Idrîs Hiso - Hewlêr
Di nehemîn salvegera bîranîna koça dawî ya sekreterê Pratiya Wekhevî Ezîz Dawê de ku di 11.04.2013an de bû, hejmarek ji hevalên Wekhevî ji wan jî sekreterê heman partiyê yê niha Nimet Dawûd nivîsandiye dibêje: Di nehmîn salvegera te de, em soza xwe nû dikin ku, em dê berdewam bin li ser xebata jibo bidestxistina mafên gelê xwe di Sûriyeke democrat, firenetew û nasnameyan de…hd
Ez xwedalêxweþ nasdikim, û jibo maweyê bêhtir ji deh salan ez endamê partiya Wekhevî bûm, ez gihþtim pileya endamê þax jî.
Sala 2012an, meha Êlûnê li Hewlêrê li mêvanxaneya Çar Çira min ew
ligel hevalekî xwe ku ew jî endamê sax bû, dît û me behsa gelek mijaran
kir, ji wan jî ew bû; li gorî guhertin û bûyerên ku niha li Rojhilata
Navîn û Sûriyê dibin, me wek Partiya Wekhevî, yan jî wek ENKSê çi pilan
heye, nerîna me çi ye, hûn çi dibînin piþtî zêdetir ji 50 salî di nav
karê siyasî de? Min got û berdewam kir heger wek niha birêve biçe, dê
xort û keç, ew ên ku hene jî dê xwe bidin alî, bi vî þêweyî em nikarin
ti karî bikin…û hin mijarên din jî min li gel xwedêlêxweþ Ezîz behskir.
Bersiva xwedêlêxweþ bersiveke syre bû got: “Idrîs bi xwedê keko em ev in, tu jî azad î”
Min jî got: “Bi vî þêweyî kar nabe û tu her sax bî mamosteyê hêja.”
Min
ev tiþtê ku bi min re qewimî jibo mêjû got, rêza min jibo xwedalêxweþ
Ezîz Dawê heye û jibo her kesekî ku bidilsozî barê miletê xwe rakiribe,
helbet di vir de ez behsa dilsozî, rastî û têgihþtina xwedalêxweþ nakim,
lê ez behsa þêweyê kar û xebatê û encaman dikim.
Vêja rehma xwedê li
giyanê mamoste Ezîz Dawê be, herwisa û bi herhalî pêdiviye ez bêjim di
nav partiya wek hevî de min karê hizbî kir û em bixwazin nexwazin
bandora wê demê li ser kesayetî û hizrê min hebû, lê herwisa pêwîste
mirov bêje karê “hizbî” karekî xav bû, ne li gorî xwestek û hêza xortan
bû, helbet hokarên vê yekê hebûn, lê gelek kar hebûn mirov dikarîbû
bikra, û ti hokarên nekirinê nebûn, lê ne niyeta kirina wan karan hebû,
nejî ti pilanekî dariþtî hebû….bi herhal.
Îro di nehemîn bîranîna
Ezîz Dawê de ez dixwazim ji serkirdeyatiya Wekhevî herwisa ji
serkirdeyên partiyên din jî, erê piþtî ewqas sal tiþtek hatiye guhertin?
Mebesta min ne guhertinên li Sûriyê û navçeyê, lê belê ti guhertin di
karê we de bûye? pilaneke we ya kar heye? Xiþteyek heye hûn li ser kar
bikin? Erê çi karê serkeftî ku girêdana wê bi jiyana xelkê ve heye yan
jî nîne bûye? di kuderê de serkeftin hebû, di ku derê de binkeftin hebû?
Bernameyên we jibo Ziman, Perwerde, Keþtukal, abûrî, bazirganî û
leþgerî çi ne? armanca we ya dawî ku xwedêgiravî hûn jibo kar dikin çi
ye? Aya hûn dixwazin desthilatê bidestbixin, çawa? Heger we bidestxist
çi li cem we heye hûn pêþkêþî xelkê bikin.
Vêja ez dixwazim
nasbikim, we û xwedalêxweþ Ezîzê Dawê soza çi bihevre dabû, soza ku hûn
wek xwe bimînin, xwe neguherin, wek xwe bimînin çi bibe bila bibe? Wek
xwe bimînin li ber çavên xwe nebînin bê çawa welat ji keç û lawên xwe
vala dibe….hûn bi xwedê kin ji me re bêjin bê we soza çi bihevre dabû?!
Hewlêr 11.04.2022