Quncikên êvaran
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 íæáíæ 2021
Mijar: Nûçe



Nûjîn Qido

Ji ber ne tiştekî xembar im
Ji ber hemû tiştan tev bi çûxreyeke sêwî dikenim
Ne ku bikşînim lê dema pê bişewitim!
Ji ber kulekî dermanê wê li dermangehine biyanî
bi carekê nîne tune dibim,
bi nexweşiya pîs têk diçim
Nexweşiya ku tevlî hêviyên derewçî!!
Tevlî xaliya boriya nemir!


Tevlî berdewamiyeke sitû xwar...!
Tevlî mirineke bi saxî!
Tevlî tifa zemînê di nava çavên xewnan de!
Tevlî trafîka bê kar,
vala ma ye,
lê wêneyên wê xopîner in..!!
Dimeşin ha..!!
Her gav li gel min
Li rex me
Li tenişta zemanê dimeşin..
Ez jî bi xwe li benda gavekî me
Ku hîn ez pê re nemeşîme
Ji xwe nû be
Lê ji xeynî min re, belkî xerîb be,
normal be
û bê wate be..!!
Çiqas xem be,
êdî bi carekê ji bo çirûskên êvarên bi tenê..
Çavên nerazayî..
Dilekî şiyar,
xem nake..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5571