Dr. Nurī Dźrsimī.. Jīnenīgarī/Biography. Beža Duemīn
Dīrok: ĒįĪćķÓ 24 ĻķÓćČŃ 2020
Mijar: Nūēe



Ibrehîm Žitlo
 
Di 1962-an de, yek ji Žagirtên ku biminre(Dilawer B.) li Dibîstana El Maemûn – Kolana Cemîliyê dixwend,( ji aliyê Devera Derbêsiyê- Cizîrê bû an jî Gundê Bavê wî liwir bû)li nêzîka min li Camîlîyeh dijiya, got ku ew kesê Kurd ku li avahiya Gozim dijiya Qehremanekî Serhildana Dêrsimê ye, Navê wî Dr. Nurî Dêrsimî bû.
Bi xwîngermiya Dilê xwe min dubare û bi tungî jê xwest ku navnîžana wî – Doktor Nurî Dêrsimî - ya nuh ji min re peydake ji ber ku ez dixwazim biçim serdana wî ta ez wî Kesî Dîrokî binasim.
Bi rastî, hîna 2 Hefte derbas nebûn ku hevalê min Mizgîniya navnîžana Dr. Nuri Dêrsimî ji Diya xwe stendiye, lê ji bona serdana Dr. û ji ber vê yekê Diya wî got:


„Divê pêžî ez telefûna Doktor bikim ta ji te û Hevalê tere destûr bistûnim û Sozekî li gora demê Doktor bi Roj û Dem ji were bigrim.“
 Çend rojan dirêj nekir Hevalê min Dilawer. B ez agahdarim Ku Diya wî  Sozek ji me re stendibû, ji ber vê yekê em li gorî wê li ser wê Sozê çûn Koloana Mehetit Baxdad , ku em ketin avahiyekê û bi Neh/Deh pêlikan de hilkižiyan jor, û Deriyê yekem li rastê bû û li ser zengila wî bi Erebî hatibû nivîsandin:
.د.نوري ديرسيمي –
فريدة غزأوغلي
Doktor Nûrî bixwe Rûgež û bi Dengekî xurt bi gotina:
„ Oooh…Xortên hêja…Fermo…keremkin.“
bixêrhatina mekir,û ev Civîn destpêka naskirina min a kesane bi Dr.Nurî Dêrsimî re bû.
Bejna Berêz Dr. Nurî Dêrsimî navînî, taybetmendiyên rûyê ciddî, Rengê Gewr/ spî, Dengê xurt, xuyangiya wî mirovî bandora Kerîsma Kesê bi xwe bawer û bi xwe dide der bû.
Pižtî Serdana yekemîn min Çûyîna xwe Mala wî li pey hev û bi tenê bêyî Agahdariya Hevalê min yê Dibistanê Dilawer.B dubare kir.
 6- 7 Meh/ Heyv derbasbûn îca Têkiliyên min li gel Dr. nemir Nurî Dêrsimî Roj ji Rojê bi Bîr û Bawerî xurtir dibû, hema li Dawî ez bûm Kurê Malê.
Xaltîka Hêja Ferîde Xan jî her bi Serdana min Dilxwež dibû. Wirde wirde jî Tižtê Malbatê yê taybet jî ji min re digotinû Pirsa Pêžneyara min dixwestin.
Peyv û Gotinên min bi Apê Berêz re her li ser bingeha dîroka Kurd û Kurdistanê, Žorežên Sexwebûnê bû. Carna jî me bi xwendina yek ji wan pirtûkên ku min ji Kitêbxaneya wîbû derbasdikir.
Gelek Caran, Apê Qehreman Kitêba xwe ya bi Zimanê Tirkî çapkiribû:
„Dersim Kurdistan Tarihinde“ ji min re dixwend û bi Kurdî werdigerand û taybet ew Banga wî ji Xortên Kurdan re bi Xwîn germî bi Dengê xwe xurt ji min re dixwend.
Min jî jêre Nûçe û Dem û Dewrana Civata Kurd yê Rojane li Rojava hewldida û me li ser wê Nêrîn û Baweriya xwe ji hev û din re digot.
Eger car carna Rojname û Çapemeniyên Erebî yên li Bêrûtê û li Misirê çapdibûnمجلة الأسبوع العربي – جريدة الحياة – مجلة المصور المصرية Nûçeyên žoreža li Kurdistana Iraqê û Rêber Mela Mistefa min jê re dibirin û jêre dixwend.
Ji ber ku ez Endamê Partiya Demoqrat a Kurd - Partî - bûm, partiyê ez bi Rêya Rêheval Midewer Ebdil Henan ku ew di wê Demê de Berpirsiyarê min bû agahdar kirim ku pêwîste ez têkiliyên xwe li gel Dr. Nûrî Dêrsimî rawestînim.
Sala 1965an rojekê Heval Midewer Ebdil Hanan hate ba min Mal û got:
„tu diçî ba Dr. Nurî Dêrsimî, Partî ji te dixwaze ku tu çûyîna xwe ba wî rawestînî.“
Min Bersiva wî wilo da û got:
„Dr. Kesayetîk Welatparêze, ez bi çûyîna xwe ba wî Nižtmanperwerî jê fêr dibim, Kitêbxana wî jî gelek dewelemende, ez Kitêb û Dokuminta li ba wî dixwînim, lewra pêwendiya xwe li gel Dr. Nurî Dêrsimî  bernadim.“
Lê Berêz Midewer li min vegerand û got: „ divê yan tu bimînî Endamê Partî, an jî tê herî ba Dr. Nurî Dêrsimî.“
Heval Midewer ji Cihê xwe helsa ser Piyan û bi hêrs li min vegerand û got:
„Tu mijûl bibe û ezê pižtî çend Rojan werim û Bersiva te ya Dawî bigrim.“
Pižtî 2-3 Hefteyan Heval Midewer serdana min kir û pirsî:
„Ka,te çi Biryar da?.Tê bimînî Endamê Partî an tê Çûyîna xwe ba Dr. N. Dêrsimî berdewamkî?“:
Min Bersiva Kadiroyê Partî Heval Midewir Ebdil Hanan wilo da:
„Ez partîme û ezê her biçim ba Dr. Nurî Dêrsimî.“
Berêz Midewer bê Deng ma û me Civîna xwe weke her car li ser Kar û Xebata Partî bire serî.
Pižtî wê bi du Hefteyan Heval Midewer hat ba min û Kitêba ŽOREŽÊN BARZAN ji Sala 1931 – 1939 bi Zimanê Erebî:
حركات بارزان من عام 1931 – 1939 بقلم المحامي معروف جياووك
Li pêž min dît, Midewer ji min pirsî:
„ Ev çi Kitêbe?“
Min got:“Ev Kitêb giranbuhaye,Nivîskarê wê Berêz Merûf Ciyawûk e, Bûyer û Pêhatiyên têde hatine nivîsandin gelek hêjane, ji ber ku her Tižtek û her Bûyerên têde bi Nav, Dem û Cih bi durustî hatine dokominto kirin, min tu caran û ta Îro weke vê Kitêbê bi Rêk û Pêk ne Dîtiye.“
Midewir ji min pirsî: Te ev Kitêb ji ku peyda kiriye?
Min jêre got: ji Kitêbxana Dr. Nurî Dêrsimî.
Midewer dest avête Kitêbê, pižtî ku çavên xwe li çend Rûpelan gerand, destûra Kitêbê ji min xwest û pêre jî got: Ezê bixwînim û di demek nêzîk li te vegerînim. Pižtî Soza vegerandina Kitêbê bi Sund û peyman da min. Min jê bawer kir û Heval Midewer Kitêb kire Pažla xwe û Oxir ji min xwest.
Lê pižtî wê Rojê Çavê min cardin li Kitêba حركات بارزان بقلم المحامي معروف جياووك
neket, her gav ku min Heval Midewer didît min pirsa Kitêbê jêdikir, lê wî her car bersiva min wilo dida:“ Ezê li te vegerînim“,.
Ez Ji ber wenda kirina wê Kitêbê Pežîman,Xemgîn û bê Çare mam.Min xwe li pêž Apê Berêz Gunehkar dît û liber xwe ketim ku çawa min ew Sûc kir!?.Ji vê Yekê min çûyîna xwe Mala Dr. Nurî Dersimî bi derengî xist û ez Pažîman û Žêt mabûm ku ezê çi ji Apê xwe re bêjim?.
Li Dawiyê min Birayara xwe da ku ez sardana Apê Doktor bikim û rastiyê jêre bêjim.
 „ Lê Apê Hêja Dr. Nurî Dêrsimî bi paqijiya Dilê min bawerbû, ji ber wê jî Dilê xwe ji min negirt,tenê Qewîtiya xwe ji min re wilo got:
„ Lawê min , divê ev ji tere bibe Ders da, tu Kitêban car din nedî her kesî.“
 
Aqilmendiya ku Apê Berêz li ser Bûyera Kitêbê û Midewer bi min re kir, bû sedema Bawirya bê Sînor ku ji wê pêde tu Perde di neqeba min û Qehremanê Dêrsimê de nema.
Min her guh neda Xwesteka partiyê û min Serdan, Çûyîn û Pêwendiya xwe roj bi roj nêztir dikir.Apê Qehreman gelek caran žîret li min dikirin ku ez ji partiyê dûrkevim û gotinên wî hîn jî di Guhên min de ne:
« Lawê min viya ne Partiye, viya Patirtiye!.»
Derbarê Qedexekirin ü rastdariyên Partî yên ji bo pêžîgirtina min li serdana Dr.Nurî Dêrsimî, ev bûn:
Dr. kesek Pažverûye ew Endamekî pêženg ê Partiya Xoybûne. Xoybûn ji hêla hin Kesên Foydal, Axa,Befg, Paže û Pažverû ve tê rêber kirin û ji ber vê yekê dijminatiya partî û rêgezên wê yên pêžverû dike. Pêdivî ye ku endamekî partiyê bi Dr. Nurî Dêrsimî û hevalên wî yên Pažverû Têkiliyên Dostane neke.
Li vir, dema ku Birin û wendakirina Kitêba: Žorežên Barzan…tê Bîra min, ji min re diyar dibe ku Mebesta Berpirsyarê min Berêz Midewer ew bû ku Dr. Nurî Dêrsimî j ibo wendakirina wê Kitêbê xwe ji min bixeyidîne û ew jî bibe Sedema Aloziyek ku li Dawî Baweriya Dr. bimin nemîne…û her pêwendiya min li gel Doktor were birîn.
Lê, belê bi wendakirina Kitêbê Vîna min bi Dayîn Standina min li gel Berêz Dr. N. Dêrsimî xurtir bû û Armanca Kadroyê Partî bi cih nehat!.
Apê Qehreman, ji min re li ser Xoybûn û P.D.K.S wilo digot :
Xoybûn dixwest ku em Pižtgêrîya Dewletên Ewropa û Emrîkayê bi Aliyê xwe ve bînin. Çend Xortên Kurd Welatparêz bi mebesta Xwendina bilind li Zangoyên Ewrupa ta hînî Zimanê Biyanî Navnetewî, ew bi Zanebûnê bibin Nûnerê Milletê Kurd û Pirsgirêka me li Welatên Ewrupa û Emrîkayê bigrin, têkilî li gel Berpirsiyarên Dewletan bikin û Lobî ji Mafê Serxwebûna me damezirînin. Ev bi kurtî Pîlana Xoybûn bû, lê Partî bi vê Pêžneyarê ne qayîl bû, piraniya Serdariya Partî berê Endamê Partiya Komînîst bûn, Partî dixwest bi Idyoliciya Koministan li nav Millet xbatê bike û Canga me kir û xwe ji me dûrxist. Ramana Marksizim Lînînizmê li nav Belengaz û Xortan belav dikirin, bi vî awayî dijatî li nav Civata Kurda çandin,Li bilî Hižyarbûna Netewî wan Serokê Partî Dubandî, Çînîtî bi navê Marksîzmê belevdike û cenga Xoybûn kirin.Êrižî Kesên weke Dr. Nafiz û Birayê wî Nurddîn dikin, ma ew Sêwî û Panaberê Welatparêziyê ne, Çi Foydal û Sermiyana Dr. Nafiz û Nureddîn heye ?.
 Me Nureddîn Zaza rêkir Ewrupa, wî xebateka hêja li Ewrupa kir. Ma wê ne bažtir ba ku bi Dehan belkî bi sedan Xortên Kurd li Zanîngehên Ewrupa fêr bibûna û xwe weke Nûnerê Kurdan li nav Cihanê xebat bikirana?
em bi hewceyê Kurdên Zana ne, ji ber ku Zanayê Millet kanin Rêya Azadîyê bažtir pêkbînin.
Ka ev Partî çidike?
Dr. Nurî Dêrsimî, ev Gotin û Rexne li pêž her kesî nedigotin. Ew tu carî cenga Partî an Kesayetê Kurd nedikir. Baweriya xwe bimin dikir,dema wî ji min re Rewž û Polîtîka Partî Demoqratê Kurdî - Sûriyê žîrove dikir mebesta wî min li ser Rêya Xebata netewî rast û durust žîyar û nižan bike.
Deriyê Mala wî her Roj, herdem ji her Kesê Kurd re vekirîbû.
Lê belê Berêz Doktor baž dizanî ku Mîvanên wî cuda cuda ne û yên Serdana wî dikin bi cure cure Armanc berê xwe didin Mala wî.
Apê Qehreman jî bi Çavê xwe yên Bazan merema wan Mîvanan žîrove dikir. Ica Gotinên xwe bi Pîvana Qabana Zêran bûn.
Beg, Axa,Xwendevan,Pîrek,Keç,Xort, Mele, Mamoste, Karkerê Dadgehan, Parêzger û Belengaz… berê xwe didan Salona wî. Welatiyên Ji Çiyayê Kurd,Kobanî, Helebê,Hema,Žamê,Cezîrê,ji hemû Perçên Kurdistanê û Dervayî Welat Rêya xwe li ser Mala Dr. Nurî Dêsimî didîtin.
Îca li gora her Mîvanekî Goft û Gotin li Salona wî dihatin hewaldan.Lê herdem bi Karîsma xwe bi giranî,bi Hurmet û Rêz Peyv, çûyîn û hatina wan Mîvanan derbas dibû.
Apê Berêz carna ji min dixwest ku ez xwe li pêž hin Mîvanan diyar nekim. Wê Demê ez derbasî Oda/Jûrê Kitabxanê dibûm ta ew Kes biçe. Hema Doktor deriyê Kitêbxanê vedikir û Rûlken digot ew çû…ez nizanim ew j ibo çi hatibû, lê min ižaret da û ew têgihîžt ku karê min heye…hema wî jî Qehwe xwe vexar û xatir xwest. Baž bû ku wî tu nedîtî !.
Li ser wê Rewžê jî, ji min re wilo digot:
„Lawê min ez Doktorê Vitirinêrim – Beiyterî me, ez bêyî Pirsa bikim, Nesaxiya bi Çavê xwe žîrove dikin. „.
 
Kurdish&Islamc Studies
Ibrehîm Žitlo
22.12.2020








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5391