Konź Rež ū Pirtūka (Gernameya Min: Gežt ū Serdan)
Dīrok: ĒįÓČŹ 16 ĆߏęČŃ 2021
Mijar: Nūēe



   Ev pirtûka Konê Rež bi navê (Gernameya Min: Gežt û Serdan), di nav wežanên Yekîtiya Rewženbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamižlo hatiye çapkirin. Konê Rež di vê pirtûkê de hin ji gežtên xwe; çûn û beždariyên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê, di warê çand û hunera Kurdî de bi firehî nivîsandine û žirove kirine; çima çûye? Kî dîtiye û çi kiriye.. Mijarên vê pirtûka wî, li dor zîlana ziman, wêje û rewženbîriya Kurdî dizîvire..  Naverok jî ev e:
 1 - 20 rojên Hêja li Beyrûtê, 2 - Çûna Kurdistanê (Soran): I - Festîvala Rewženbîriya Soran II - Festîvala Îhsan Nûrî Paža li Duhokê III - Serdana Žêxan û Laliža Nûranî, 3 - Çûna Batmanê, Festîvala Cegerxwîn 1/2,


4 - Çûna Wan û Miksê (Festîvala Feqîyê Teyran), 5 - Çûna Mêrdînê, 6 - Festîvala Çand û Hunerê û Gežtek di Nav Baxên Cizîra Botan de, 7 - Çûna Brukselê ji bo wêjeya Kurdî, 8 - Çûna Muzexaneya Nižtimanî li Hewlêr, 9 - Çûna Kurdistanê 1979 û Festîvala Bedirxaniyan/ 2006, 10 - Çûna Zankoya Zaxo û Hewlêr 2019, 11 - Çûna Kobanî û Sê rojên bê bêhinvedan di pêžangeha pirtûkan de, 12 - 7`mîn Filmefestîvala Duhokê, 13 - Kongireyê 8an a PENa Kurd li Amedê, 14 - Festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê 2008.


  Konê Rež di pêžgotinê de wiha gotiye: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Gežtê, min jî xwest ku ez van çend gerên xwe an gežtên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re berhev bikim..). Ev pirtûka Konê Rež germane ye, wek ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature).
  Mamoste Hejar Îbrahîm jî, di pêžgotna vê berhema min de wiha gotiye: (Konê Rež; torevan be, lêkolîner be û berî her tižtî ažiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Rež ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xwež diyar û belû ye, di gerên wî/ an gežtên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek gežta wî a 20 rojan li Beyrûtê.. Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Rež bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xwež dîdevan e ji pesnê wî re û xwež nimûne ye ji toreya gežtê re di nav kurdan de.).
Pirtûk ji 250 rûpelan pêk tê, di nav wežanên Yekîtiya Rewženbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamižlo hat çapkirin/ 2021.
Hêjaye gotinê ku mamoste Hejar Îbrahîm yê ku pêžgotin jê re nivîsandiye, ew Mamosteyê roman û pexžana toreyî ye, di zanîngeha Ferat de, bežê zimanê Fransî.







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5621