Ezbenî! Ev bajar, bajarê min û te ye
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 25 äæÝãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe


 
Konê Reþ

  Ezbenî! Bajarê te, ji bil dengê þer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi þer, pevçûn û qerebalixin û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din, jana hala Korona û xelayê dikþînin.. Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min û te ye.. Bajarê bêdenga ye.. Bajarê ku di kêferata mirinê de li ber xwe dide.. Di kolan û çarþiyên bajarê me de, gelek celeb di ber te re derbas dibin; rîha hina dirêj bûye, hin bi telkî di tewtihin, hin derbas dibin û bi xwe re xeber didin, hin tu nizanî berê wan li ku ye, ew jî nizanin berê wan li ku ye.. Dawî, tu di hisî ku, dilê te bi dizî digirî.. Ji ber ku te xweþ naskiriye, tiþtek nayê guhertin..


*      *      *
  Ezbenî! Wek ku tu dibînî, em gêjomêjo bûne.. Ji neçarî, em çirayên ronahiyê dipelixînin! Veþartokên xwe li ber tava rokê vediþêrin! û êdî nema zanin, em ê li kû bisekinin. Ji berpirsyarên rêxistinên me re; ewên ku em hez wan dikin û ew dîroka me ne; gelo em ê çawa pêvajoya we a rast biþopînin..?! Ji welatiyên me re; ewên ku xewin û azadiya me ne, ji bo wan dibêjim; gelî xewnên welatiyan! Zû bi zû nemirin û jibîr nebin.. Û wa Azadiyê! Asoyê xwe di ser bajarê me re fireh bike.. Bela bajarê me teng nebe, bêdeng nebe û pênûsa me neþke..
*      *      *
  Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweþtir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijî û pêre zindî dimîne.. Erê, tiþtên xweþ, temen kurtin û tevî ku her tiþt bi demê re têne guhertin lê, her xewnên kevin xweþ dimînin.
Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye!
*      *      *
  Ezbenî! Nîtþe, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçin û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eþkere ye, ya din nepen û veþartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitþe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiþtên veþartî gerya ye.. Tiþtên diyar her kes dibîne û bi wan zane, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiþtên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..
*      *      *
  Ezbenî! Ne ev nasnameya te fêdê li te dike û ne serokên rêxistinan fêdê dikin.. Tu bûye mîna tûmê kelemperê, li ber bayê vê payîzê.. Tu nizanî kî werîsê te sist dike û kî diþidîne.. û birçîbûn û Korona (Covid 19) jî, bi rex te ve bazdidin.. Dost, heval, cîran û mirov di miþextiyan de belav bûne.. û ne çemê Firat di hawara te de tê û ne çemê Dicle li ser te digirî.. û her xelayê serê xwe rakiriye, bihabûneke bêpîvan di hundirê mala te de digere..! Destê xwe li qirika te diþidîne..! Û tu nizanî kengî wê ev rewiþ bi dawî bibe..
*      *      *
  Ezbenî! Di vê rewþê de, tiþtê herî baþ ku li pêþ me maye ziman e. Zimanê me dîroka me ye û dîroka me di zimanê me de ye.. di zargotin û folklorê me de ye.. Ew zargotina ku ji ber qedexebûna zimanê me, nehatiye kom kirin û nivîsandin.. Neyarên me jî bi kêfa xwe têde çêriya ne, têra xwe jê dizîne û gelek jê kirina ji milk û malên xwe.. Werin, em ji nû ve destpê bikin; zargotin û folklorê xwe kom bikin, bidin hev û binivîsînin.. Mane kurdan ji mêj ve gotiye: "Mirov ji nîvê rê jî vegere baþ e".

Konê Reþ, Qamiþlo









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5364