Mîr Dr. Cemþîd Celadet Bedirxan (1939 - 1999)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 ÃÛÓØÓ 2021
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Di van salên dawî de, gelek ji keç û xortên welatê min, pirsa zarokên Mîr Celadet û Rewþen xanim Bedirxan ji min dikin.. Dixwazin wan nas bikin.. Nexasim kurê wan Dr. Cemþîd nas bikin.. Dibêjin; me navê keça wan Sinemxan Bedirxan bihîstiye ku li Hewlêrê ye, lê em tiþtekî li dor kurê wan Dr. Cemþîd nizanin..? Di vê derbarê de ku isal 2021, 22 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, wî bi we bidim naskirin. Werin, vê panoramaya kurt li dor jiyana wî bixwînin:
  Mîr Dr. Cemþîd Bedirxan kurê Mîr Celadet û Rewþen Bedirxan e. Ew di roja 09/11/1939an de li Þamê çêbûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Þamê û Libnanê qedandiye, xwendina dawî (Lîse), li Þamê di xwendengeha Emerîkî û Orthodoxiyê de xwendiye. Di sala 1958an de li ser daxwaza bav berî mirinê ku doktoriyê bixwîne, diya Rewþen xanim wî diþîne Elmanya Rojava ji bo xwendina bijîþkîyê.


  Li Elmanya, dest bi xwendina bijîþkiyê dike.. di sala 1968an de bi pileyeke baþ doktoraya xwe di bijîþkiyê werdigire.. di gelek nexweþxaneyên Elmanya de kar dike.. nêzîkî du salan jî di nexweþxaneyên Parîsê de karê bijîþkiyê dike.. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweþxaneyeke taybetî li Hewlêrê, di temmuza sala 1970an de piþtî beyana 11 adarê, seredana baþûrê Kurdistanê dike, da ku nexweþxaneyeke taybet lê veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê, projeyê wî pêre naçe serî û careke din dizîvire Elmanya. Dema ku þoreþa Barzaniyê nemir destpê dike, ew bi rola xwe radibe, bi dermanan û pêdiviyên tenduristiyê alîkariyên berçav ji tevgera Kurdistanê re pêþkêþ dike..
  Herwiha Dr. Cemþîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd de li Þamê dike, wiha jî li Ewropa, dibe yek ji çalakvanên Komeleya Xwendekaranên Kurd, ya ku bi navê (KSSE) naskiriye.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê, þaxê Ewrupa de kar dike.. Vê paþiyê ji ber rewþeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdide û êdî giringiyê dide karê xwe yê tenduristiyê.
  Di salên 1985 û 86an de Dr. Cemþîd Bedirxan bi nasnameyeke din û navekî din yê veþartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Di encam de, nêzîkî du mehan li bajarê Þirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere û gelek xebatên lêkolî û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin, ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare zêde li wir bimîne, vedigere Elmanya.
  Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 19/09/1975an de bi keçek Elmanî (Michtield xanim) re dizewice. Du zarok ji wan re bi navê (Kurd/ Curd) û (Evîn) çêdibin. Kurd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. kurd Bedirxan; ew jî, wek bavî xwe Dr. Cemþîd xwendina xwe di bijîþkiyê de diqedîne û niha di nexweþxaneyên Elmanî de kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina perwerdeyê (Pedagojîyê) diqedîne û kar dike. Vê paþiyê Evîn û Jiyan Bedirxan rastî hev tên û bi hev re dizewicin..   Hêjaye gotinê ku Jiyan Bedirxan neviyê Cegerxwîn e.. Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 10/12/1999an de li Brezilyayê koça dawî dike. Zarokên wî Dr. Kurd û Evîn termê bavê xwe tînin Elmaniya, li bajarê Koblenzê vediþêrin.. Dr. Cemþîd Bedirxan ji dervî zimanê Kurdî, bi van zimanan jî baþ zanîbû; Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî.
Yezdanê mezin wî û tev neferên malbata wî bi dilovaniya xwe þa bike, cihê wan buhiþta rengîn be.
Qamiþlo 03/08/2021








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5583