Hejmara Nehemîn a Kovara Þermola Derket
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ÝÈÑÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Hejmara Nehemîn a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket.
Dosyaya hejmara Nehemîn “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêþxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin.
Di Hejmara Nehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewþenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beþên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.


Ji pêþekîya hejmarê: "Çalakîyên salonên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di çarçoveyeke teng de têne lidarxistin û tenê di warê xwendin û nirxandina pirtûkan de ma ye, tevî ku ew jî çalakîyeke girîng e û pêwîst e, lê di bizava çandî û wêjeyî de ne ewqasî bi bandor e, nemaze piranîya pirtûkên ku têne nîqaþkirin ên nivîskarine ji derveyî herêmê ne, ji ber vê yekê berhemên wêjeyî yên herêmî ji derveyî xebatên rexneyî dimînin. Lewma gelek salon karên wan radiweste çimkî ji vê çarçoveyê dernakevin û rewþa çandî û wêjeyî ya giþtî nagirin dest. Lewma pêwîst e berpirsyar û kesên ser van çalakîyan disekinin, mijarên girêdayî rastîya wêjeyî û çandî ya ku li herêmê tê jîyîn bigrin dest, reweþa heyî nîqaþ bikin, kêm û kurtîyên heyî derxin holê û çareserîyên guncaw ji wan re deynin, da ku bi awayekî aktîv çand û wêjeyê bi pêþ ve bibin, her wisa divê alîyên peywendîdar di rêverberîya xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê projeyên vekirina salonên wêjeyî destek bidin û piþtgirî û alîkarîya pêwîst pêþkêþ bike.".
Hejmara Nehemîn a kovara Þermola 208 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Naveroka Beþa Kurdî Ya Hejmara Nehemîn

Pêþekî
-Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî.. (Desteya sernivîskarîyê)  

Analîzên hizrî
- Þaristanîya Sumeran Çavkanîya Yekem a Huner û Wêjeyê Ye .. (Abdullah Ocelan)

Dosyaya  hejmarê
- Salonên Wêjeyî û Rola Wan Di Civakê De.. (Biradostê Mîtanî)
- Salonên Wêjeyî Li Bakurê Welêt.. (Ahmed Kanî)

Lêkolîn
- Qelen û Baviksalarî... (Darwîn Darî)
- Di Dengbêjîyê De “Naverok”... (Elîf Gûn)

Hevpeyvîna hejmarê
-Li Gel Nivîskar “Kamran Simo Hedilî” Ye (Desteya Sernivîskar)

Jin û çand
-Ji Civat, Komcivîn û Þevbuhêrkan Hetanî Salonên Wêjeyê.. (Nêrgiz Ismayîl)  

Pirtûkên derketî
-Qaqlîbaz .. (Pirhiþyar Ismaîl)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê)  

werger
-Zindan.. (Zekerîya Tamir-Wergera ji erebî: Aram Hesen)
-Þîroveyek Der Barê Wergera Farisî Ya ‘’Firîna Bi Baskên Þikestî’’ De.. (Ezîz Nêmetî-Wergera ji farisî: Berat Qewîendam)

Çîrok
-Gulîyên Darizandî.. ( Evîn Teyfûr)  
-Welatê Bê Roj.. (Pêþeroj Cewherî)  

Helbest
Sîng Mertal im.. (Îsmet Hesen)
Nizanim!.. (Ciwan Qado)
Ragihandina Vînê.. (Xemgîn Remo)
Çima Tu Diçî? ..(Þivîn Hecî)  

Serbest
-Xwendin Afrînerî Ye (Fatma Sîdo)
-Gundê Qêsim.. (Þerîf Mihemed- Welîd Bekir)
-Rondik .. (Rûken Hisên) 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5448