Pêla duyem ji Koronayê û kurd.
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 02 ÃßÊæÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman....Ev çend meh derbasbûn û hîn korona ( Covid- 19 ) maye sawîreke pir giran, derdekî bê derman,  vayroseke pir dijwar û jiyana mirovên ku li ser goka zemînê dijîn dorpêçkiriye.
Belê rojane û em bi çavên serê xwe dibînin û bi guhên xwe dibihîzin ku êdî dema berî korona yê....ne heman dema korona ye.
Herî zêde, medya cîhanê bi mijara koronayê  ve mijûl e, ku êdî bê alîkariya me tevan ew weko Pandemî bê çare dimîne û weko fayroseke herî metirsîdar dikare jiyana pir ji me, ji kes û karên me, ji þêrîn û hezkiriyên me bi yek carê têk bibe.


Tekez ev demeke ku medya û rojnamgeriya Alman li ser heman mijarê radiweste û hejmara hilgirên vayrosê rojane û bi awayekî hiþkere û vekirî tîne zimên.
Niha jî.... û herî zêde mijara hatina pêla duyem ji Covid- 19 tête holê û di piraniya guftûgoyan de , berpirsên dewletê û pisporên vayrosan  ( Virolog ) imkana lockdowna duyem jî dikin.
Ji lewra û weko çareyeke lezgîn û di roja 05.09. 2020 - an wezîrê tenduristiyê rêzdar Jens Spahn ji hemwelatiyên Alman xwest ku ew di bihinvedana payîzê de ( Herbest freien  ) û di bihinvedana serê salê û cejna hezretê Issa ( Weihnachtsurlaub )  li Almaniya bimînin û bihinvedana xwe li welatên xwe derbas bikin, ev ji ber ku hejmara nexweþan û piþtî bihinvedana havînê û vegera geþtiyaran welat, mal û karên xwe pir zêde bû.
Herweha dewleta Alman ragihand ku  ji bo misogerkirina têstên lezgîn, hîn pêdivî bi nêzîkî þeþ mehên din jî heye.
Hêjayî gotinê ye ku her çendîn têst lezgîn bin û her çendîn hemwelatî alîkar bin û xwe bi biryar û agahiyan ve girêbidin....dê derî hinekî li ber parvebûna Sars-CoV-2-Vayros bêne girtin.

Li gorî Instîtuta ( Robert-Koch- Institut ( RKI ) ) beþê vayrosan jî,,,ev ê demê koronayê dest bi belavbûna xwe kiriye, ji lewra RKI û rojane hejmara vayroshilgiran, yên rehet jê û yê ku dibin qurbanî destnîþan dike...ev hemû jî di medya Alman de bi awayekî raste, rast tête zelalkirin.
Li vir divêt ku em tev vê yekê bizanibin û hayî jê hebin ku pir ji me dikarin Vayrosê hilgirin û werbigirn , bê ku ti symbtom li me bêne xuyakirin.

Bi wateya ku em dikarin bi Koronayê bikevin û jê rehet jî bibin bê ku haya me jê hebe.
Weko ezmûn û li ber çavên bijîjkan ...pir kes weha peyda bûn ku testên wan posîtîv bûn...lê ew herî rehet yan symbtomên wan sivik bûn.
Ji xwe  kesên weha bê guneh , bê ku li rewþa xwe hayedar bin...bêhtir dikarin jiyana hinên din bêxin metirsiyê de.

Ciyê mixabiniyê ye, û wekî ku îro em bixwe bala xwe didinê ku piraniya kurdên me ên li Ewropayê dimînin. (  Revenda kurd  ) bi xemsariyeke bê hempa li rastiya hebûna Vayrosê dinerin.
Pir ji kurdên me, xwe bi agahiyên pispor û berpirsên dewletan ve girênadin.
Wê rojê û weko mînak em vê yekê tînin zimên , wê rojê xortekî ciwan û li welat ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da,,,,kes û karên wî...ên li Almaniya holeke mezin kirê kirin û li wir þîna xwe li dar xistin,,,,em kurd jî pir seyr û pir bi hin rewþt û adetan ve girêdayî ne û bê lome be....edî me bihîst ku di roja þemî û yekþemê de hol ji behîdaran hatibû dagirtin....!?

Me bixwe jî û bi riya telefonê û Facebookê sersaxiya kes û karên xort kir, keçmama lawik tekez kir ku wan ji ber þerm û fediyê þîna xwe li dar xistin.

Bê guman û dema bûyereke weha bibe sedemê nexwesiya bi dehan ji xelkên me, mirina hinan ji wan, êdî çima em ê bikevin bin faktera þermê....?
Tekez ev vedgere nezaniya me,,,,ne têgihiþina me û ne xwendina me a rast ji bûyer û ji nûçeyan re.
Gelo çima em xwe hîn dispêrin sawîr û nervînan....?
Xwdanê pak û dilovan ji me xwestiye ku em xwe û jiyana xe biparêzin...ev di hemû pirtûkên pîroz de hatiye û weha piraniya ol û netew jî dibêjin.
Vayroseke weha dijwar ku hîn di warê Genitîk ne hatiye baþ  naskirin û analîze kirin.
Vayroseke ku hîn çare û derman jê re nehatiye dîtin...
Vayroseke nedîtber ku sînoran dibezîne û dikare bi riya hilma mirov parve bibe....
Vayroseke xweguhêr, ku sedemên vê guherîna berdewam hîn nehatine naskirin....
Vayroseke ku ta niha nêzîkî 900,000 hezar kes ji ber jiyana xwe ji dest dane.
Vayroseke pir xurt ku êrîþî  piþika mirov dike, û li wir pir gur dibe....
Vayroseke ku lasê her mirovekî bi awayeke din, cuda  dikare yan jî nikare li ber xwe bide
Vayroseke ku bi hezaran kes ji ber rastiya hebûna wê, derfetên karê xwe windakirine
Vayroseke ku okonomiya cîhanê lawaz û qelskiriye û ta bi dewleteke herî hêzdar di warê aborî de mîna Almaniya îro ji ber parvebûna wê hino, hino piþt xwîz dibe.
Vayroseke ku weha bi mebest û di laboran de hatibe çêkirin, yan ji xwezayê, ji jîngehê gihiþibe ademîzadan û vê gavê ku ew dijminatiya me tevan dike....

Çawa êdî em xwe jê naparêzin.....?
Çawa êdî em bi hiþkî têgihiþtî lê nenerin...?

Rezbera 2020 Almaniya.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5319