Gotinek di Roja Zimanê Dayikê de
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÝÈÑÇíÑ 2022
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistabê zimanê Erebî nîþana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî niþana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîþana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her netewek bi ala xwe a rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, anku zimanê Kurdî nesnameya netewê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.


  Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk þerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêþve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
  Ji sala 1923 an ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan þerê zimanê me kirine. Zimanê me wek sembola paþverûtî û nezaniyê destnîþan kirine û dikin. Û ne tenê planên biþaftina çand û ziman li ser me kurdan meþandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paþketî û asîmîle bikin.
  Zimanê dayika me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye. kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Þeref di dinayê de belav bûye.
  Eger Saziya UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartiye û bi nav kiriye.. Werin em jî vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin û vê gotina mîr Celadet Alî Bedirxan bîbir bînin:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka þexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Þam/1942.
(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, þerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewþiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Þam,1941
Qamiþlo 21/2/2022






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5692