Şêrîn EbdoSilogan gotinek e, ka kirin û pabendiya mirov bi evê gotinê?
Li bin sîwana evê siloganê "Jin jiyan e" jiyan tête kuştin, jin xwe dikuje û tête kuştin!
Li bin sîwana evê siloganê gulên nûpişkuvî di buhara xwe de têne jêvekirin û xemla jiyanê winda dibe..
Li bin siya şuştina rûmetê xencera nezaniyê di sînga jînê de tête çikandin..
Seyr e! Em di serdemeke vekirî û pêşketî de dijîn lê hizir, hiş û ramanên hin mirovan hêj di serdema nezaniyê de çalak in, hêj civaka me di serdema kevirî de dijî.
Çima, ji bo çi, bi çi mafê nêrzayekî hişkufikî fermana kuştina jinê
dide û çi yasa maf dide jinê ku xwe bikuje an xwe bişewitîne?
Jin jiyan e, dema ko jin bi xwe mafê jiyankirinê bide xwe, jin jiyan e dema bav, bira malbat, ol û êl mafê jiyanê bidin jinê..
Jin
jiyan e dema ko dê baskên kevoka xwe nebirîne û çiqas kevok bilind
bifire û rêya vegera xwe winda bike hêlîna xwe li bal dêya xwe bibîne..
Dibêjin
û tê gotin ko jin nîvê komelgehê ye û pir caran komelgeh bi xwe ye,
dema jinek an keçek xwe dikuje an tête kuştin ew bi tena xwe namire
bêguman komelgeh jî pê re tête kuştin û stûnek ji stûnên berdewamiya
jiyanê dişkê û bingehek ji bingehên avakirina mirov hildiweşe.
Bala
mirov dikêşîne di "Roja jinê ya cîhanî" de hawara nêrzayan ber bi asman
ve diçe û bi bilindiya dengê xwe bang dike " Jin jiyan e" û bêdeng li
bin sîwana rûmet û paqikirina rûmetê bi dilekî sar û tije kîn jiyanê
dikuje!
Balkêş e, ji destpêka evê salê de 2022an kuştin û xwekuştina
jinan bi şêweyekî li ber çav û mezin li nav civakê û bi taybetî li
Herêma Kurdistanê zêde bûye, mixabin li hember evan kiryarên kirêt tu
hewildan an çareserî nehatine dîtin û ne jî hatine kirin!
Kî berpirs e, li hember kuştin û xwekuştina jinan?
Kî
dibe sedem heta jinek an keçek biryara xwekuştinê bide û jiyanê dikuje,
kî dizane jî gelo ewê jinê xwekuştiye an hatiye kuştin?
Di hemî ol û
yasayan de kuştina mirov, ajal û her tiştekî ko ruh tê de heye
gunehkarî ye û kujer divê were sizakirin, li hember vê gunehkariyê ol û
yasan çi çareserî peyda kirine?
Rêxistinên mirovî bi giştî an ên
taybet bi parastina jinan ko li dijî kuştin, xwekuştin û tundûtûjiya li
hember jinê tête kirin çi kirine û çi hewildan hatine kirin ji bo
rakirin an kêmkirina kuştin û xwekuştina jinan?
Tekez pir sedem hene
dihêle ku bav, bira û êl fermana kuştinê li ser jinekê bidin û pir sedem
jî hene dihêlin ku jinek an keçek biryara xwekuştinê bistîne lê li bin
çi rewşê û sedem an fişarekê de be nabe mirov xwe bikuje an were kuştin.
Hin caran nezanî, bêhişyarî an bêhizirî dibin sedem ko mirov di kêlîkeke de rêya rast winda bike û têkeve şaşîtiyan,
Girîng
e civak, yasa, ol û rêxistinên mirovî û kesên ko li mafên jinan xwedî
derdikevin û diparêzin çareseriyê ji evê pirsgirêkê re peyda bikin ji
ber ko kuştin û xwekuştin ne çare ye û ev rûdawên han ber bi zêdebûnê ve
diçin û cihê metirsiyê ye ko hêj bêtir bibin.
24.05.2022