Mêvanên birêz: Kat û demên we ronîbin
Di bîstemîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir seydayê Tîrêj de, her wê bimîne çirayeke vîketî di dîroka wêjeya Kurdî de, ku ji xwe evan hozanvanên bi rûmet, zimanê me,wêjeya me,folklore me, serpêhatiyên me, þoreþ û serwerên me , di wijdanê gelê Kurde parastin.
Hevalên hêja:
Bi navê yekîtiya giþtî ya nivîskar û
rojnamevanên Kurd li Sûriyê em ser saxiyê ji malbata seydayê nemir Tîrêj
re dixwazin, her wiha jî Xudayê berz û gewre bihuþta xwey rengîn bike
par û piþka wî, wisa seyda bi dilovaniya xwe þabike, ku timî fîxana
Bilbilê xwey dil þad li nik hewdê sorgula di bin sîka dara (Sedret
elmuntiha)de bibhîze, pêre jî axaftina xwe bi ewî Qulingê ku ji refê
xwe dûrketî berdewam bikê.
Hevalên hêja:
Wek em dizanin ku
seydayê Tîrêj helbesta xwe bi rengê kilasîk di rêst, ji xwe pênasîn bi
wan coreyên din wek helbesta serbest, azad, bexþane, ne dikir, ewî wek
þakirtê Ehmedê Xanî û Melayê Cizerî xwe di dît.
Çar merc seydayê Tîrêj li ser nivîstokê di danîn ta ku wê wek helbestê bi nav bikê:
1-Ristin 2-Awaz 3-Qafiye 4- Naverok
Ji vêjî helbestên wî bi hesanî û xweþbûn dihatin awaz û belavkirin.
Hêjayî
gotinêye ku nemir seydayê Tîrêj gelekî bi xursta welêt ve hatibû
girêdan, ta navê çiyayê Kurdistanê li her sê dîwanê xwe kirbûn
1-Xelat 2- Zozan 3- Cûdî
Bawerim
ku gerek baþ li her çar parçê Kurdistanê kiribû,çûbû hemî deverên pîroz
ji xaka welêt, Dicle û Ferat, çiyayê Barzan, gora Mem û Zînê, Birca
belek, laleþ û warê Siyamend û Xecê, û geleg deverên din.
Hevalên heja:
nemir
seydayê Tîrêj mezin bû, û wê mezin bimîne,þevek yan simînarek bi tenê
mafê Tirêj nadiyê de, emê hewl bidin ku vekolîn û serhevdeyên dûmahî di
dermafê vî lehengî de pêkbînin.
Ku ji xwe armanca me wek yekîtiya
giþtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê, danehev û parastin û
komkirina berhemên niviskar û helbestvanên meye, wisa jî çapkirina
pirtûk û dîwanan wan di pêþerojrke nêzîk de.
Silav bo giyanê nemir seydayê Tîrêj
Spas û silavên herî germ bo beþdarbûna we mêvanên hîja.
YNRKS
26.03.2022 Essen