Kerîm PerwezîDi roja cîhanî a Hezkirinê de ku evîndaran gul pêþkêþê yektir dikirin, hêzên terorîstî yên ser bi Spaha Quds a Komara Îslamî, Hewlêr û balafirxane û çend taxeke wî bajarî bi mûþekan kirin bi armanc.
Rakêtên teqiyayî yên hêzên ser bi Spaha Quds, kuþtina kesekê û birîndarbûna çend kesekê li pey xwe anî û ziyaneke kêm jî gihande balafirxane û çend cihên Hewlêrê, lê ya ku ji ziyana maddî û canî zêdetir bû, eva ye ku ewlehî û asayiþa paytexta Herêma Kurdistanê kir bi armanc û nigeraniyek di nav xelkê de çê kir.
Belkî pêka edebiyata daxuyaniya wê girûpa ku teqîna mûþekan
girte stuyê xwe, armanca wan huþdarîdan bi Amerîka û desthilata Herêma
Kurdistanê be û wisa bide xuya ku Amerîka û hikûmeta Herêmê kirine
armanc û dixawzin teslîmê daxwazên terorîstan bin, lê kiryarên wiha yên
girûpên ser bi Komara Îslamî, qet aliyê hember neku netirsandiye, belkî
bûye sedemek ku bertekên rêkxiravtir û tundtir li pey xwe bîne û
destûpêyê rejîmê pê girêbide.
Ew rakêtane ku terorîstan bi
maþîneke destkarîkirî li xwarê Hewlêrê ber bi paytexa Herêmê ve
teqandin, renge ji warê armanca leþkerî ve hewil dabin gelek serastî
cihê wê pêka lêkolînên hûr bikin bi armanc, lê di siyasetên xwe de gelek
bi hûrî bo wê neçûbûn û bêserûberiya wan wisa kir ku renge serê
fermandeyên wan bide ba.
Kiryara terorîstî ya roja 14`ê
“February”, ji teqîna terorîstî ya 1`ê “February”ê ya çendîn sal berî
niha ya bajarê Hewlêrê diçû, herçiqas mixabin canê çendîn kesan dike
qurbanî, lê qet negihaye bi armanca xwe ku xwastibe aliyê qurbanî
bitirsîne û teslîmê daxawzê terorîstan bike.
Di dema niha de
Komara Îslamî ew rakêtane bo ceribandina îradeya îdareya “Biden” û
çavtirsandina hikûmeta Herêmê teqandin, lê wekî piraniya lêkolînên din
ên rejîmê, ew kiryarane zêdetir cîhanê tîne ser wê baweriyê ku nabe rê
bi terorîzma Îslamî ya Tehranê û barimtegîriya wê rejîmê bidin.
Herwek
hewla terorîstiya Esedullah Esediyê wan li Alman û Biljîkê, bi tewawî
bi ziyana rejîmê þikestiye, kiryara terorîstî ya þeva 14`ê “February”ê
li bajarê Hewlêrê, ne destkevta wê bo rejîma Komara Îslamî nabe, belkî
hem Amerîka li ser piþtevanîkirin bi Herêma Kurdistan pêdagirtir dike û
hem jî rohntir bi hemû aliyekê îsbat dike ku dujminê sereke yê hemû
gelên deverê û nemaze dujminê rasteqîne yê Kurd û Kurdistan, rejîma
Komara Îslamî ya Îranê ye.
Ew rejîme çavkaniya fitne û terorîzim
li deverê û cîhanê ye û bo gihîþtin bi aþtî, dibe dawî bi çavkaniya wan
rakêtên beredayî bê, ku her roj ji qiraxekê ve ber bi qiraxeke din a
deverê ve têne teqandin. Kurdistan dimîne û Komara Îslamî diçe nav
zibldana dîrokê.