Polîtîk û polîtîkvanên kurdên Sûriyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 äæÝãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Polîtîk çî ye? Hema bi kurtahî, tê gotin, ku polîtîk hunera degoncî ye (mumkîn e). Li gor vê danasînê, divê siyasetmedar zîrek be, degonciyê û estemeyê (mustehîl) tev li hevdu neke, wan ji hevdu veqetîne, nekeve ber dava dîmagogiyê, sozên birîskedar (þewqdar), ku hestan ji bo çepikan, dihurhutîne, nede cemawer û civakê. Siyasetmedarê berevacî van rengdêran tevbigere, wê civaka xwe ber bi belayên mezin û metirsîdar de têvede.


Tê gotin jî, ku polîtîk zanist e, zanîna her tiþtên, ku li gel hunera hukimdariya dewletan, û rêvbirina têkiliyên wan li gel hevdu, û yên gel û civakê, bestandî ne . Li gor vê pênasînê, Dr. Ehmed Xelîl dibêje: „ Polîtîk zanîn û têor û bencîne (qewaid) û zanyarî ye. Ne serpêyî ye (îrtîcalî), û ne gorepana ezmûnan e (tecrûbe ), ne jî bez û leza ber bi hewesan de ye….. Her weha her gotineke polîtîkî, yan tevdîreke polîtîkî, yan avakirina têlikiyeke polîtîkî, yan girêdana hevbendiyeke polîtîkî, yan jî tevlêbûna cengeke yan gengeþeyeke polîtîkî, eger ne li ser bingeha zanist û zanîn û bençîne û zanyariyan be, wê têkeve çarçewa xurafetan û efsaneyan. Ma xurafetan kînga destkeftin peyda kirine?“.
Dr. E. Xelîl, gotina xwe didomîne „Polîtîkê armanc hene, ango ne karekî pûç û bê sûd e, polîtîk ristina têkliyan li gel hêzên siyasî yên hundirê welêt de, û li gel miletên  din e, organezîkirina têkiliyên tekekesan û gel, û parastina berjewendiyên gel e“. Ev hemî di eniya armancên polîtîkê de bi cih dibin. Divê siyasetmedar evan armacan û hinên din jî baþ binere û vekole, û li gor nîrên xweyîtî hundirî û yên dervayî organîze bike, û heya ji wî tê, dostan ji bo gel û doza wî peyda bike, bê ku xwe û doza gelê xwe li hember hêz û gel û dewletên din biçûk bike, û divê her û her xwe bi vê pirsê re rû bi rû bike: Gelo, ev peyva min, hevoka min, tevdîra min, helwesta min, ev…..ev…..û ev….çi wate ye?.
Ezê sê nimûneyan ji nav siyasetmedarên me Kurdên Sûriyê û helwestine wan verbrêjim, ka ewana li gor pêdiviyên polîtîkê tevgerîne, yan na?.
1. Ragihandina Þamê, ya ku gelek hêzên siyasî yên Sûrî, hinek kurdî jî di nav de,sala 2005ê damezirandine. Rêxistinên wan hêzan li Ewropayê, berî derdora 15 salan li hev civîn, da nûnertiya wê ragihadinê li Ewropayê hilbijêrin. Nûnerê partiya yekîtî ya demikrat a kurdî li Sûriyê / YEKÌTÌ Ehmed Çeto bo serokatiyê hat hilbijartin, û endamên civînê û berbijêrên din jî ew pîroz kirin, û serkeftin jê re hêvî kirin. Lê vî siyasetmedarê kurd, çi kir? Ji dêvla hiþ, hestên xwe xebitandin, û serokatî  bo Dr. Eddirrezzaq Îd wazhêna (tenazele), bê ku ji xwe bipirse: Van endaman dengên xwe nedane E. Îd, gelo min maf heye, ez dengên wan bidim wî? Eger wan bixwastana dengên xwe bo E. Îd biçûna, çima wê yekser nadana wî? Çima ev siyasetmedarê me, wê xwe bike navbêner, û dengên wan diyarî Dr. E. Îd bike? Gelo ewî ji xwe pirs kir, ka vê helwesta wî çi wate ye? Û bandora wê helwestê li ser xwediyên wan dengan çiqas giran e? Gelo ev kir an jî helwest a siyasetmedaran e, yan a gundiyekî reben û nezan e, ku  sincên gundîtî bercest dike ye?
2. Dema Nûrî El-Malîkî serowezê Îraqê bû, Salih Mislim, û Heysem El-Mennai, wek þandeya desteya hevrêz, çûn serdana wî kirin. Gava her sê li gel hev rûniþtibûn, Heysem El-Mennai li kêlek El-Malîkî rûniþt, û Salih Mislim li jêr H. El-Mennai rûnþit. Pirotokolên dîplomatîk serokên þandeyan li þûnên jor didin rûniþtandin. Pê re jî mirov ji awayê rûniþtina wan têgihêþt, ku H. El-Mennai serokê þandeyê bû, ne Salih Mislim.
Salih Mislim, wê hîngê, hem serokê partiya Yekîtiya Demikrat P Y D bû, û hem jî cîgirê serokê desteya hevrêz Hesen Ebdil-Ezîm bû, û H. El-Mennai nûnerê desteya hevrêz bû li Ewropayê, yanê bi pileya balyozekî bû. Li gor pirotokola dîplomatîk, Salih Mislim serokê þandeya desteya hevrêz bû, ne H. El-Mennai. Gelo çima Salih Mislim wusa kir? Çima hêza partiya, ku ew kiribû cîgirê serokê desteya hevrêz, li hember El-Malîkî û El-Mennai, û li hember tevayê desteya hevrêz qels û sivik kir? Salih Mislim jî wek gundiyekî reben û nezan sincên gundîtiyê bercest kirin, ne yên siyasetmedaran, û ew sincan bi xwe re birin koþka seredaneke polîtikî û dîplomatîk.
3. Girafet û sêdar. Berî çend salan, kirîzeya Sûriyê li Siwêsrayê; bajarê Cinêvê, di bin sîwana Yekîtiya navdewletî de, bi beþdariya þandeyên rêjîmê û rikberiya Sûrî, hate gotubêjkirin. Ji ber ku encûmena niþtimanî kurdî endamê rikberiya Sûrî ye, nûnerên wê jî tev li þandeya Îtilafa Sûrî ya rikber bûn. Endamê komîta navendî ya partiya demikrat a kurdistanî – Sûriyê P D K – S Dr. Ebdil-Hekîm Beþþar, ku di heman demê de cigirê serokê Îtîlafê bû, li orta bajarê Cinêvê, li pêþiya avahiya Yekîtiya navdewletî derket pêþ revenda Kurdî, ku ji gelek dewletên Ewropayê çûbûn Cinêvê; dest avêt girafeta xwe, û bi þêwazekî jixwerazî qîriya û got: „Eger me mafên Kurdan li Sûriyê bi dest nexistin, min bi vê Girafetê sêdar bikin“. Gelo siyasetmedarê, ku siyasetê wek huner û zanist têdigihîne û dixebitîne sozên wusa birîskedar dide gelê xwe? Gelo di polîtîka dinyayê de sozeke wusa tê dayîn? Ev helwest þert û mercên gundiyan, di ber henek û laqirdî re, yan jî di ber gefuguran re, tîne bîra mirov. Kesê gundî pirê caran destan davêje simêlên xwe û dibêje: Eger min wusa nekir, ezê van simêlan kur kim.
Vê lomê hinek kurdologên biyanî, bi encama lêkolên xwe gîhane vê baweriyê, ku Kurd qezecên þer û cengan li ser maseyan ji dest didin.
Mîkyavîllî dibêje: „Xelk berî pêþî tiþtên bi çavan dibînin, dinerxînin. Em hemî dikarin bibînin, lê hindikên me dikarin, di realîteya pergala te bigihînin (fêm bikin“.
(Rojnameya NEWRZ a partiya yekîtiya demikran li Sûriyê EL-Wehde, ev gotar bo weþnadinê nepejirand)






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5360