Tu dizan
Drok: 12 2020
Mijar: Ne




Brahîm Mehmûd

Tu dizanî heyvê xwe rakiande min
Dema peyva tu ne gewrî ji devê min derket
Diyarbû ku min li asîmanê dilê xwe ne nêrî

Tu dizanî deriyê pêlek xwe avête min
Dema min hizir kir ku evîna te nizme
Diyarbû ku min nêrîna cavê xwe bibîr neanî


Tu dizanî çem bi hêrz ez dame berxwe
Çiku min gote te tu kine
Diyarbû min li sîbera porê te ku daristaneke
Bal nekêa

Tu dizanî gulan xwe li min kirin yek
Dema min sênga te bi nav kirî bi henasek kurt
Diyarbû ku gulan bi sênga te xwe bi bîhn dikirin

Tu dizanî awazê li min kir eva re
Dema min dengê te bê ritm nîan kirî
Diyarbû ku awaz ji nav tiliyên te difire

Tu dizanî katijimêrê ev û roj li hevxistin li ber min
Li ser min
Dema min gavên te
Dema min raketin û nivistina te
Dema min soz û dîtina te nehejmartin
Diyarbû ku tu laê jêdera demê yî

Tu dizanî ku tu min nebexînî
Ez rê nabim ser dilê xwe
Ez rêwiyek li ser rêyên ker û kor dimînim
Ey ferhenga steyrikên zimanê min yê bê ser û binî  








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5352