Hižź zanyarī a rojhilat navīnī di rūbirūbūna serkotkirinź
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 09 ŻČŃĒķŃ 2022
Mijar: Nūēe



Rêber Hebûn

Pêžçavbûna  mirov ji rûxiserên jiyana xwe ve bi awayek î rêbazbûyî û bi žêwazek î ragîrbûyî ve  ewa parek e ji serlêdanê ye ji diyareyên civakê re û žopê wê li ser reftar û  berepêžiyên wî de, û bi zimanekî berpirs dikare bi kêmaniyên xwe re bide û bistîne bi giyanê rexneyê, taku žopa cîgehê di xwe de diyar bike û žopa wê ya razber li ser destnîžankirinên wî  de jî.
Pêžçavbûna me ji rûxiserên rewžên me yên pêždestbûyî re ewa bi nav de çûnek e zindî ye ji tižtê ku li civakê de tev  diqewime di rêya pencereyên me yên xweser de, ji ber ku peywendiya takes û civakê peywendiyek e tevlihev e ,  tižtê wek dîrok lê binavbûye berz dike,  yê rewežt , pêgirtin, û sîstemên desthilatbûnê kurt dike.


Ji ber ku civakên yên li pey hev hatin e pažgukirin û dûrxistin ewan civakên yên têde takes pažguh  û bêrol bû , û di çarçoveya pažgukirin û zorenga deronî  de ligel hevparên  xwe yên lawaz hiž û sawîlk têgihîžtin dorpêç bû.

Li gel wê ramana zanyarî bi temamî hatibû nediyarkirin ji komên yên bi peykeran bawer bûn, û xwe  ji melle , welî , generalên ležgerî û kesayetên bavanî  re noq kirin, û ev di rûxiserên civakên rojhilata navîn de diyar dibû, ji ber gelek derd kižandin ji serdeskirina ramana neberçav yê ji ol bi žaxê wê ya comî ve û ji netew bi rengê wî yê dûrxistî û žofînizm ve du destik in ji zordarî , neberçavkirin û  berfermankirinê, li gel vê yekê jiyana demukrat di hizrên tofên wan de hatibû gunokirin, û bi hižmendiya mildan û pêreviya hertimî ve hatibû  batîkirin.

Û belavbûna sûdwergirtina  rojarbûyî di nav civakên yên derdê niqombûna gemiya xwe û windabûna hevsarê jiyana xwe dikžîne bi encamê gedeliya siyasetmedarên xwe ve ,hîžtibûn rûberên erdê xwe û temamî  hatinên wê  pažmakek e nemir be ji ewê tê binavkirin mêtingeriya derveyî, ji ber ku tižtekî normal e ku ew valabûna bê dagirtin hundirê civakên yên rêbaz û žêwazê ramana rexnekar windakiribû, û herwisa di wê de giyanê alîgirtinê  ji rêberên rizgarker re hatibû cîgîr kirin.

 lêkolîna li ser çawaniya berhemdana xwedî hižmendan pêvajoyek e zor e, pêdiviya wê bi bandorkirina zanyarî a hevrêzkirî heye di nav gelek zanyar de yên dixwazin žer  bi nezanîkirinê re bikin û  ew pižtre têkrayek e ji destpêžxerî û karên curbicur in, dirjin di yek rêjgehê de, û ewa tekezî li dermankirina tižtê hatibû pažguh kirin û dan û standin bi aloziyan re, bi awayekî rêbazbûyî û bi giyanek e hevrêz, di navbera hemî  kesên ku li wateyê digerin ji gera mirovê hižmend yê sermedî di nav zorengên zehmet de ligel dadgehên sûraxkirinê ên riwên xwe ažkereikirin bi žêweyên diyarbûyî.

Û ev me dihlêle di ezmûnek e zehmet de, ku  çendîn em dikarin serkeftî bin ji bo rastiya berzbûyî di parastina destkeftiyan de û hemî kedên yên  ketibûn  di rûbirûbûna hêzên serkotkirin û  efsanê de,beranberê dengên bangdayî ji bo ji sawîra cengê  yên hevbendiyên wêranker encam dan rizgar bibin, hêzên yên li ser wêranî û parçebûna civakê dijîn, û mînaka diyar ew pêvajoya buhara erebî ye, ku mîna dûbarekirina nirxên hovîtî û dirindiyê bû û bi dîmenek e nûjen,  bi xwe re bizdan, aloziyên aborî û koçberiyên dûhevhatî derxist.

Ji bilî  aloziyên yên ji vê buhara xwînî ve derketin , bi nûkirina amûrên serkotkirinê beranberî dengên yên demukratî û azadiya derbirîn û nerînê di jiyana siyasî de dixwestin, ev bû sedem ji vegera hewayên tirsê ji pêžerojê , û bi awayekî mezin ji bo bicihkirina koçberiya takekesî alîkar bû, kêlek zanyarê bîrawer yê li benda dawîbûna jiyana serkotkir e, û vegera jiyana yê ji žaristaniyê gelek nirxên sirûžtî werdigre, yê deqanokeke ramanî berhem dabû, û civakê hîžtibû berve avakirin û  xwežiyê ve biçe, bi guherînê ji rêbaza ceng, û serkotkirina azadiyan,yên bi demê re teqandinê wek encamek e neyînî peyda kiribû.
Ew teqandina gewre  yê ji  kombûna žažtiyên desthilatdariyê dermafê civakê encam da, tižtê ku hîžt bêserûberî bicih bibe bi hemî žêweyên xwe yên koçberîbûyî, ji ber ku ji nû ve çareserî û guhertina demukratî binkeftî bû, ji bo ew gelên yên fêrî serkotkirin û çepikdanê ji kesê bi hêztir bibûn, û dijberiyên xwe li kêlek dijminê welatên xwe sekînîn, dema em  rikberiyekê di navbera desthelat û dijberiyê de dibînin li ser ku kîjanî ji wan  bêhtir xwe bi serve  hêzên herêmî bide, li ser hesabê gelên xwe li rojhilata navîn de, ji ber vê em desthelatiyek e rewa û hilbijartî nabînin û ne jî dijberiyek e rewa û civakê nûner dike dibînin,û ev jî xirabtirîn tižt e,û bi demê re gelek windabûn berhem dabû, ji valahî û tunebûna çareseriyê, ji ber ku pirojeyên herêmî , aloziyên civakî bi xwe re anîn, û encamên neyînî li ser cîhanê bi gižtî anîbûn, û hižyarî bi metirsiyên pêžrojê dabûn.

Van kêžeyên dûhevhatî , yên civakên girêdayî bi zîncîrên tirs û serkotkirinê  dikžînin, ji encamê tengbûna hizrên serwer ji siberojê re, ji ber ku tižtek cîgirbûyî  û qayîm nîne, û her ku serkotkirin zêde bibe , tirs jî zêde dibe,û ji vir em dikarin bêjin ku ev tižt ne tenê di çarçova tirsê desthelatdar ku nemîne li dersthelatê lêbelê ew tirs ketibû hundirê hemî tofên civakê.








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5687