Rojbûna serwerê kurdan
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ãÇÑÓ 2022
Mijar: Nûçe



Gotina YNRKS ku hate xwendin ji layê bavê Zozanê ve, di ahenga rojbûa serwerê doza gelê kurd Mela Mistefa Barzanî ku rêxistina Elmaniya ya partiya dêmuqrata Kurdistan- Sûriya di roja 13.03.2022 li bajarê Essen ê en aheng li darxist.

Mêvanên hêja  amedebûyên  berêz:
Bi navê yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya em vê roja pîroz li xwe û we tevan pîroz dikin.
Roja çêbûna damezerê partî dêmuqratî Kurdistan- Iraq
Roja çêbûna serok artêþa komara Mihabad.
Roja çêbûna endezyarê aþtiyê bi Bexdê re ku di sala 1970 ê de rêkeftina 11ê avdarê wek destkefteke giring bû,ji berhemên þoreþa eylûnê ku mafê Otonomî bo gelê Kurdistanê hate çespandin.


Hevalên xuþewist:
Hêjaye gotinê ku em bêjin ku navê  Mela Mistefa Barzanî bi giriftara miletê Kurde hatiya girêdan ku hemî salên jiyana xwe terxan kirin ji bo xizmet û bergêriya mafê rewa yê miletê Kurd wisa jî qurbaniyên giranbiha danîn bo kurd û Kurdistanê, lome jî di dirêjiya 43 ê salan de ma û wê bimîne di wijdanê gelê kurd e, ku bi rastî tevahiya miletê kurd  û em jî we yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya, wek bavê netewa kurd em Mela Mistefa Barzanî di her çar parçê Kurdistenê de ,di bînin.

Hevalên hêja :
Nemir Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ya afsane di þerde qedand,lê timî digot em ne þerê miletê biyan dikin, em ne þerê miletê Ereb dikin, em neþerê netewa wan dikin , em þerê deselat û ferweriyan dikin, ji ber milet  dimîne,deselat diçe.

Mêvanên bi rûmet:
Çilo em spasiya partî dêmuqratî Kurdistan-Sûriya dikin bo vê bîranînê vê ahengê wisa jî em spasiya xwedê dikin ku ev tovê cangorî,tekoþer ji hev ne qetand, ku tiþtê herî balkêþ û ber bi çav ,serokê hêja Mesûdê Barzanî rêça bav û kalê xwe di þopêne, rêça rûmetê,rêça avakirina dewletê loma îro herêma Kurdistan-baþûrî Kurdistan- bûye wek nimûneyekê di rêveçûn û avakirinê de ku bûye qûbletgeha hemî serokên cîhanê.

Hevalên jêja:
Dive em ji bîr nekin ku roja 25 rezbera 2017an rojeke dîrokiye di xebata tevgera azadîxwaza nûjen de,ku ji sedî 92 an rêfrandom erêkirin,ev bi xwe ancax serokek bi meznaya Mesûdê Barzanî karibe pê rabe.
Ji bo bûyerên þevê dî 12.03.2022  ku Îraniyan bi 12 mûþekên palistî hêrîþî Hewlêra paytexe kirin,serok Mesûd Barzanî got wê Hewlêr bimîne keleha pêdariyê pêþberî Holakiyên nuh.

Bêguman hêrîþ tevlî acandeyên wanî gemarî metirsîdar,nameyeke  bo vîna gelê Kurd lê bi saya pend û þarazîya serok Mesûdê Barzanî, hêmen û hedana hewlêra berz û bala her û her wê bimîne  weka dara Biyê ti  ba û bahoz nikare wê bi livîne , wisa jî hemî pêlanên dijmin li bin sîka wê darê wê bêne herfandin, vîna evînû azadiyê wê bi serkevê,ala aþtiyê her wê bimîne bilind li ser ezmanê Hewlêra bejin rîhan

Serbilindî bo pêþmergan
Silav bo vê roja pîroz,silav bo komîta amedekar,silavên herî gerim bo mêvanan, bo beþdaran.
YNRKS 13.03.2022
Bavê Zozanê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5708