Konê Reþ Sersala Kurmancî: Eva ku piþtî sersala Zayînê ye bi 13 rojan, anku 13 meha kanûna duyemîn e. Berê, pêþwaziya vê Sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiy xwe de pêþwazî û beþdariya wê kiriye. Li gundê me (Doda), di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin (Qirdikê Sersalê). Di nav ken, henek û þahiyê de, li nav gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku diçûnê ji wan re digotin: Serê salê binê salê Xwedê lawekî bide kebaniya malê.. Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê.. An digotin: Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê..
Belê min nasnekir bê navê cejna Batizmiyê ji ku û çi hatiye,
hin jî ji vê cejnê re dibêjin cejna (Pîr Alî). Ev cejin taybet bi kurdên
Êzidî yên eþîra Çêlka ye. Ev eþîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê
Dasika û Çêlka) ye, gundên vê eþîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin,
anku li herdû rexên sînorê Sûriyê û Tirkiyê belav in. Her sal xelkên vê
herêma ku me bi nav kir, pêþwaziya cejna Batizmiyê di roja dawî ji
kanûna yekê de dikin. Belê di roja çarþemba berî wê de, kar û bar ji
Batizmiyê re dibe wek: Serjêkirina pez, çêkirina nanekî taybet bi wê
cejnê ku jêre dibêjin nanê (Xewrê) û Leylet Elqedir..! Belê roja îro
piraniya Êzidiyên Sûriyê koçberî Almaniya bûne, êdî nema guhdan wek berê
pê heye..
Dam û Dinh: Ji min re hat gotin ku ev roj an ev
þev di çilê çil de ye, belê kîjan roj e, kîjan þev e, min nasnekir..
Gotin: Þeva Dam û Dinhê, mezinê gund, an zanayê gund dibêje: Îþev Dam û
Dinh e. Vêca di wê þevê de her malek gundiyan xwarinek xweþ ji goþtê
dermala xwe çêdikin.. Xuya ye ku di wê þevê de guhertin di navbera wezên
salê de çêdibe..
Di baweriya min de ev þeva Dam û Dinhê, Leylet
Elqedir a cejna Batizmiyê û di dawiya kanûna pêþî de ye, anku di çelê
çil de ye.
Lê, bi hatina misilmantiyê re hatiye qedexekirin
guhertin bi Dam û Dinhê. Dema min dest bi vê lêkolînê kir, ez bêrgî
gelek asteng û dijwariyan hatim; ew kesên ku di nav wan bîr û baweriyan
de mezin bûne, kêm mane. Yên ku mane jî, huþê gelekan ji wan nakiþîne û
nayê bîra wan û ya herî seyir, dema min ji hina dipirsî, qerfê xwe bi
pirsên min dikirin, dikeniyan û digotin: Ma ev ne tu Konê Reþ e!! Ev te
çi berê xwe daye van qerwelkên vala?!
Bi hêvî me ji kesên ku bêtir pêzanînên wan li dor van herdu cejnan heye, min agahdar bike û spas.
Konê Reþ, Qamiþlo