Dewleta Iraq û Îranê alfabeya arebî bikar tîne û kurdên başur û
rojhilat hêj jî vê alfabeyê bikar tînin.
Herçiqas alfabeya dewleta areb ya li Suriyê alfaba arebî be jî, kurdên başurê rojavayê biçûk ê Kurdistanê xwe weke perçeyeke Kurdistana bakur dîtine û alfabeya latînî-kurdî di kovar, rojname, pirtûk, belavok û hemû cure weşanên xwe de bikar anîne û tînin.
Di hêla pêşveçûna ziman, çand û edebiyata –
wêjeya – kurdî de nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên kurd yên binxetê kar
û xebatên hêja kirine û dikin. Berhemên nivîskarên kurdên binxetê berê
jî û niha jî li bakurê Kurdistanê ji alî xwendevanên kurd ve têne
xwendin. Nivîskarên kurdên binxetê birêz Helîm Yusiv û Jan Dost li
bakurê Kurdistanê bûne navdar. Pirtûkên wan hatine weşandin û heta hinek
pirtûkên wan ji alî wergêrên kurd ve li zimanê tirkî hatine
wergerandin.
Pirtûkên Cigerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza û hwd, hêj
jî li bakurê Kurdistanê ji nûve têne çapkirin û belavkirin. Herçiqas ew
ji bakur bin jî, li binxetê jiyane û bi xebatên xwe edebiyat û siyaseta
vê perça biçûk a Kurdistanê pêşve birine. Digel van nivîskaran,
pirtûkên gelek nivîskarên kurd yên binxetê li bakurê Kurdistanê têne
weşandin. Di rojname û kovarên kurdî yên bakur de gelek gotar û nivîsên
Bavê Nazê, Jana Seyda, Cankurd, Elî Cefer, Heyder Omer, Konê Reş, Helîm
Yusiv û hwd, hatine weşandin. Di hêla pêşvebirin û dewlemendiya şaxên
edebiyatê, helbest, çîrok û romana kurdî de nivîskarên kurd yên binxetê
gelek kar û xebatên giranbiha pêkanîne û berhemên hêja afirandine. Lewre
jî wan pesnê heq kirine û divê xebatên wan bi nirx were şîrovekirin.
Romana
nivîskar Vejîna Kurd a bi navê ”Rûmet” romana rûmeta jinên kurd e.
Jiyan û berxweda jina kurd, têkoşîna wan, serborî û serpêhatiyên jinên
kurd di nav rûpelên romana ”Rûmet” de cih digre.
Vejîna Kurd
nivîskara ji rojavayê Kurdistanê ye. Romana wê li rojava di nav weşanên
”Ava” de derketiye. Roman 114 rûpel e. Ew romana xwe diyariyê jinên kurd
dike. Weha dibêje : ”Diyarî Bo her jinekê ku bi coş, vîn û pêdariya xwe
tûrikê êş û zorkêşiyan di dawa demên xwe de qul dike û di ferhenga
jiyanê de li xwe digere.. Bo her mirovekî/ê ku zengilê zanînê li
darebesta jiyanê bi deng dike.. Ez romana RÛMET diyarî dikim.”
Di
romanê de behsa jineka nivîskar ku navê wê Lorîn Ferzend Hiso ye, tê
kirin. Vebêj ji bo nivîskar Lorîn dibêje : ” Pênûsa wê berhemdar bû. Tîp
li pey tîpê rêz dikir û bi hêsanî li ser rûpelan radixistin. Ji nav
tîpan bihna nazdarî û delaliya mêbûnê difûrî, di hindurê wan de zanîn û
têgihîştina jineke Kurd vedibrûsî û di bin xêzan de jî êş û birînên
curbecur dinalîn. Belê, hemû nivîsînên wê bi bihna jinê dagirtî bûn.
Wê hespê pênûsa xwe li meydana wêjeyê bi zîrekî dibezand, çîrok,
pexşan û helbest dinivîsandin û li dawiya her berhemeke xwe navê xwe
dinivîsand: Lorîn Ferzend Hiso.”
Li paş mêrê serketî û jina binketî
kê heye? Tê gotink u li paş her mêrekî serkeftî jineke gewre heye. Û li
gorê vebêjê romanê ” Li paş her jineke binketî mêrek heye. Li paş her
rondikeke jinê mêrek heye. Li paş her jineke xemgîn û birîndar mêrek
heye… Li paş her derd û kulekê mêrek heye. Li paş her derewekê mêrek
heye…. Li paş her têkçûnekê dîsa mêrek heye...”
Di romanê de
dostaniyeke baş û rasteqîn tê rave kirin. Nesrîn û Lorîn hevalên hevûdu
ne. Di navbera wan de dostaniyek, hevaltiyek baş û rastîn heye. Ew bi
hevre sohbetên xweş dikin û herweha derd û kulên xwe ji hevûdu re
dibêjin.
Lorîn ji Nesrînê re qala zewaca xwe dike. Di şeva pêşîn de
xwîn jê nehatiye û mêrê wê jê ketiye şikê. Di rewşên weha de, şik û
guman dibe sedemê gelek kirinên nebaş. Ji bo pirsgirêka
bakîretiyê/keçantiyê ji ber cahilî/nezanîn û tradisyona/kevneşopiya
paşverû gelek keçên bêguneh hatine kuştin. Sohbeta di nav Nesrîn û
Lorînê de bal dikşînin li ser mijarên girîng. Bi taybetî jî mijara
pirsgirêkên di navbera jin û mêrî de gelek balkêş e.
Lorîn
zewicandiye, zarokek wê jî heye. Lêbelê bi mere wê re pirsgirêkên wê
hene. Li pêşiya wê du rê hene; yan ew ê ji mêre xwe veqete û zaroka xwe a
du salî (keça wê navî Nervîn e) bêbav mezin bike yan jî dê digel hemû
zahmetiyan zewacê biparêze, bidomîne.
Dema Lorîn serboriyên xwe ên di
biçûkatiyê de bahs dike, bi vê hevokê rastiya jiyana keçên ku ji
biçûkatiyê ve hatine tirsandin tine zimên. Lorîn dibêje :” Em ji
biçûkaniyê de fêrî tirs, newêrekî û bindestiyê bûne. Ev derd û xemên ku
ez îro ji ber digazim rojane gelek keç û jinên din jî ji ber dinalin. Lê
her yek di hindurê xwe de bi agirê wê dişewite. Dema ku bayê hov toza
raketî ji ser giyanê westiyayî hişyar dike comerdiya rondikan sûdê li
jinan nake.”
Navê keça Lorînê Nervîn e û nave mêre wê jî Şêro ye. Mêr
zilamekî bi eks e, li hemberê Lorînê xwe biçûk, binketî dibîne û lewre
jî probleman/pirsgirêkan derdixe, di nav male de tehm û hizûr nahêle,
eksê Lorînê diçe. Di nav male de, dema di nav jin û mêrî de xalên hevbeş
tunebe, pirsgirêk zêde dibin, tehm û hizûra nav male namîne.
Di
romanê de trajediya evîndaran, drama Bêrîvana evîndar û bi destê birayê
wê kuştina wê, trajediyek e. Adet û toreyên kevneşopî û dozen xwînî ên
ji hevûdu mêrkuştinê û dijîtiya di nav êl, eşîr û malbatan de gelek
zirar dide civatê û dibe sedemên bûyerên trajîk.
Di romanê de
romannivîser çîroka zewaceke bi pirsgirêk, nakokiyên di nav jin û mêrî
de gelek baş û bi balkêşî rave dike. Vebêj behsa malbata Şêro dike.
Malbatek nezan, partîarkal, mêrekî zilimkar û jinek belengaz. Diya Şêro
nave wê Henê ye û bavê Şêro nave wî Seydo ye. Diya Şêro ji bavê wî gelek
ditirse. Şêro di nav malbatek weha de mezin bûye û ew jî dixwaze ku
jina wî jî ji wî bitirse.
” Dayika Şêro li hember stema hevjînê xwe
tim melûl, bêdeng û sawgirtî bû. Tiştek ji dest wê dernediket ji bilî
herikandina lehiya hêsiran. Çendî Şêro dixwest wa comerdiya hêsiran li
ser dêmên Lorînê jî bibîne û tîpên tirsê di çavên wê yên reş de bixwîne,
lê tucarî ew hêviyên wî bi cih nedihatin!”
Di romanê de şîroveyên
baş û di cî de, di derbarê mijara zordariya ku li dijê jinan tê
bikaranîn tê rave kirin. Di rûpela 40î de reng û şêweyên zordariyê weha
tîne zimên. ” Şêweyên zordariyê pir in wek lêdan, kuştin, destdirêjiya
seksî, bazirganiya jinan, zewaca bi darê zorê, sinetkirina jinan,
recm...... û hwd. Lê em kanin bêjin ku ew hemû tên ser yek wateyê, ew jî
bikaranîna hêza govdeyî, aborî û derûnî li dijî jinê. Ew çandeke ku
mafê wekheviya jin û mêran mikûr nîne û rê li pêş bindestkirina jinê
vedike. Belê, îro di sedsala bîst û yekê de jî, hîn li gelek welatan
jin di warê raman, vîn û fîzîkî de rastî zordarî û destdirêjiyê tê, di
bin navê adet û baweriyên kevnar û asayê de li ser wê hîn pîvanên
paşverû tên ferzkirin. Eger em bûyerên kuştinê "wek nimûne" bişopînin,
emê bibînin ku mêr ji aliyê kesên biyanî ve tên kuştin, lê di heman demê
de jin ji aliyê hevjînê xwe yan bav û birayê wê ve tê kuştin. Li ser
erdnîgariyeke gelek fireh ji Efrîqya ta Kurdistanê herroj bi dehan jin
jiyana xwe bi dawî dikin, an tên kuştin..” Lorîna nivîskar derbarê
mijara zordestiya li ser jinan gotarek dinivîse û ji rojnameyeke kurdî
re dişîne.
Di romanê de dramayek din jî hevûdu berdan, ji hevûdu
cihêbûna Nesrînê û mêrê wê ye. Nesrîn piştî zewicandina şeş salan, neçar
dimîne û ji mêrê xwe vediqete. Sedemên hevûdu berdana Nesrînê ji mêrê
wê, bila wek meraq bimîne. Hêvîdarim xwendevan meraq bikin û herine
pirtûkê/romanê bikirin û bixwînin.
Belê Lorîn nivîskarek jîr û zîrek
e. Pênûsa wê xurt e. Ew pirsgirêkên civakê yên bincilkirî derdixe holê û
li çareseriya wan digere. Lêbelê gelo ew dê karibe pirsgirêka xwe a
malbatî re çareseriyek bibîne?
Di pirsa newekheviya jin û mêran,
zilma li ser jinan û sedemên vî tiştî, Lorîn bi hevokek sîtem ji Xwedê/a
re dike, bi heq wî/wê tawanbar dike û dibêje ew sucdar e. Bi rastî jî
nexwe li gor olên semawî hertişt di destê Xwedê/a de ye û bi emir û
fermana wî/wê pêk hatiye û pêk tê, nexwe ew bê dadî/bê edaletî ye. Lorîn
weha dibêje : ” Ger Xwedê di pirtûka xwe ya pîroz de mêr di ser jinê re
negirtiba û Hewa ji pêsîrên Adem çênekiriba ji zû de stema nêran li ser
mêyan nedima. Ger Xwedê bi stemê qayîl nebûba ewqas keç û jinên bêguneh
salane di bin durişma şeref û rûmetê de nedihatin kuştin!”
Jina kurd
bextreş e, di bin zilma mêrî de, di bin zilma malbatê de dinale. Adet û
toreyên heyî, tradisyon/kevneşopiyên civakî hemû li hemberê jina kurd
e. Di romanê de helbesteke bi 3 rêzan rastiya şêrînî û bextreşiya jina
kurd tîne zimên.
”Ka çayekî dagire saqî
Bila wek jina Kurd şêrîn
Û wek bextê wê reş be.”
Di
romana Vejîn Xanima hêja de rûmet û bê rûmetiya jina kurd bi zimanekî
edebî û bi şêweyeke hunerî tê rave kirin. Û herweha di romanê de rewşa
jina nivîskar û aloziyên ku li pêş wê derdikevin holê jî tê qal kirin.
Şîrove û nirxandina vê mijarê bi şêweyeke zanîstî ji xwendevanan re tê
pêşkêş kirin.
Ramanên zingargirtî, kevneşopiyên nebaş, adet û toreyên
kufikî di mejiyê mêrên kurd û herweha bi gelemperî di mejiyê mêrên
rojhilata navîn de cih girtiye. Paşvemayina civakî, newekheviya jin û
mêrî, zilma li ser jinan dibe sedemên gelek bûyerên dramatîk û
trajediyê.
Malbata Şêro bi adet û toreyên kevneşopî ên nebaş ve
girêdayiye. Şêro jî Xwedêgiravî xwenda ye, siyasî ye, di partiyek kurd a
siyasî de dixebite, di civînan de doza vekhevî û demokrasiyê tîne
zimên, lê di malê de wek paşverûyekî dera hanê ye. Hevalê Karl Marks,
Fredrîk Engels dibêje : “Hinek kes li derve sosyalîst in û li male
feodal in.” Şêxo jî kesekî weha ye.
Serlehenga romanê Lorîn Xanim e.
Min ji kesayetiya wê hez kir. Ew mamoste ye, nivîskar e, rewşenbîr e û
xwedî şexsiyeteke cuda ye, kesayetiyeke zana ye. Ew di perwerdekirina
zarokan de girîngî dide ziman û rastiyên zimên pêşkêş dike.
Zimanê
kurdî nasnameya netewa kurd e, hebûna kurd e. Dewletên dagirker dixwazin
kurdan asîmîle bikin, zimanê wan bidine jibîrkirin û bi zorê wan fêrî
zimanê dewleta xwe a fermî bikin. Lehenga romanê Lorîn dibêje: “Li vî
welatî ken û girî bi Kurdî xweş in, jiyan û mirin jî bi Kurdî xweş in.
Celadet Alî Bedirxan dibêje: Yan fêrî zimanê xwe bibe yan jî nebêje ez
Kurd im. Xwendin û nivîsandina bi Kurdî bo me şanazî û serbilindî ye ji
ber ku zimanê me hebûn û nasnama me ye. Neyaran ew li me qedexe kirine
û di bin darê zorê de me fêrî zimanekî biyan dikin. Mebesta wan ew e ku
zimanê me ji holê rakin û me tune bikin. Wan Kurdistan kirin çar perçe û
dixwazin mejiyê me jî bikin çil û çar perçe. Lê ew nizanin ku vîna
kurdan ji pola ye û heya zimanhezên wek we hene zimanê me dê tim geş
be.”