  û me dikujin, ji ber ku em jî mafên xwe yên netewî û rewa dixwazin .
Di hejmara (61) ê de gotarek di bin navnîşana (Peymana Kurda) de dîsan bi pênûsa sernivîsr hatiye weşandin;ew di vir de çend xalên giring destnîşanê xwendevanê xwe dike. 1-Xurtkirina biratiyê  di navbera Kurd û Ereban de û Ji bo serxwebûna Ereb û Kurdan, divê  Kurd û Ereb û Kumunîstên Îraqê  biratiyê di nav hev de bikin .
2-ji bo serxwebûna Îraqê divê  Kurd û Ereb  xebatên hevbeş bikin.3-Divê li Kurdistanê karûbarên aborî pêşda biçe û kargeh jî  li Kurdistanê werin  avakirin.3-Pêwîst e  çandinî li Kurdistanê pêşda biçe.4- Divê gelek  tevdîrên
mezin werin kirin ta ku berberî û xwînrêjî di nav êlên Kurdan de werin hilanîn.5-Divê zimanê Kurdî di nav xortan de bi şêwazên nûjen werin xwendin û  herweha hin  daxwazên din jî   di vê gotarê de hatine cihbicih kirin.
K.Bedirxan bi bîrûbaweriyên xwe Kurdistanî ye, ew xemxwarê  pirsgirêkên    
hemû beşên Kurdistanê ye, di hejmara (63) an de li ser hin kêşeyên gelê Kurd  li Kurdisstana Îranê jî radiweste  û ew dibêje : (Hin çapemeniyên Îranê li ser têkoşîna gelê Kurd li Kurdistana Îranê dinvisînin û ew dibêjin:Kurdên Îranê serxwebûna xwe dixwazin û niha ew ji destlatdara Îranê dixwazin ku zimanê Kurdî li dibistanan were xwendin,lê serdarên Îranê daxwazên Kurdan napejrînin û ew  bi ser vê  de jî daxwazkerên xwendina zimanê Kurdî dixin zîndanê  û carna wan jî  dikujin û beriya sê salan  pirtûk û çapemeniyên Kurdî li Îranê qedexe bûn,lê piştî leşgerên Êngilîz û Rusan  ketin Îranê, Kurdan hinekî bêhna xwe istandin; lewra Kurdan di vê demê de kanîbûn hin rojname û kovarên Kurdî biweşînin(Tirosk,Kûhistan,Niştiman,Çiya,Peyam).Herdîsan Kurdên Îranê  gelek  Bîranî şandin ji dewletên mezin re û di wir de daxwaza  serxwebûna xwe dikirin, lê dewleta Îranê  xwestekên Kurdan paşguh dikirin).  
Herdîsan K.Bedirxan di vir de  ayetên Quranê ji xwendevanên xwe re bi zimanekî hêsan şirove dike û ji wan re dibêje: (Divê hûn pêbendiyê bi van ayetên Quranê  bikin). Û hîn dibêje :
(Di wê demê de weşanên Îranê li dijî mafên gelê Kurd dinivisandin û digotin:  Pêwîst e devên  Kurdan bi hêsin  werin girtin, lê (komela xortên Kurdistanê)  bersiva weşanên  Îranê  daye û dibje :Kurd niha ne mîna berê
ne, ew niha şiyar in,lê divê hûn dest ji riçperesiyê xwe berdin, gelê Kurd  niha şiyar e. Hejmar :(64).
Di hejmarên (66,68) an de sernivîser  mijarekê bi navnîşaana (Naskirina Kurdistanê)  pêşkêşî xwendevanên (Roja Nû) dike ; ew di vir de  tenê navên  êlên Kurdistnê mîna belgeyeke civaknasî di rûpelên dîroka gelê Kurd de diçespîne, lê ew pêşda jî me agahdar dike û dinivîse:Em nikanin her tiştî pêşkeşî xwendevanên xwe bikin û ne yên ku em hemû li vir dinvisînin,pêwêst e  rast bin, lê di  herhal de;  ew  pêzanîn ji tunebûnê çêtir in) .
Em  li vir texmîn dikin ku nivîsevan C.I.N. P. sernivîserê  rojnama (Roja Nû) bi xwe ye, ew  di vir de hin  navên êlên Kurdistana  Îraq û Îranê ) pêşkêş dike ;Li Zaxo ev in:Hecan,2-Gewdan,3-Maxuran,Dostikî.Li Îmadiyê jî ev in:1-Berwarî jorî,2-Berwarî jêrî,3-Zîbar.
 Li Hewlêrê ev in:Dizeyî,Gerdî, Caf  û H.W.D.
Li Kurditana Îranê jî  ev in : 1-Celalî,2-Birûkî, -Wilan,4-Koresinî,5-Herkî,6-Pîran û hin êlên din li Sine,Kermenşah û Loristanê) .
Lê sernivîser di vê hejmarê de jî mîna pir caran;  ronîkirina (Ayetên Qurana pîroz)  berdewam dike.
Kamîran Bedirxan dixwaze pir bi zimanekê sivik û hêsan  têgeha (Mirovayetiyê) ji xwendevanên xwe re şirove bike,ew di bin navnîşana (Insaniyet  çi ye? ) de bi van weteyan  dinvîse: Bê guman îro mirovahî di cîhanê de  ne hatiye pêkanîn, cîhan bi pir  rengan hatiye guhartin jî ,lê  hîn çavên hinek mirovan digerin ko mirovahiyê peyda bikin,lê dewra me îro hîn dewra êlitiyê ye , pir milet jî li cîhanê  dewra êlitiyê ji zû de derbaz kirine  û ew niha di dewra gel  û miletiyê de dijîn,lê em jibîrnekin jî  ko rêberê me Ehmedê Xanî berî her kesî  bîr bi mirovahiyê biriye ,lewra jî divê em îro xwe di ser  dewra îro re bavêjin û em xwe bighînin dewra mirovahiyê  û  li gor zanîna xwe ez dibêjim ,mercên mirovahiyê  pir in ,lê ez tenî van mercên jêrîn dinvisînim :1-Divê hemû miletên cîhanê mîna hev bijîn  û divê her  miletek xudanê welatê xwe be ,sûdan  ji welatê xwe  bibînin û ew bi zimanê xwe bixwînin û ji bo mirovahiyê û ne ji b o peydabûna şeran  bixebitin.2- Divê zimanek di cîhanê de hebe û ew ji aliyên hemû gelan de
were pejrandin  û ew hemû wî zimanî fêrbibin; ta ku hemû  gelên cîhanê kanibin bi hev re danûstandinê bikin.Hejmar:(70-71).
 Li dawiyê,em  hêvîdar in ko me kanîbû bi rêxistina navrokên pir gotarên rojnama ( Roja Nû) rola wê di şiyarkirina hestên welatparêzî û netewî de  li nik gelê Kurd  bi xwendevanan bida zanîn û ko ev rojnama mîna pir rojname û kovarên din jî  bûye yek ji hîmên giring  di avahiya şaristaniya çapemeniya Kurdî û bilindkirina giyanê têkoşîna netewî de li nik gelê Kurdistanê .
Têbînî:Di xelekên duhatî de; emê li ser wêje bi şaxên xwe ve di(Roja Nû) de rawestin .
Dumahîk heye    
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5768