Xelata helbestvan û zimanzan Mele Nûrî Hesarî ya vê salê 2021 giha nivîskar Mahîn Þêxanî. Pîroz be!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 03 íæäíæ 2021
Mijar: Nûçe



Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû û wek “Seydayê Pirêþan” jî tê naskirin. Di heþt saliya xwe de, li ser destê bavê xwe fêrî xwendina Quranê bû û piþtre li gelek gundên navçeya Cizîra Sûriyê meletiyê dike û di nav pêlên helbesta kurdî û welatperweriyê de dibe melevanekî þehreza.
Ji destpêka sala 1967an ve, Mele Nûriyê Hesarî li bajarê Qamiþlo yê Rojavayê Kurdistanê dijiya.
Lê piþtî nexweþiyeke dûrûdirêj, roja 25ê meha Çile ya sala 2011an, Mele Nûrî di 78 saliya xwe de, li taxa Qenat Siwêsê ya Qamiþloyê koça dawî kir û li goristana Qidûrbegê hate veþartin.


Mele Nûrî gelek berhem afirandine. Ji berhemên wî yên çapkirî: Þoreþa Berzanî- Zeviyek Gazîdan - Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî - Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî. Lê ji xeynî berhemên çapkirî yên Mele Nûriyê Hesarî, gelek berhemên wî hê jî destnivîs in û li benda dîtina çap û ronahiyê ne, weke Rêzimana Kurdî, helbestên kurdî, ferhengeke kurdî-kurdî û ferhengeke kurdî-farisî.
Mele Nûriyê Hesarî çend xelat û rêzname jî wergirtine wek: "Xelata Cegerxwîn ya afirandina helbestê di sala 2008an de - Bawernameya rêzgirtinê ji festîvala helbesta kurdî ya 12an li Sûriyê di sala 2007an de- Rêznameyek ji dîdargeha çand û hunerê û kovara Mewasim, û di sala 2014 an de, Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê jî xelatek bi navê Mele Nûrî ragihand, ta ana gihaye sê kesan.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5554