Rojnameya Kurdistan û yekemîn gotar.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 06 ãÇíæ 2021
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman, rojnameya Kurdistan û di warê weşangeriya kurdî de pêpelûka yekemîn bû û di warê ragihandin û belavkirina modernîzim û nûjen de ew gaveke pîroz û wêrek bû
Belê û bi hişmendî mirov dikare wê û di warê nivîskî de ezmûna herî balkêş binirixîne, lew berî wî çaxî jî û ji mêj ve netewa kurd xwedan berhem û pirtûk bû, mîna dîwana Cezîrî û Mem û Zîna Seydayê Xanî û pirrên din, lê û li şûna ku ew li ser xaka xwe a dîrokî ji dayik bibe, li sorgûn û biyanistanê hate jiyanê û ji xwe sedemên ev ê diyardeyê zelal in.


Rojnameya Kurdistan,di  roja 22 ê Avrêla ( Nîsana ) 1898- an de li Qahîrayê ronahî dît. Xwedanê wê Mîr miqdad Midehet Bedirxan bû.
Hîn di hejmara yekem de, ku ew bi tevahî bi tîpên kurdî ( Aramî ) hatibû nivîsîn, mîr anîbû zimên ku  dê rojnameya Kurdistan Her 15. rojan carekê bête weşan û belavkirin û dê ew ê hewil bide ku her car du hezar kopiyên wê bê beramber bigihîne Kurditanê. Ango hayê mîr ji  rewşa aborî a kurdan hebû û ew î dixwest ku pirr kes jê mifadar bin û jê bêparr nemînin. Herwiha mîr xwestibû ji kurdan ku herkesê ku kaxezekê rêke Rojnameyê divê wê rêkê Misirê ser navê xwediyê cerîdê ( wiha hatibû nivîsîn ) lawê Bedirxan Paşa .
Belê û di vê gotarê de, em ê hewil bidin ku li ser hejmara yekem rawestin û hin ji xalên sereke ên tê de bînin qada vegotinê.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara yekem ji rojnameya Kurdistan bi tenê ji yek gotara dirêj pêkhatibû û bi Pênûsa mîrê kurd Miqdad Midehet Bedirxan bixwe hatibû nivîsîn û di dawiya wê de Çapxana ku Kurdistan lê dihat çapkirin ( Hîlal ) hatibû diyarkirin.
Balkêş e ku Mîr û hîna wê demê hişiyar û berketî bû û dixwest ku bala kurdan bîne ser qencî û başiyên xwendin û zanistê û şêweyê avakirin û parastina nirxên pîroz.
Belê û di destpêka gotarê de mîr bi navê Xwedan destpêkiribû û li vir divê em bizanibin ku pirr ji klasîkên me jî ji xwe wiha dest pê dikirin û berztirîn mînak Ehmedê Xanî ye û şahesera Mem û Zîn e û Xanî di destpêkê de dibêje:

/Sernamê name namê Ellah
Bê namê wî net mame wellah /

Belê mîr bi navê Xwedanê mihrevan û dilovan destpê dike û êdî spasiya Xwedan dike ku ew xelq kirin ( afirandin ) û zanîn û ilm û merîfat daye wan û mîr êdî amaje bi wê yekê dike ku pirr ayet ( qewlên Xwedan ) û pirr Hedîs hene ( qewlên Pêxmber ) girîngiyê didin zanîn û xwendinê.
Ango mîr dixwest ku li gor hişê pirraniya civaka kurdî û bîr û baweriya wan pê de biçe, da ku bikaribe rojnameya Kurdistan û pêdiviya xwendinê bi wan bide pejirandin.
Mîr bi xemgînî dibêje ku Heyfa wî tê ku her çendîn kurd jîr û zana ne jî lê dîsan jî ne xwende ne û ne dewlet in.
Mîr tîne zimên ku ew ê hewil bide ku ji cîhanê bigiştî agahiyan bide ser hev û bi rêya rojnameyê bigihîne milletê kurd. Bi wateya ku wî dixwest ku kurd ji tevgera cîhanê ne bê agahî û Informatisyon bin.

Mîr û di yekemîn gotar de, êdî balê dikişîne ser mektebeya Stanbolê ( Mekteba Eşîran ) ku ew ji bilî zarokên navdar û dewlemendan qebûl nake ( napejirîne ). Ji lewra ji Şamê, ji Bexdayê, ji êla Şemmer û Enizê tev zarokên xwe û ji bo xwendin û zanînê rêdikin Stanbolê . Ji lewra ew ji axa û mîrê kurdan dixwaze ku ew jî vê yekê bikin, hem zarokên xwe rêkim Stanbolê û hem jî dest bi avakirina dibistanan li gunên xwe bikin.

 Mîr şerê Çîn û Yabanê jî tînê meydana nivîsîna xwe û dibêje ku her çendîn Çîn Xwedan hêzeke leşkerî mezin bû jî, lê dîsan Yabaniyên hindik, lê xwende Zora wan  biribûn ji ber ku pirraniya Çîniyan cahil û nexwende bûn û nizanîbûn çekên modern wekî Yabanê bikar bînin û ev ji incama nebûna zanîn û zanistê tê!
Mîrî rojnamegeriya kurdî û xwediyê rojnameya Kurdistan her di heman Babeta xwe a sereke de dimîne . Ango xwendin û zanist û gazinan ji kurdan dike ku êdî li Qahîrê, li zankoyan kêm, herî kêm zarokên kurd ên xwende hene. Mîr êdî Misirê û pêşketina wê tîne zimên, ku Misirî tev bi saya xwendinê jîr û zana bûne, ku di nav wan Misiriyan de hinên ku top û tifingan çêdikin hene û hin bi avakirina xaniyên bilind û pêncî qat ve mijûl in.
Ew tîne zimên ku dema kurdên li Misirê bihîstin  ku ew, ango ( mîr Miqdad  ) gihiştî ye Qahîrê, pirraniya wan hatin û serdana wî kirine, lê cihê mixabiniya mîr e ku ew ( Kurdên Misirê ) bitenê di warê dergevanî û xulamtiyê de dixebitin, ango mîr ev ê diyardeyê li bêhişiyê û li nebûna xwendinê vedigerîne.

Di parçeyekî dîtir de , êdî mîr mijara êla xwe tîne zimên ku dibêje ku ew ji Botanê ye ji êla Ezîzan e û ji neslê Xalid bin Alwelîd e. Eya û ta kîjan radeyê mîrê Botanê û Bedirxanî ji neviyên Xalid bin Alwelîd in!? Em bixwe jî nikarin bersiva vê yekê bidin. Tekez mijareke wiha hêjayî lêkolîneke zanistî ye û bi dîtina me ev xal gereke hin civak û dîroknas wê rave bikin!?

Bi herhalî mîr belavkirina Rojnameya Kurdistanê wekû erkeke pîroz dinirixîne û dibêje ku ew pirr pere serf dike û zehmetiyê dikişîne û meqseda wî qenciya Kurdan e.
Mîr careke din ji mîr û axayên kurdan dixwaze ku ew zarokên xwe bidin xwendin û bişînin şarê mezin da ku tezeyên bilind werbigirin û li xaka xwe vegerin û ji bo xêr û bêra kurdan bixebitin.
Di beşeke din de, mîr tîne zimên ku wê demê Sûdan û Misir şer dikirin, lê Misrî herî biserkeftî bûn ji ber ku bi çekên baş dizanîbû û ji ber ku xwende bûn.
Bi dîtina me mîr û hîna ji gotara sereke herî zêde hewil dida ku berê kurdan bide xwendin û zanînê, ji xwe me ev li jor jî anîbû zimên, lê ev şêweya ku mîr bikar tîne û nemûneyan li ber çavan radixîne, bi tenê yek wateya xwe heye, ku mîr dixwaze ku êdî civaka kurdî a paşvemayî serwext û hişiyar bike.
Wiha û di heman babetê de mîr berdewam dimîne û berdewam dibêje û dixwaze ku mîr û axayên kurdan di derheqa kurdan de çi bête bîra wan bila ew binivîsînin û jê re rêkine Misirê.
Belê û ji  xwendina me ji vê hejmarê re em dikarin bigihêjin hin incamên zelal:

- Binavkirina navê rojnameyê bixwe ( Kurdistan ) û di dema desthilatdariya Osmaniyan de gaveke wêrek û bihêz bû berbi hebûna netewî û doza milletê kurdî ve.
Gotar û hejmara yekem ku xuro bi tîpên kurdiya aramî bû, yek wateya xwe heye ku mîr dixwest giringiyê bide ziman û nivîsîna bi kurdî.
Tekezkirina hebûna rojnamegeriya kurdî.
Rojname wekû ronahî, Handan û geşepêdana ramana xwendin û zanistê.
Bikaranîn û xebitandina mijarên olî ( qewlên Xwedê, hedîsên Pêxmeber ) ji bo gihandina nameya  ronakbîrî û em dizanin ku wan dem û dewranan rola ol li ba kurdan pirr diyar bû.
Rola zanistê di şer û cengan de û çawa xwendin û zanabûn rexê mêzîna şerî diguherîne .
Rola zanistê di hişyarkirina Millet û netewan de.
Rola Mem û Zîn û bilindgoya netewî a Seydayê Ehmedê Xanî û xebitandina beytan ji bo tekezkirina hin ji mijar û xalên sereke û hîn jî û ta vê gavê jixwe em tev jî wiha dikin û vedgerin beytên Xanî ku bikêmanî temenê Mem û Zînê/ 333 / Sal in.
Mîr dixwest ku çawa mabe serkêşiya kurdan bike .






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5535