Ronîyek (Spot laîtek) li ser awazkêþiya stranên nûjen ên Hunermed Sead Ferso
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 ÃßÊæÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



 Lewend Dalînî

Kurte jiyan:


Li gundê Tel-Erbîd nêzîkî bajarê Qamiþlo di sala 1958 an de ji dayîk bû, û zaroketiya xwe li wir berdewam kirîye, tanî havîna sala 1973 an. Peyre koça xwe ber bi Qamiþlo ve bir û lê danî tanî îro.
Di zaroketiya xwe de û bi hebûna brayê xwe ê mezin ku di malê de tembûr van bû, car carna bi dizi û bi tilîyên xwe ên rexil, têlê Tembûrê ji xwe re kire heval û têkildarê saz û evîndarîya pêþeroja xwe di leyîst.


Peyre bi 125  wereqê Sûrî, ji xwere Tembûrek kirî û beþdarî þahîyên gundê xwe bû.
Di sala 1979 an de bi grûpa SELAM a Mûzîkê li Qamiþlo, beþdarî kir weke sazbendekî.
Di sala 1982 li Enstituteke kultûrî dest bi beþê hînbûna Ûdê kir û ê yekimîn têde qizinc kir.

 

Bîranînên  destpêkê..Guhdaî  û  bandora  Mûsîkê li ser jiyana xwe …Kak Sead wilo di bêje:

Di zaroketiyê xwe de me ji radio, guhdarî  stranên Erebi dikir û min gelekî ji Ferîd Etreþ hesdikir, û lêdana Ûdawî ji min re meraqek bû? Û ji kesên dî jî; min li Ûm Kelsûm, Abdulwehab, Werdeh, Fairoz .uhd.
Ji beþê kurdî di radio a Bexdê min guhdarî: M.Arif, Kawîs axa, Hesen Zîrek, Meryem Xan…dikir.
Di civatê gund de min gelekî li dengbêjan jî guhadar dikir, stranên þera û lawik dîlokan, ên wek Demir Elî, Ûsivê Çelebî, Heznî bavê Adil û peyre dema cara yekemîn helbesta netewî hate awzkirin û bi deng û tembûra hunermend Hisênê Tewfo hate belav kirin, hingî em ketin qunaxeke dîtir.

Derbarî tekilîyên hunermend Saed bi nemir Mihemed Þêxo re....

Weke ku tê naskirin, Kak Sead yek ji nêziktrîn hunermend ji mamoste M.Þêxor re bû, û stranên wî bi temamî bi kartîne, çi ji alîyê mûzîkê û çi jî ji alîyê deng ve jî? Derbarî têkilîyên wî bi mamoste re, kû kengî dest pêre kirin, û çawa hatin avakirin?. Mamoste Sead wilo di bêje:

Di dema têkilîyên minî Mûsîk ê di gel brayê min ê mezin, wê demê min maoste Mihemed naskir, û piþtî vegera wî bi temamî ji Kurdistan ê, têkilî zêdebûn, û çûn û hatin bûne rojane.
Du sedem hebûn ku hiþtin ez pêve bême grêdan; deng û awazên xweþ û hilgirtina derdê miletê xwe bê tirs û bi mêranî. Û di nerîna min de tiþtê ku hiþte rengê mûzîka wî kû bû dibistanek ji ên mûzîka kurdî, ew bû ku mamoste M.Þêxo ji herkesî re strand û bi gelek beþan û zaravan;  a din jî, gelek (cumelê) mûzîkê ji ên gelên din bi hosteyî derbasî û di nav a xwe de kirin.
Ji alîkî din ve jî; gelek sûde ji hunermend ê navdar Tahir Tewfîq kir, û ji gelek helbestvan re jî awazkir weke Cegerxwîn, Bedirxand Sindî, Xelefê Zêbarî, Tîrêj, Sebrî Botanî, û gelekên din. Vê yekê mûzîka wî rengîn û xweþtir kir.

Weke min nîþan da piþtî vegera wî têkilîyên me mezintir bûn, û carekê ji bona ku min bide pêþ stranek da min ji gotinê helbestvan Ebdulrahman Gelo “Dîmen ji çavê min na revin”, û ji awazên wî, ku min strand û bi rastî gelekî pê þa bû.
Ev têkilî berdewam kirin û jê heskirina min ji saz û awazên wî re jî zêdetirbûn û pêre pêre min stran û awazên wî,  ji ezberkirin û min strand. Tiþtê ku alîkarî bi min re kir;  nêzîkiya dendê min ji ê wî re, û wilo tanî min rengê mûzîka wî bi kar anî û peyre awazên min jî li ser awayê rengê mûzîka wî hate avakirin û ez hatim naskirin weke þopdarekî wî.

 
Li jor, Hunermend Sead û dengbêj Bavê Ehmed bi hevre stranekê dibêjin

XALA GRING DI Vê MIJARê De…
Hunermendê me di heman dema kû bi hemû beþê Mûsîkê ve grêdayî bû lê li ser xaleke gring jî karê wî berdewam bû ewjî :

Sazîya awazan û stranên wî ên taîybet:

Niha ez ê ronîyê bidme ser dema kû hunermend Sead dest bi çêkirina awazan kir û çend kasêt an jî CD yên, wî ên tomarkirî hene,  û ji kîjan helbestvana re awaz kirîye?.

Sead dibêje:
Destpêka min di dawiya salên heftêyî bûn (1979) û ji beþek stranên Erebî û kurdî bûn, ên Kurdî bi strana: Ey dîlberê bê behwerî…Xwendin nebe kes naçe pêþ….Ezê ji vê dinyayê barkim.
Û ên Erebî…ji Brahîm Ûsiv, Riyad Al Hisên, Wasfî Al Bunî, Taha Xelîl û Abû Qasim Al Þabî re min awaz çêkirin.
Û di sala 1985 an dema xebata min bi koma SELAM re min gelek stran û awaz, ji wan re amade û pêþkêþkirin.
Du Kasêtê minî tomarkirî hene, ji gotinên: Sydayê Cegerxwin, Keleþ Tîrêj, Ferhad Içmo, Salihê Heydo û Taha Xelîl.

Vê dîmahîkê Hunermend Sead sranek awazkir ji gotinê Xalid ê Hiso ‘Di tarîka çavên te de’ û Radia Arta wê bi rengekî profesîyonal jê re tomar bikê.

Beþê Erebî awazên nû ji gotinên helbestvan Abdulazîz Ciwaydeh, Seqir Ileyþî.
Hunermend Behaa Þêxo strana wî a bi navê Xwendin nebe kes naçe pêþ strand. Û strana wî a navdar ‘þemamê’ hunermend Laleþ Mîdî strand.

Bawernameyê Rêzgirtinê kû Hunermenr wergirtine evin:

-    Bawernameyek ji koma partîya Yekîtî û Pêþvero di bîranina 13mîn a koçkirina nemir M. Þêxo de li bajarê Qamiþli.
-    Bawernamyek di bîranina Seydayê Tîrêj de.
-    MAF
-    Koalîsiona Jinên Kurdan li Qamiþlo

Niha li Qamiþlo û li tara rojava cihekî wî ê Mûzîkê heye têde instrûmenta difiroþê, lê bêhtirê civata wî a hunermend, rewþenbîr û Sazbenda ye,  li cem kom dibin û stran û awazên xwe bi hevre dibêjin, û çi cara tu di ber cihê wî re derbas bê, tê karibê weke ku dibêjin tuwê li: “Li Laîf mûzîkê û bê pere guhdarî bikê??loma jî tu dibînê ku xotr û keçên kurdan, bir bir di bere derbas dibin û her dighêjin dehma wî meþa xwe gran dikin hem ji bo bihistina saz û awazên xweþ û hem ji bona dîtina xotên xweþik û spehî jî!?” .



Di gel kak Sead…Seredanek bal hunermendê Þêwekar Emînê Ebdo.



    30/10/2020 Elmanîya








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5337