Di serîde Dr brahîm Mehmûd bi xêrhatin û spasiya rêxistina MAF
kir ji bo bawerî û derfetdana pêþkêþkirina vê simînarê ,wisa ji çend
xalên giring ber bi çav kirin
• Bi balkêþî li ser vê mijarê axivî
ku ev babet( Pirsgirêkên integrasyonê bi civaka Almanî re) herî giringe
ji bo miletê Kurd di vê civaka nûde ji ber piraniya me bi zarokên xwe
ve man ku li vir li Alamya bijîn- ey vê bi dil þewat dibêjim-Dr
dibêje-xweska bi wê rojê ku em tev vegerin welêt.
• Ji xwe Dr Mehmûd
ji bîr nekir ku pênasa integrasyonê ji cemawer e bide nasîn ku got ew
pênasîna zelal bi zimanî mede hîn cih negirtiye ku xelkê me yê soran wek
(Guncandin) bi nav dikin, lê em Karin bêjin ku ew bi xwe tevlîbûna
civaka nû ye, ku di bingeha xwede têkihiþtin e yan wateya peyva
Integrasyonê li gor babet û zanistiyên cuda-cuda tê dîtin lê babeta îro
zêdetir girêdayî bi zanistê Sosyologî ango zanistên civakî ve, bingeha
gotinê vedgera peyva latînî integratio yan jî vedgere ser mirovan
,kesayetiyan ku ji ber sedemên cuda ji hev hatina veqetandin û ji nûve
di nav civakek nû de têne pejrandin.
• Ev tevlêbûn ne wek bûyerekê bi
serê xwe ye ,belkû proseyeke rojane ye û berdewame, ev bi jiyanê ve
girêdayiye.Berevajî wê Desintegration e ango bi tenêbûn ,xwedûrkirin ji
civakê û berdewamiya jiyanê di çarçoveyeke teng de.
• Întegrasyon di heman demê de wekî rengekî ji rengê nêzîkirin û pejrandina çandên cuda -cuda ye.
Armanca sereke ya Integrasyonê:
Dr
Brahîm Mehmûd Armanca sereke ya Integrasyonê, da xuyanîkirin û got ewe
ku hemû kesên li vî welatî bi awayekî berdewam û bi yasayî dijîn,bi
xurtî bibin beþek ji civakê û bi Erk û Mafên xwe jibo avakirina welatê
xwe yên ku têde dijîn rabin.
Bêguman Integrasyon hemû rûniþtvanên welat, xelkên bingehîn û yên koçber jî hembêz dike.
Integrasyon gereke bi çi þêweyî be:
Dr
Brahîm Mehmûd dibêje: Bêguman jiyana hevbeþ yan bi gotineke din jiyana
bihevre di yek civakê de eger û pêdawistiyên wê li ser milê herdû
aliyan (xelkên bingehîn û koçber ) hene:
1-Rêzgirtin li hev û dû .
2-avakirina bihevbawerî
3-hesta bihevrejiyanê û berpirsiyara hevpar beramberî erkên civakîçê.
4-pejrandina kulturên cuda cuda, parastin û pêþvebirina wan.
5-peydakirina
derfetên wekheviyê di hemû warên jiyana civakî de , xwendin,fêrbûna
pîþeyî,aborî,çandî û hw, ango beþdarbûna resteqîn were pêk anîn.
Bêguman Dewlet bi pêþenyar û pilanên xebata Integrasyonê yên berfireh piþtgirî dide vê yekê.
Þertên sereke jibo pêkanîna van tiþtên me got çine?
Dr
Brahîm Mehmûd dibêje bi dîtina min þertê yekem û herserekî fêrbûna
Ziman e , Ziman kilîta gelek deriyaye û çareseriya gelek pirsgirêka ye.
Þertê
duhem:Hewildana ji bo zanîna dîrok,çand, siyaset , avabûna dewleta
Elmaniya û sîstêma birêvebirina wê, mebesta min têgihiþtina zanyariyan
li ser sîstêma bingehîn ya demokratibûna civakê,prînsîpên parastina
azadiya derbirîna bîr û baweriya li Elmanyayê,sîstêma avakirin û
birêvebirina Federalîzmê,sîstêma xepata partiyên siyasî,
bingeha dewleta yasanasî(Hiqûqî),wekhevî,hevdû erêkirin
hevdûqebûlkirin(tolernas) û azadiya olî.
Naskirin , qebûlkirin û rêzlêgirtina yasa bingehîn ya vî welatî ,þertekî pir giringe bêyî wê bi dîtina min (Dr dibêje) nabe.
Rêzgirtin li nirx , adet,rabûn û rûniþtina civaka nuh divabû bêgirtin.
Integrasyona serketî çi ye:
Integrasyona
serketî, yanî ku mirov hest bike, ku beșeke ji civakê ȗ alîkare ji bo
pêșvebirina wê; dîtin ȗ parastina tîștên hevbeș ȗ nêzîkî hev… Jiber wê
min di destpêkê de got(Dr dibêje), ku Integrasyon proseyeke dȗr dirêje ȗ
ji du aliyaye: Yanî: Kesên xelkên cih (ku piranî ne) amade bin ji bo
qebȗlkirina Kesên nȗ; ȗ Kesên nȗ jî amade bin, jiyana xelkên cih qebȗl
bikin, rêzê lê bidin ȗ bistênin, yan wekî din bistênin ȗ bidin !!
Integrasyon li Elemaniya bi ҫi þêweyî bi rêve diҫe?!
Entegrasyon bi șêweyên cuda pêk tê û ne tenê bi aliyên siyasî, civakî-aborî, çandî an olî yên koçberan ve girêdayî ye.
Întegrasyon
nayê wê maneyê ku kes an komek neçar e ku bi hele di civata nuh de
wisa jî dev ji paþxane (xelfiyet) û nasnameya xwe ya çandî berde, ku wek
mînak bi ziman, ol an kevneþopî tê naskirin.
Pêvajoya pêkvejiyanê
ji nêzîkbûn, nîqaþ û danûstandinên bi hevdu re, dîtina hevbeș, cudahiyan
û hilgirtina berpirsyariya hevpar ji her du aliyan pêk tê.
Sewiyên , Pêpelukên Integrasyonê ҫine?
Çar
sewiyên, yanî Qonaxên sereke yên Integrasyonê hene: Integrasyona
strukturel yan heykelî, ya civakî, ya ҫandî , rewșenbîrî û ya ku
grêdayî bi Nasnamê ve (Adet u teqalid...)
1-Intêgrasyona Strukturel
yanji Heykeli: Di rewþa pêkvejiyana nȗ de, koçber wek endamên civakê tên
naskirin û derfetên civakî yên wekhev di hemȗ waran de, distînin.
2-
Integrasiona çandî tê wateya: qebûlkirin û naskirina (beșekî, heger ne
bi temamî be jî) ji nirx û traditsyonên ku bi salan di civakî de hatine
ҫandin ji aliyê koçberan ve.
3- lê entegrasyona civakî behsa
asta taybet dike û vê rastiyê diyar dike ku di navbera piraniya civakê û
koçberan de têkiliyeke azad û kesane çêdibe.
4- Integrasyona
girêdayî bi Nasnameyê ve: Ji bilî van astan, entegrasyona bi nasnameyê
(kesayetî) ve girêdayî ye, ev yek pêþveçûna hestekî kesane yê ku bi
bicivakê ve tê girêdan. Integrasyon hemî an tenê hin qonaxên ku hatine
destnîþan kirin digre. Hemȗ astên entegrasyonê bi þertan ve girêdayî ne.
Mînak, hewcedariya mirovan bi perwerdehiyê, pozîsyonên civakî, bi
zimanê herêmî bi axivin û hestek kesane ya xwedîtiyê pêþ bixin an jî xwe
wekî beþek ji civakê bibînin. Ev tê wê wateyê ku hem ji civaka mêvandar
û hem jî ji kesên xwedî paþxaneya koçberiyê daxwaz hene.
Rêyên ber bi Integrasyonê ve:
Weke me got(Dr brahîm dibêje) Integrasyon du alîye: Dan û standine...
Divê
di civaka piraniyê de (Xelkên cih) derî ȗ singa xwe vekin û rê bidne
koçberan an jî zarok û neviyên wan ta ku hevpar,û perwerde bibin, wisa
jî di hîndekarî û bazaran re derbas bibin.
Divê rê li ber
newekheviyê, cudakarî û nijadperestî bi xebatên perwerdehiyê bê girtin û
bi rêgezên qanûnî yên guncaw bên cezakirin.
Gerke koçber jî
weke civaka piraniyê hin mercan pêkbênin: ew jî divê sing ȗ deriyên xwe
vekin ȗ integrasyonê bi xelkê cih re qebȗl bikin. ; ev yek bi rêya
fêrbȗna ziman, qebȗlkirin ayasa bingehîn Uhw,tê bi cih kirin
Mafên Parastî di Destûra Elemanî de!
Qanûna
Bingehîn ya Almanyayê mafê azadiya raman, azadiya wijdan û azadiya olî
garantî dike. Ev xalên sereke ne ku bandorê li entegrasyonê dikin, û
pirs ewe gelo ev azadiya ku heye hetani çi pêpelûkê koçber dikarin qebûl
bikin û di praktîkêde pêk bînin. Mijara nîqaþa giþtî ye. Xwezayîbûn jî
di vê çarçoveyê de cih digire. Ew ji hêla gelek mirovên bi paþnavê
koçberiyê ve tê xwestin û hem bi erkên sivîl û hem jî bi mafên sivîl ve
girêdayî ye.
Siyaseta Integrasyonê li Elemaniya!
Li
Almanyayê, polîtîkaya entegrasyonê bi giranî ji aliyê BAMF Komîserê Koç,
Penaberan û Entegrasyonê ve tê avakirin. Erka wê pêþvebirin û
xurtkirina jiyana hevbeþ ya di navbera Alman û koçberan de ye. Weke
mînak, Plana Entegrasyona Neteweyî di havîna 2007-an de hat amadekirin,
ku tê de gelek soz û tedbîrên dilxwazî yên têkildarî entegrasyonê bi
beþdariya komên siyasî û civakî, di nav de komeleyên koçberan, dihewîne.
Nimûne kursên ziman an entegrasyonê, bernameyên perwerdehiyê yên
taybetî an jî ferzkirina pargîdaniyan ku hêza xwe ya kar "ji hêla çandî
ve cihêreng" bikin.
Pilane Integrasyonê li Elemaniya / yan jî siyaseta milî a fermî di vî warî de
Konferens û kongireyên salana bi Muhacira re...
Plana
entegrasyona neteweyî encama duyemîn civîna bilind a entegrasyona
neteweyî ya di navbera hikûmeta Federal, Eyalet, Þaredarî, nûnerên komên
civakî û koçberan de ye. Armanca lûtkeya pêkvejiyana neteweyî,
diyalogeke berdewam û birêkûpêk di navbera hemû aliyên beþdar de ye.
Hikûmeta
Federal serkeftin û têkçûna tedbîrên lihevkirî di navberên rêkûpêk de
dipîve. Di Hezîrana 2009an de, Komîserê Koçberî, Penaberan û
Entegrasyonê yekem raporek nirxandinê pêþkêþî raya giþtî kir ku rewþa
jiyanê ya mirovên xwedî paþxaneya koçberiyê bi karanîna nîþaneyên wekî
jiyana civakî, rewþa qanûnî, perwerde, dahat, rewþa xanî û tenduristiyê
dipîve.
Hikumeta Federal ji bo ku li rewþa taybet ya koçberên ciwan
an jî zarok û neviyên koçberan binêre, civîna heri bilind a
Ciwanan(gêncan,xortan) ya ku bi taybetî rewþa perwerde û hînkirinê ber
bi çav kir, damezirandin.
Konferans û Kongrên bilind yê Integrasyonê:
Konferansên
ku ji 14''''''''''''''''ê Tîrmeha 2006''''''''''''''''an û vir ve ji aliyê nûnerên siyaset, medya,
komeleyên koçberan û her wiha komeleyên kardêr, sendîka û komeleyên
werzîþê ve li Serokwezîriya Berlînê tên lidarxistin, bi armanca
çareserkirina pirsgirêkên koçberan weke lûtkeya entegrasyonê tên
binavkirin. Entegrasyonê li Komara Federal a Almanyayê di
nîqaþên-gotebêjin- giran de ye.
Hetanî vegavê 13 Konferansê Lutke
(Bilind) ȗ bi beþdariya siyestmedarê herî bilind ( Merkel) ȗ nûnerên
hemȗ warê civaka Elemanî ȗ biyanî hatine li darxistinê, daku bikaribin
pirsa Integrasiyonê ҫareser bikin.