Sersaxiya hunermend Selah Resûl
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 äæİãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Di 1 Mijdara 2021an de srexweşi (Behîdarî)ya hunermend Selah Resûl li hola Şîraz li bajarê Herne  li Almeniya hat li darxistin.
Serxweşî ji layê Yekîtiya giştî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê hate birêve birin.
 Dor demjimêr 12 ê nîvro dest bi sersaxiyê hate kirin û ta 8 î êvarê berdewam kir,bavê Zozanê(YNRKS) bi rengekî fermî rê û rismên sersaxiyê bi rêve bir,hemî birûskên behîdariyê ku bi rengekî zindî digihşta destê me li ser masê bi hûrdengê dihatin xwendin û pêşkêşkirin  .


Malbata nemir jî bi fermî wek irf û adetyê dinyayê pêşwaziya mêvanê xwey pir dikirin ,ku ji hemî milê civakê amede bûbûn, bi qefl û koman dihatin"  siyastmedar,partî ,nivîskar,rewşenbîr,hunermend,rêxistinên jinan ,komelên sivîl,parêzer û mafnas ,tîmên fotbolê,karker û hemî dilêş û hezkiriyê nemir Selah Resûl"
Bi gotineke kurt bavê Zozanê dest bi vekirina sersaxiyê kir:
Mirin tal û şêrîne
Ti gunehê wê nîne
Yê em dane bê kîne
Çi da çi bir yên wîne
 Xodah cihê wî xweşkê
Li cem xwe wî nuh teşkê
Ew bi dana xwe ya pir
Dide her mirovê mir
Beheşta ku wî çêkir
Dûr ji daxdana êgir
 Dost û hevalên hêja,malbata nemir Selah Resûl,mêvanên delal:
Îro em dizanin ku ku rojeke xemgîne,rojeke reşe,li gel hezkiriyên bavê Rojîn Selah Resûl ku wek leşkerekî nependî nêzî 60 salî xizemta çand û hunera kurdî bi dilşewat dikir,govend û şahiyên Qamişlo li ber awaza Çoxê mino bi sema û dîlan dikir.
Bêguman çûna hunermend Selah Resûl zirareke mezin gihande huner û mûzîka kurdî li seranserî Kurdistanê ku ew stêra geş ji tara Enteriyê di 27.10.2021 li Almaniya hate xwarê lê wê tim li Qamişloka rengîn ronî û şewq bide.
Mêvanên hêja:
Nemir Selah Resûl her wê bimîne parçek ji bîranîna gelêrî ya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku ew bi xwe stûneke herî zengîn û balkêş bû di konê strana kurdî de.
Hêjaye gotinê ye ku di Mihrecana helbesta kurdî de ya ku di 23.10.2021 li "Essen"ê çêbû
hunermend Selah Resûl hate xelat kirin ji layê Yekîtiya giştî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê wek wefadariyê ji ber keda wî ya dirêj di warê huner û strana kurdî de,lê mexabin nikarî bû amede bibe ji ber ku di nexweşxanê de bû.
Serê me û we tevan sax bê,cihê wî bihişt a rengên be.
Piştre herkesê ku xwest beşdarî sersaxiyê bibe çi partî çi kesayet ,derft jê re hate dan ku  gotin û hastên xwe diyar bike ,ji wan
1.Hevîz Rihman gotina(YNRKS)xwend.
2.Xedban Resûl .gotina malbatê.
3.Ebdulkerîm Hacî .gotina encûmena niştimaniya kurdî.
4.Heval Issa gotina partî Yekîtî kurdistanî Sûriye.
5.Hekîm Sefqan Tev çand.
6.Imad kakilo Hunermend.
7.kaptin Mihyedîn Temo bi navê lîstikvanê Qamişlo axivî.
7.Bavê Ciwan bi navê hevalên nemir Selah Resûl.
8.Xorşîd Mistafa  bi navê xortên keleha tara Enteriyê axivî.
9. Dilşêr kurdistanî bi navê Yekîtiya hunermendên kurdistanê.
10.Fixrî bavê Dilo hevlê nemir.
11.kak Dêrsim nûnerê ewropa yê partiya PYD.
12.Ebdul kerîm Şêxo.
13.Zubêr Salih Arta FM
 14.Ekrem Sîtî endam û hevalê koma hunerî.
 bibûrin eger min hin nav jibîr kir bin.
Ji xwe her birûska ku digihşte ber destê me ji civatê re dihat pêşkêş kirin. Ji wan:
Ya hunermend Şivan Perwer
Çawa baxçe bê gul û gulîlk, welat bê jîngeh û jîyan nabe, wisa jî civat,  gel û gelmend jî bê huner û hunermend nabe.
Ji xwe Welat û gelên bê huner ya têk çûne  û di  nava rûpelên dîrokê de wendane bûne, yan jî têk diçin, ger huner ê hunermendî jar û lawaz bibe.
Gelê Kurd bi tevayî di warê huner û hunermendî de, her çendî di dewra  netewemendîyê de, saz nebûbe jî xwedanê dîroka dewlemendiya hunerê şahrezayîye.
Gelê me bi  her rengê berxwedanê xwe  ji wendabûnê parastiye. jiyana xwe ta sedsala 21 an anîye. Yek ji van resenê xweparastin û berxwedanê ji huner û hunermendiye.
Lê li gor zagon û guhertinên jiyanê di her hêlên jiyana mirovan de jî yek jê ji rengê guhertinê anjîyane( dilovaniye)
Di  van şapatên dawiyê û lêrasthatina nexweşiya vîrûsê de me gelek mirovên xwe yên  hêja wenda kirin.
Ez baş nizanim birayê me, hunermendê navdar û hêja Kekê Salah Resûl bi çi nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye, belem her çi be, ji bo me dilovaniya wî wendakirinek mezin  û xemdare.
Bi huner û hunermendiyê xizmetek mezin bi rengê zemawend û dîlanan, şevbêrk û xweşxwanan, dilxweşî û şadimaniyan de rolekî mezin lîstiye û hunermendekî serekayîye.
Emê çi car nikarin wî ji bîr bikin û nayête ji bîrkirin ji ber ked, xebat û xizmeta wî….
Rehmet û ronahiya Xweda li ser û li gel be.
Serê Malbata Wî, Dost û Hevalan û gelê Kurd sax be…

Partiya dêmuqrata kurdistan- Sûriya
Rêxistina Ewropa
Behîname .
Rêxistina Ewropa ya Partiya dêmuqrata kurdistan- Sûriya
birûska behîdariyê araseyî malbat  û hezkerê Hunermend Selah Resûl dike....
- Malbata xudê jêrazî Selah Resûl,
Dost û heval û hezkerê wî.
-Bi xem û kovaneke mezin me  nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî hunermendê xudan şan Selah  Resûl  bihîst
Bê guman hunermendê navbûrî xudanê roleke herî  giring bu di warê berhevkirin û parastina strana kurdî ya resen de.
  Jiyana xwe terxankir bi hûnandina Stran û awazan , û karî bi ked û şêweyê xwe yê taybet dilê guhdarên  xwe şad û bextyar bike û di heman demê de  keletorê kurdî dewlemend û zengîn bik e.  
û bi oxira wî Stêreke geş ji asîmanê hunera kurdî helweşiya .
Bi vê bûyera diltezîn em behîdariya xwe û tevaya  hezkerê Hunermendê xudan helwîst dikin .
Û hêvîdarin ji yezdanê mehrîbnan  wî bi  dilovaniya xwe hembêz bike û cihê wî  li buhişta berîn be...
Partiya dêmuqrata kurdistan- Sûriya
Rêxistina Ewropa .
Gotina YNRKS Hefîz Rehman
Malbata hunermendê nemir Selah Resûl,
Dost û hevalên wî,
Beşdarên hêja,
Kurdistaniyên qedirgiran,
Hunermend Selah tê jimartin yek ji simbolên bergiriyê di hunera Kurdî de, ko bi saza xwe, dengê xwe, hizr û ramanên xwe di meydana bergiriyê di ber mafê miletê xwe de bi mêranî tevî hemnifşên xwe ji hunermend, nivîskar, siyasetmedar û çalakvanan xebat kirine, û di ber nasname, ziman, û hunera kurdî de di riwê rêjîmeke tund û tewankar de mîna rêjîma Basa şofînî rewestiya ne, ew rêjîma ko hemû hovîtiya xwe terxandibû bo qirkirina şaristanî, hebûn û taybetmendiya Kurdan, û pişaftina wan di riya erebkirina sistematîkî neçar de.
Destpêka jiyana wî ya hunerî vedigere sala 1970, û pê re navê wî bi lez belav dibe, û di sala 1972 li bajarê Helebê beşdariyê dike di ahenga şahiyê bi peymana destelatiya otonomî ya di nabera şoşerşa Kurdî û rêjîma Îraqê de, ko ji hêla yaneya Efrîn hatibû lidarxistin.
Pey re jî komên Folklorî û hunerî damezrandiye, di şahî û Newrozan de çalakiyên hunerî lidarxistiye.
Di wê dema awarte de, ne radiyo, ne televizyon, ne çapemenî hebûn, stiraneke Kurdî şûna xwepêşandanekê digirt, eger nebêhtir ba, ew stirana  ku ji hêlekê ve bergiriyeke giran bû di ber kurdewariyê de, di ber parastina folklor, wêje û hunera kurdî de, ji hêla din ve bingeha avakirina têgihiştineke netewî bû.
Di vê meydanê de nemir Selah awazin bedewî semaker ji helbestên seydayê Cegerxweîn, hem seydayê mele Nûriyê Hesarî, mele Ehmedê palo, ….Xeznewî û Mûsa Zaxuranî û hin din stiraye, tevî helbestin wî yên tabet, ko gelek ji wan ta niha govenda Kurdî di şahî û Newrozan de dihimhimînin.
Mîna gelek kesayetî û hemnifşên xwe Bandora astengiyên jiyana rojane nikarîbûn wan bêhêvî bikin, lewra demeke dirêj wek karkerekî demikî barhilgirî di werzên çinînê de li mîra dikir, û pê re jî di meydana sporê de wek piştgîr û lîstikvan bû di tîma Selaheddîn de, ko li ser navê lehngê Kurd Selaheddîn Eyûbî hatibû binavkirin.
Me, wek yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li sûriyê agahî dabû hunermende bavê Rojîn bi xelatkirina wî mîna wefadariyekê ji ked û xebata wî re, lê li ser daxwaza wî dihate bipaşxistin, bi mebesta derbasbûna rewşa awarte ya Koronayê, lê mixabin koça wû ya bilez derfet neda ko ew jî karibe sozên xwe bicî bîne di dikumentkirina hemû berhemên xwe û tomarkirina dawîtirîn berhem.
Di dawî de, hêviya me ew e, ko hunermend û heval û hogirên wî karibin karên wî yên hunerî biparêzin û bi awayekî nûjen belav jî bikin.
Emê jî ji hêla xwe ve karbikin, ko beşekî taybet bi jiyan û hunera wî di rojnama “Pênûsa nû” de biweşînin.
Careke din serê we û malbata wî, heval û hezkirên wî sax be.
Cihê wî buhuşt be.
Komele Ronak:
Ji komeleya Ronak ya çandî û Civakî Bochum Almaniya
Bi boniya koçbûna hunermendê kurd ê navdar û mezin Salah Resûl em di xwazin sersaxiya malbata hunermendên kurd û hemû hezkerên hunermendê mezin Salah Resûl bikin bikin,çi kesên ku li welêt bin yan jî ji derveyî welêt bin hunermend Selah Resûl ked û xebata wî ji bo çand û hunera Kurdî nameyek e zelal bû wê bimîne cihê rêzgirtinê.
Malbata hunermendê mezin nezin û hemû hezkerên wî serê we û me tevan sax be xwedê cihê wî bike Bihiştî a ppîroz.Xwedê sebir û hedanê têxe dilê we bika serê gelê Kurd sax be.
Komeleya Ronak .e.v-Bochum.
Binavê nûnerya  partya dîmuqratî kurdstana sûrî li Elmanya.
Sersaxya malbata hûnermend selah resûl dikin serê miletê me saxbê  di koç barkina vi hunermendê hêja Iro em rola wî berçavdikin di xizmeta hunera kurdîde û pêşketina kultûra  miletê me
Hezar rehmet li gyanê wî bê serê we dîsa  sax bê .

Çend birûsk bi zimanê Erebî gihiştina me ji xwe di sersaxiyê de bi zimanê nivîsî hatin xwendin:
• Komela kultûrî ya Kurdên Solingen.
• Nvîskar Sebrî Resûl.
• Kamîran Ibrahîm Zanîngeha Selahedîn beşê huneriyê.
• Partî dîmuqratî kurdî .Suriya)Partî)
• Salih nemir partiya vîna gelêrî.
• Saziya jina kudî Azad.
• Malbata Roj "newz" ya nûçeyan.
• Necah Hêvo RODOZ
• Şepêla pêşeroja Kurdistan Sûriya.
• Encûmena sendîka Rojnamevanên kurdistana Sûriya.
• Nivîskar Cemal Hemê.

Hin ji gotinên nemir Selah Resûl ku di sersaxiye de hatin xwendin:
Ez hunermendê yekemîn im ku Newroz li bajarê Qamislo lidar xist” Berpirs im di ber vê gotinê de”
– Min 100 helbestê Seydayê Cegerxwîn kirine stran.
– Strana: “De lorî lorî” min di sala 1977an de, awaz kiriye û min gotiye, Şivan Perwer piştî min gotiye.
– Min helbestên Mele Nûrî Hesarî dikirin stran, û navdar dibûm, li ser xwesteka wî min nedigot ku helbestê wî ne!
– Gelek malbatan keçê xwe nedidan, eger hunermendê şahiyê ne Selah Resûl  bana”Şert û merc bû”!
 
Navê min Selah Silêman Resûl  e, ji zayîna 1952an im, li taxa Enteriyê hatime dinê, min hetanî pola şeşan xwendiye, jiber hezkirina min ji mûzîkê re min hew guh da xwendin û dibistanê, bavê min zor li min dikir ku ez li bilûr û tembûrê nedim, digote min ev tembûr û bilûr şerm in, kirêt in, kesê ku danûstandinê bi wan re bike, 40 rojî bê îman dimîne! Bavê min jiber wan nerîn û helwestan 7 salan nehate mala min, piştî ku ez navdar bûm hate mala min, min jê re got: Yabo va bû 7 sal ez karê stranbêjiyê dikim û li tenbûrê dixim, va tiştek bi min nehat û tiliyên min weke zêr in? Bavê min keniya û gote min Welah kurê min, min jî wisa bihîst û min ji te re got.!
Di dawetê min de çênedbû ku xelk rûniştî bana. Di sala 1973’an de, û di daweta xwe ya yekem de  min 40 wereqeyê Sûrî stand, di sala 1987 an de buhayê min 7000 werqeyê sûrî bûn”.
“Gelek çîrok û çîvanok li ser min têne gotin, lê ez ji hezkiriyê xwe re vê razê eşkere dikim, ku Selah Resûl  jiber rewşeke derûnî û malbatî berê xwe da koçberiyê”
Dive ku em jibîr nekin ku nemir Selah Resûl du komên navdar avakirin ,yek jê Tîma fotbolê ku bi navê tîma Selahedîn li seranserê herêma Qamişlo û gundên deverê hate naskirin .
Koma din bo huner û şahiyan damezrand, bi navê Koma Pala hat nnaskirin.ji endamê wê :
• Selah Resûl
• Nezîr Mihemad
• Şevger Hovik
• Ehmed Ebdulkerîm
• Zêdan û keça wî Firyal.
Li ser komê nemir Selah Resûl wisa digot:
Li ser asta dawet û şahiyan ez yê yekem bûm ku min komek hunerî ji bo şahiyan ava kir, min komeke bi cil û bergên weke hev daxiste şahiyan, min Org, Gîtar, Bas, Dahol, Cas, daxiste şahiyan. Min dîlana Şêxanî anî Qamislo û di dawetan de hat çesipandin”








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5636