Adarê! Dêmê Qamiþlo..
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 ãÇÑÓ 2022
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Adarê!
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare


Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Þil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji þewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te de
Dêmê Qamiþlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik wek xunava buharî
Tê xwarê û
Dengê nalînê di qirika xelkê de
Li hev vedigere..
Erê adarê
Dêmê Qamiþlo
Di sikak û kolanan de
Di girî..






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5707