Çîroka Welatekî!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÃÈÑíá 2021
Mijar: Nûçe




Konê Reþ

Ji berî hezar salî ve
bav û kalên me,
di nav xaka gelî, deþt û daristanan de
dijiyan..
Çiyayê Toros, Zagros û Ararat
li dor wan, ber bi asman ve bilind dibûn..


Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,
Zab û Xabûr
distandin..
Di nav wê xakê de
xan û man ava kirin
genim çandin
hesip kedî kirin û
mezin.. mezin bûn..
Li gor werzên salê,
havîn û zivistanên xwe,
di zozan û germiyanan de
derbas dikirin..
His û hestên xwe dertanîn;
peyv diafrandin û
stran ji hev re digotin..
Di nav wê xakê de
bav û kalên me çêbûn û mirin..
Ji wê hingê ve,
ew xaka Xwedayî,
ji me re bûye xweþ xelat
Em bûne xwedî welat
bi navê Kurdistan li Rojhilat.

Qamiþlo 11/4/2021









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5515