DAYÊ LI MIN NEGRE
Dîrok: ÇáÓÈÊ 16 íæäíæ 2007
Mijar: Helbest



  Dildar Ismaîl

Çira nevemrîne dayê
Evîndarê hêstirên teme
Birîndarê dûrbûna teme
Dinalim û dibarînim
Hemî þev li min sarin
Roj li min barin
Dayê tû nexweþî li te dipirsim
Çawa ezê te bibînim


Dûrim ji te sînor dirêjin
Min tû nedî temen dibhure
Dilê min are jiyan kore
Dunya çi zanê
Canê tev birîn
Gunhehkariya min çibû
Rêça rojê herdem tariye
Kêlên birînê dijwarin
Vê carê tû bimîne
Hêvî herdo çav te bibîne
Erê dayê li min negre
Qeder wiha dinvîse
Hatim jînê di vê rojê de
Roj dirêje li ber zorê
Êþa sala dijware
Çare jê nabê
Bi yek carê derman nabe
Dayê li min negre
Bîranîna wê rojê
Dengê te nema tê min
Hêjî tû li ber xwe bide
Bandikim li van bajara
Deng ji hev nayê der
Nalîna te ji nalînek kevnare
Dayê tû negrî
Ew dengê te sitêr dihejandin
Îro ti bê dengî
Wa jiyanê te roj li min kir ar
Dilê min ma li ser pêla  û
Pêl ji pêlên derya
dildarismail@hotmail.com
     www.dildar.net 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=538