Têkoþîna nîvsedsalî li Kurdistana Rojava li gelê Kurd û li hêzên dêmokratîxwaz PÎROZ BE
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 13 íæäíæ 2007
Mijar: gotar



Dr.Ebdilmecît Þêxo
13.06.2oo7

Di destpêka sedsala 20 ê de rûdawa koledaran mîna Firansa û Birêtaniya hate holê, ewa ji bo gelên cîhanê seretayeke bêzar bû, þerê cîhanê yê yekem 1914-1918 ji bo bidestxistina berjewendiyên koledaran pêk hat.


Di encama vî þerî de, Kurdistan cara duhem li gor Peymana Saykis-Pîko(1916) parve dibe û Kurdistana Rojava (Cezîrê, Ciyayê Kurmênc û Kobaniyê) li gor peymana Turkiyê û Firansa di 20.10.1921ê de bi Sûriyê re dikeve bin nîrê Firansa .
Dîroka Firansa li Sûriyê reþ e, ewê cidabûn ne dikir navbera gelên Ereb û Kurd, lewra gelê Kurd jî mîna azadîxwazên Ereb bi hemû tiwanên xwe li dijî koledra Firansa  têkoþîn dikir û ji jo azadiya Sûriyê bi camêrî qurbanî pêþkþ kir. Lê piþtî ku Sûriyê bi saya têkoþîna gelê Kurd jî di 17. 04.1947 an de ji koledarên Firansa rizgar bû, destladarên Sûriyê pir zû heval û dirawsiyê xwe(gelê Kurd )jibîr kir, ewanan tucarî nikanî bûn nasnama netewî ya gelê Kurd nas bikirina, bi ser vê de jî, ewanan zor û setemkarî li gelê me dikirin.
 Ronakbîrên gelê me nikanî bûn rewþa awerte li ser gelê xwe bipejrandana,lewra jî hin komele, rêxistinên civakî, û  klup bi destên wanan li Kurdistana Sûriyê hatin avakirin û paþê di roja 14.06.1957 an de hin têkoþreên rêzdar mîna nemir Osman Sebrî, nemir  Dr .Noredîn Zaza, Reþît Hemo, nemir Mihemed Elî Xoce, Ebdilhemîd Derwîþ, Þewket Henan û hin din yekemîn rêxistineke siyasî û bi armancên netewî zelal bi navê "Partiya dêmokrat ya Kurdistanê (Sûriyê) damezrandin.
Di roja 14.06.2007 an de nîvsedsal tomî di ser avakirina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê re derbaz dibe, eva roja, roja destpêkirina tevgera azadîxwaza gelê Kurd li Kurdistana Rojava ye, hemû partiyên me, hemû rewþenbîr û kesayetiyên welatparêz  xwe bi bîranîna vê roja pîroz þehnaz dibînin.
Di  rastiyê de, ji sala 1957  an û  ta sala 2007 an de pir mixabin gelek partîyên me  hatine damezrandin, li gor ku ez zanim hejmara wan bi yên mezin û bi yên pir biçûk   ve, nimra 14 an derbas kiriye, lê li gor yasayên siyasî  û rêxistinî, bizava me ya dadmend van hemû partiyan diçerçewîne, lewra jî gava ez niha bêjim tevgera me li Kurdistana Sûriyê, û bê ku ez bêjim eva partiya jîr e û ya din qels e, yanê ez hemû partiyan û kesayetiyên siyasî serbixwe jî bi nav dikim.
Di bin siya van çend rêzikên jorîn de dixwazim li vir hin rastiyên siyasî û rêxistinî pir bi lez li Sûriyê biçespînim. 1-Tevgera me ji roja damezrandina xwe de û ta roja îro têkoþîneke dadmend û aþtiyane ji bo pêkanîna dêmokratiyê û bi destxistina mafên netewî li dijî hukumetên  regezperest û ne dêmokrat  dike.2-Tevgera me ji roja rojê de  ji bo biratiya gelê Ereb û gelê Kurd dixebite .3-Tevgera me tu carî negotiye; emê Kurdistana Rojava ji Sûriyê veqetînin.4- Tevgera me baweriya xwe bi karên hevbeþ bi rêxistinên dêmokratîxwaz re li seranserî Sûriyê tîne.5- Tevgera me xwe beþek ji bizava dêmokratîxwez û aþtiyane li Sûriyê û li Cîhanê dibîne.6- Tevgera me di xebata xwe de, xwe naspêre ser dewlet û hêzên keysebaz û xwaên dîrokên ne paqij.7- Tevgera me tucarî li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne xebitiye.8-Tevgera me herdem berevaniya gelê Sûriyê û axa Sûriye kiriye û gelek diyardeyên din erênî ji sirûþt û riweþta tevgera me ne .
Li aliyê din destladarên Sûriyê ta roja îro qenciyek bi gelê Kurd nekirine, ewanan tenê zordestî, setemkarî, arebkirina navên gund û bajarên Kurdan, hejmara awerte(,ango  vekþandina nasnamên hemwelatiya Sûriyê ji sêsed hezar Kurd), zepkirina erdên Kurdan û erebkirina wan (Kembera erebî)  kirine .
Herweha jî destlatên Sûriyê naxwastine gelê Kurd mîna neteweke serbixwe xawên  dîrok, þaristan, çand û ziman bibîne,lewra jî ewanan ta niha rêdan ne didan û nadin zarên me ku bi zimanê dayikên xwe bixûnin, çand û wêja xwe nas bikin,û gelê me  kovar û rojnamên xwe serbest biweþîne.   .
Bi ser van hemû zordestiyan de, ewanan bi sedan têkoþerên gelê me derbend dikirin û hîn jî dikin,û wanan bi pir awayên derûnî û laþî dêþandin û hîn jî dêþîninn.
Eger çiqas tevgera me niha ne li hev be jî, ango ewa ne di tenderustiyeke baþ de dijî, lê dîsan ewa li gor gengaz û hêzên xwe, li gor mercên siyasî li Sûriyê û li gor heyama siyasî ya cîhanî têkoþîna xwe didomîne û berxwe dide ku vîna gelê Kurd derbibire .
Em çiqas xalên erênî yên tevgera xwe dibînin, lê em ji ber pir xalên neyînî jî di bizava xwe de dinalin, bi ya min be û  bi kurtî, divê ne tenderustiya tevgera me, bandura neyînî li wireyên me yên netewî, siyasî neke, û nehêle ku em bi reþbînî li tevgera xwe temaþe bikin, ji ber ku reþbînî jî bi xwe nexweþiyek hîn girantir e, bervajiya wê, pêwîst e em nexwþiyên tevgera xwe bi geþbîniyê çareser bikin, çimkî dîroka gelek tevgerên siyasî, þoreþên azadiyê ji aloziyên siyasî û rêxistinî ne rizgar bûn, lê li dawiyê ewanan  bi geþbînî û bi  berxwedanên pîdar armancên xwe pêk anîne .
Ez jî di vê baweriyê de me ku tevgera me dê pêþkeve, dê di pêþerojê de xwe ji pir kêmaniyên rêxistinî û siyasî  azad bike, di vê sebaretê de jî ez  pir bi hêvî me ku rewþenbîrên siyasî , kesayetiyên siyasî serbixwe , nivîskar û rojnamevanên  welatparêz destên xwe ji tevgera xwe  venekþînin û bi herdem bi awayên hiþmendî û zanistî li gel tevgera xwe aloziyên  ramanî ,siyasî ,çandî, rêxistinî  bi nirîn  û pêþniyarên xwe çareser bikin.
Bi bûneya vê cejna mezin ya tevgera me, ez gelê me, hemû partiyên bizava me, hemû rewþênbîr û nivîskarên welatparêz  li Kurdistana Sûriyê pîroz dikim.
-Bila bi sedan çepkegul li ser gornên damezrênerên  mîna nemir  apo Osman Sebrî ,  nemir Þewket Henan , û  nemir Muhemed Elî Xoce  û yên mayîn bin  !
-Hezar silav li damezrênerên mîna Mamoste Reþît Hemo û mamoste Ebdilhemîd  Derwîþ  û yên mayî bin.
-Bila bi sedan gurzên gulan li ser gornên  pakrewanên tevgera me bin.
-Bila bimre zordestî û þovînîstî !
-Bijî dêmokratî li Sûriyê !
- Bijî tevgera me ya azadîxwaz !







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=534