RENG
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe




Burhan Hesso

Hebû çûkekî rengîn
Çûk ji ber bibûn xemgîn
 
-:Ê te rengên te pir in
Keskesor in  difirin


Hinek  ji me rengek in
Hinek ji me belek in
 
Emê dûrî te herin
Em þerm dikin bifirin
 
Çûkê rengîn gote wan
-:Cudahî ne bi rengan

Rast e,hin Çûk rengîn in
Lê reng tev de þêrîn in
 
Per û baskên min hene
Wek per û baskên we ne
 
Navê me tevan Balind
Wek zarokan tev de rind
 
Reng xwezayê xweþ dikin
Fîxan, jînê geþ dikin
 
Xwedê em tev de dane
Zana tenê cudan e
 
Em jî wek e zarokan
Teyrkê buhuþta Xwedan
 
Guh bidin Dê û Bavan
Çi bêjin bikin wek wan
 
Mala me dibistan e
Mamostê me Burhan e.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5402