Konê Reþ Bi min xweþ e ku di vê nivîsê de kurtiyekê ji jiyana (Ûsivkê Çelebî: ?-1962), û deqa strana wî (Zeîm Silo) ji we re raxînim ber çavan. Ew li gundekî ji gundên çiyayê Omeriyan, bi navê Cibilgirawê, ser bi bajarê Nisêbînê ve çêbûye.. Li ber destê Melayê gund xwendiye û ji bavê xwe yê tembûrvan û dengbêjên çiyayê Omeriyan hez û fêrî lêdana tembûrê bûye.. Jiyana xortaniyê di navbera Serxet û Binxetê de derbas kiriye.. li Nisêbînê hez keçeke Cihû, bi navê (Hina Cihû) kiriye.. Bi danîna sînorê bi mayîn û têldirîyan, di navbera Serxet û Binxetê de, li Binxetê, gundê Elîfero bi cî û war bûye.
Di heyamê Yekîtiya Sûriyê û Misrê de (1958-1961), Abdulhemîd Serac
wezîrê hundirê Sûriyê bû û damezrênerê emniyeta Sûriyê û polîsên ku zul
û zor li kurdan di Sûriyê de dikirin.. Hikmet Mînî serokê polis û
emniyeta wî ya bi navê (Mekteb Elsanî المكتب الثاني/) bû li Qamiþlo..
Hikmet Mînî, di bin emir û fermandariya Abdulhemîd Serac de wek ku min
got; zulm û zoreke mezin li kurdan dikir; bi girsbûn kurd digirtin; çi
kurdperwer ji Partiya Kurdî ba û çi kumonîstê Kurd ba ji Partiya
Kumonist.. Yê ku bêhna kurdîtiyê li dor dihat, ew dihat girtin û
bersivdan.. Di encam de jî qedexebûna zimanê kurdî destpê kiribû.. Vî
kar û finasê Abdulhemîd Serac yê nijadperestî dijî kurdan, dirêj kir ta
piþtî jihevketina Sûriyê û Misrê di sala 1961ê de.. (Di vê derbarê de
dikarim bibêjim ku þewata Sînema Amûdê di sala 1960î de ne dûre ku bi
pilana Abdulhemîd Serac bû. Ew sînemeya ku 283 zarokên kurd têde hatin
þewitandin..). Di wan salan de Ûsivkê Çelebî yek ji hevalbendên Partiya
Kumonîst bû û bi stranên xwe yên ku di govend dîlanên kurdan de dihatin
gotin, propagendayeke mezin ji Partiya Kumonîst re dikir, nexasim bi
strana (Zeîm Silo). Rêjîm bi gotinên vê strana wî re aciz dibû, ji ber
ku ne li hawayê wê siyaseta wê nedihat.. Çend carekî ew digirtin û lê
didan, lê her ew ji baweriya xwe nedihat xwarê û ev stran digot..
Di Newroza 1962an de Ûsivkê Çelebî vê strana xwe (Zeîm Silo), li gundê
Elîfero dibêje.. Dengveda vê strana wî bi hezkirin di nav gel de belav
dibe.. Gelekan ji min re got; gotinên vê strana wî bi xurtî gîhan
zilamên rêjîmê û rêjîm pirr aciz dibû..
Û ji min re gotin, di encam
de, piþtî 46 rojan ji cejna Newrozê, di þeva 7/5/1962an, di ahengeke
xwemalî de, li mala dostên wî li Qamiþlo, ji niþkekê ve canê xwe ji dest
dide!! Wê þevê, xwediyê malê, wî dikin paytonekê de û termê wî diþînin
mala wî gundê Elîfero, li ber deriyê mala wî datînin.. û di nav gel de
belav dikin ku Ûsivkê Çelebî bi vexwarina Alkhûla zêde miriye..! Di
baweriya min de, ew bi rengekî nepen hatiye kuþtin. Herwiha dikarim
bibêjim; ev strana wî (Zeîm Silo), yekemîn strana siyasî ye ku di nav
kurdên Rojava de hatiye gotin.. Min ev gotinên strana wî ji ber dengê
þagirtê wî Hizniyê Selîm girtiye. Fermo gotinên strana Zeîm Silo:
Çûm Þamê wa bi dar e.. Zeîm Silo
Hatim Þamê bi dar e.. Zeîm Silo
Va Radya bar e- bar e.. Zeîm Silo
Va cerîda kir îlan e.. Zeîm Silo
Mizgîna min li Felaha.. Zeîm Silo
Wê erdê bikin par e.. Zeîm Silo
* * *
Çûm Þamê wa bi dar e.. Zeîm Silo
Ti li va Axa û Mixtara.. Zeîm Silo
Rahiþtin qutên dara.. Zeîm Silo
Berdan feqîr û jaran.. Zeîm Silo
Feqîra bazdan bajara.. Zeîm Silo
Ji ber zulma mixtara.. Zeîm Silo
Êsîr revyan bajara.. Zeîm Silo
Tev bûne imale.. Zeîm Silo
Hinek bûne beqal e.. Zeîm Silo
Heyfa Misto xeyat e.. Zeîm Silo
Sofî bûne delal e.. Zeîm Silo
* * *
Çûm Þamê wa bi rê ye.. Zeîm Silo
Hatim Þamê bi rê ye.. Zeîm Silo
Gir- gira teyarê ye.. Zeîm Silo
Ev çi bela xelkê ye.. Zeîm Silo
Ji bo teqsîma erdê ye.. Zeîm Silo
Kêfa feqîra tê ye.. Zeîm Silo
Axa ketin hiznê ye.. Zeîm Silo
* * *
Çûm Þamê wa bi tîne.. Zeîm Silo
Ez hatim Þamê bi tîne.. Zeîm Silo
Her kes zane tu xayîne.. Zeîm Silo
Feqîra hevdû dîne.. Zeîm Silo
Wan jî, kêfek danîne.. Zeîm Silo
Tevda go; em Þoîne.. Zeîm Silo
Û ji hizba Markisî ne.. Zeîm Silo
Ji hizba rûtî-tazî ne.. Zeîm Silo
Ma dijminê me kî ne.. Zeîm Silo
Emerîka û Yehûdî ne.. Zeîm Silo
Em pê zanin xayîn e.. Zeîm Silo
Heçî Axa û Mixtarin.. Zeîm Silo
Ew perekê wan pirin.. Zeîm Silo
Ewladên xwe kirîne .. Zeîm Silo
Feqîra tiþtek nîne.. Zeîm Silo
Tev eskerên cibrî ne.. Zeîm Silo
Li hidûdê Felestînin.. Zeîm Silo
Li ser xeta emamî ne.. Zeîm Silo
Em tevde fidawî ne.. Zeîm Silo
Tereso, bertîlxuro.. Zeîm Silo
Wey tifî li zeyîmê wilo.. Zeîm Silo.
Qamiþlo, 01/01/2021