
Konferansa xwe ya duyemîn online li ser bernama Zoom me lidarxist.
Di roja yekþemê de 04.04.2021 Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniyayê konferansa xwe ya duyemîn online li ser bernama Zoom lidarxist.
Piþtî rêveberiya konferansê bixêrhatina hemû endam, komele û mêvanan kir, xulek bêdengî rawestan li ser giyanê pak yê cangoriyên Kurd û Kurdistanê, digel sirûda niþtimanî ( Ey Reqîb ) konferansê destpêkir.
Raporta Federasyonê ji layê berpirsê Federasyonê ve hate xwendin û hat pesenkirin ji layê tevaya endamên konferansê ve, her wisa raporta darayî hate xwendin ji layê berpirsê darayî ve, û hate pejirandin ji layê dêvcûna darayî, û her wisa hat pesendkirin ji layê hemû endamên konferansê.
Hinek guhertinên giring di zagona ( destûr ) Federasyonê de hatin
guhertin û hatin pesendkirin ji layê hemû endamên konferansê ve. Her
wisa raporta þêwirdarên Federasyonê hate xwendin.
Piþtî pirs û
pêþinyaran hemû amadebûyan desteya hilbijartinê dest bi hilbijartinan
kirin û rêveberiyeke nû hat hilbijartin ji heft kesan.
Konferansa Federasyonê bi þêweyekî dîmokrasî û yasayî bi rêve çû û bi serkeftin bi dûmahî hat.
Federasyona
komelên Kurdistanî li Almaniyayê di 02.06.2018 li bajarê Wolfsburg
hatiye damezirandin wek saziyek civaka sivîl, armanca me ya serekî
yekrêziya gotar û mala Kurdan ne, xizmeta revenda Kurdistaniyên li
diyasporayê û bi taybetî li Almaniyayê di warê kultûr, çand û zimanê
Kurdî de, û xweguncandin digel welatên tê de dijîn, û her wisa xizmeta
doza Kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê, damezirandina pirên
peywendiyan di navbera welat û diyasporayê de, û piþtevaniya doza Kurdî
li seranserê Kurdistanê.
Spas û pêzanîn ji bo hemû komele, endam û rêveberiya Federasyonê, her dem serkeftî bin.
Bijî Kurd û Kurdistan
Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniya
Kurdischer Rat in Deutschland e. V.
05.04.2021