Konê Reþ Piþtî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Þernex û Cizîra Mîr Þeref bi cih bûne. Di piþt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keþtiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keþtiya Nûh Pêxember cihek ji xwe re dît. Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet e`lell Cûdî), anko keþtiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye..Jixwe dibêjin ku peyva Mezopotamya ji heyamê Yûnan û Romanan de ji Mezra Botan hatiye girtin..!
Hem jî di nav Kurdan de belave û dibêjin; di heyamê tofanê de,
dema keþtiya Nûh di ser çiyayê Þingalê re derabs bûye, li çiyayê Þingalê
ketiye û kunek têde hatiye vekirin. Marê Reþ xwe kiriye gulofîtek û ew
kun girtiye.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe, þaxek ji dara
zeytûnan, wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh
pêxember re biriye û ji wê hinge ve kevok û þaxikê zeytûnê bûne sembola
aþîtiyê!.
Herwiha dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a
kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku dinya di wê hingê de ji nû ve
hatiye ava kirin.. Dema ku Nûh û her heþtê hevalên xwe, li ser çiyayê
Cûdî ji keþtiya xwe daketine, ji xwe re di quntara çiyayê Cûdî de gundek
bi navê Heþtêyan ava kirine..
Ew gund ta roja îro jî di pala
çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heþtêyan re, bajarê Þernexê
hatiye avakirin û jêre gotine Þarê Nûh anko bajarê Nûh an þarê Nû. Bi
dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li
dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji
wan re hatiye gotin Kurdmanc, anko (Kurd Man li Cî). Di baweriya min de
bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re.
Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyþiyane ji ereban re.. Hûn çi
dibêjin?!