Komîta Destûrî di navbera nakokiyên berjewendî û zaravan de
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Zahra Ahmed

Li Cenevê, civînên gera 4ê yên (komîta mini-destûrî), bêyî ti pêşkeftin û encam bi dawî hatin, ji bilî destnîşankirina dem û jivanê gera 5ê ya civînên komîta destûra bingehîn di 25ê meha kanûna 2ê de, û rêkkeftina wan li ser rojeva karnameya civînên gera bê di çarçoveyê gengeşekirina "Prensîpên Bingehîn yên Destûrî" de, û ji bilî vê yekê çaremîn civînên gera 4ê ya Komîta Destûrê, wekî gerên berê, bi "bêhêvîbûn" destpê kir û bi "bêyî encam" bidawî hat.


Tevî ku li gorî karnameya komîtê û biryarên berê yên hatibûn standin, pêdivî bû ku gotûbêj li ser prensîpên niştîmanî bibe, lê belê danustandin berbi arasteyeke din dûr ji destûrê û prensîpên wê çûn.

Şanda rêjîmê serket li ser guhertina danustandinan berbi gotûbêjkirina hûrguliyên ne-destûrî, wekî mijara vegera penaberan û rakirina siza û dorpêçên aborî yên li ser rêjîmê, bi taybetî ku şanda rêjîmê gelek hewl dan ji bo balê bikişîne li ser konferansê "vegera penaberan" yê berî civînên gera 4ê li bajarê Şamê paytexta Sûriyê hatibû lidar xistin.
 
Rêjîm dixebite ku dosyeya mirovî ya penaberan bikar bîne û wê bêxe di rojeva gotûbêjên destûrî de, da ku rêbigire li pêş karê komîta Destûrê û demê danustandinan dirêj bike, heta ku xwe bigehîne hilbijartinên serokatiyê û helbijartina Beşar Al-Esed ji bo serokatiyeke nû.

Çaremîn gera komîta Destûrî wekî hemû gerên berê, bêyî bidestxistina encaman derbas bû, ji ber rêjîm di gotûbêjan de nemicid bû, û danustandinan ji çarçoveyê yasayî bo çarçoveyekê siyasî digehurîne, û zehmetiyan têxe di pêşiya karê komîta Destûrî de, ji bo nîqaş li ser bendên bingehîn û serekî yên destûrê nebin.

Li gel zêdebûna êş û felaketên miletê Sûriyê yên bêdawî li ser durêyanên koçberiyê û malwêraniyê, hevdem li gel zalbûna berjewendiyên navnetewî û herêmî yên hîn di rêza pêşîn de tên li ser hesabê trajîdiya xelkê Sûriyê û nakokiyên di navbera dewletên destwerdanê di dosyeya Sûriyê dikin û ku li gor berjewendiyên xwe navçeyên Sûriyê kontrol dikin.

Rejîm, li gorî siyasetek sîstematîk, rêgiriyê li karê Komîta Destûrî dike, û rêya gotûbêjan diguherîne berbi diyalogên dûr ji mijar û prensîbên destûrî, tevî ku ev yek dihat pêşbînîkirin nemaze ji aliyê rejîmeke dîktatorî wekî rêjîma Sûrî ku her tiştî tenê bi qûntaxa tivingê çareser dike.

Lê dema Pedersen, nûnerê taybetî yê NY li Sûrîyê, di axaftina xwe de hin zaravên "termînolojî" cuda bikar tîne, ev yek dibe cihê pirsînê û berê çareseriya (paşerojê) berbi korerê û zehmetiyan dibe?!.

Nakokiya berjewendiyan û herwiha nakokiyên termînolojî, dibin zehmetî li pêşiya her pêşveçûnekî di karê Komîta Destûrî de, û hatina zarava dadperweriya lihevhatinê (Restorative justice) li şûna dadperweriya demkî (Transitional Justice) di kuregotara Pedersen de ya li ser karê Komîta Destûrî li pêş Encûmena Ewlekariyê, rastî gelek rexne û bertikan hat, û tirsek peyda kir ku ev yek bibe wekî belgeyek navnetewî taybet derbarê çareserkirina kirîza Sûrî.
Tevî ku "Pederson" ronkirinek derxist û tê de bikaranîna heman zaravî wekî şaşîtiyek teknîkî da zanîn, û got: "şaşîtiyek teknîkî ya bêyî mebest bû), lê li ser vê yekê hin endamên firaksyona sêyemîn (civaka sivîl) ragihandin ku ji aliyê wan hin xal di civînên dawiyê yên Komîta Destûra de yên têkildar bi dadperweriya lihevhatinê hatin pêşniyar kirin.

Ku dadperweriya lihevhatinê ne li ser sizadanê ava dibe, herwiha li ser beşdariya hemû aliyên şer bêyî lêpirsîna li ser binpêkirinan û dûvçûna gunehbaran ava dibe, û bi navbeynkariyê di navbera hemû aliyên şer de radibe ji bo peydakirina çareseriyê.

Lê dadperweriya demkî ji komek tedbîrên dadperwerî û ne-dadperwerî ava dibe, di nav de tedbîran darizandinê, komîtên lêpirsînê, bernameyên qetebokirin û reformên sazûmanî.

Dadweriya demkî beşek sereke ji qonaxa hukûmeta demkî ye, ku li ser cizakirina tawanbaran û qerebokirina qurbaniyan ava dibe, berevajî dadperweriya lihevhatinê ku hewl dide cudahiyê neke di navbera tawanbar û qurbaniyan de.

"Destûr" her tiştî li Sûriyê çareser nake, bi tenê ku dibe beşek yê çareseriyê, û dibe delîveyek ji peydakirina çareseriyek siyasî re, û bendek sereke ji bendên biryara 2254 ye, ya ku ji aliyê Encûmena Ewlekarî ya NY hatiye pejirandin ji bo çareserîyê li Sûrîyê.
"Destûr" yek ji wan stûnên herî girînge ji stûnên çareseriya sîyasî li Sûriyê, ku biryara 2254 ji çar bendên bingehîn pêk tê "rêveberiya demkî, destûrek nû, hilbijartin û dijeteror" ye.

Ji ber vê yekê, Makezagon "Destûr" wekî beşek çareseriyê ye û bêyî aktîvkirina sê bendên din çarser nabe, û ji bo danîna destûra nû, divê zexteke navnetewî li ser rêjîmê were kirin da ku heman siyaseta li gera 4ê û gotûbêjkirina xalên ne-destûrî pêrew neke, divê rêjîm di gera bê de (gera 5ê) bête neçar kirin li ser gotûbêjkirina birg û mijarên destûrî, û divê xişteyek demkî ji bo danîna destûrî re bête destnîşan kirin da bibe zemîneyek ji bo çareseriyek siyasî, û parastina jiyana xelkê Sûriyê û geşkirina hêviyên wan.
Wergerandin: Ebdulazîz Qasim






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5430