Ibrehîm Þitlo
Di havîna 1992 yan de, ez çûm Sûryê.Malbat, Êl û Nasan serdana min kirin, bi wê Þahiyê jî çend Heval xwestin bimin re bicivin û Hevaltî û Biratiya me bi bîrbînin.
Heval Kenan Egît Cih û Kat ji mer re danasîn. Em pênc Kes li Xwaringeha Elandelîb civiyan. Hevalên din yê amade bûn: Berêz Ebdilrehman Osman, Zekriya Mistefa, Horîk Ehmed bûn. Her piraniya Axaftin û gotinên me li ser Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bû.
Her yekî jime, Nêrîna xwe li ser Bûyerên di wê demê de li
Kurdistanê dibûn digot û min ji ber Alozî û Þerê Birakujî xemgîniya xwa
diyar kir û min Bêhêviya xwe ji pêþerojê re þîrovekir.
Hevalê nemir Kenan Egît bi bawerî Nêrîna xwe bi Hêviyek bilind ji mere axaft û wilo got:
„Birano,
Ez bawerim û bê goman Kurd wê di Demek nêzîk de bibin Dewlet û
Kurdistanek azad wê were damezirandin. Ev Pîlan li Emrîka û bi agahiya
hinek Hêzê navdewletî jî bûye Biryar. Hêzên ku Nexþa politîka Cihanê
pêktînin em jî kirine nav Pîlana guhartina nexþa Rojhilata navîn.
Îca kî bixwazin an nexwazin ew Pîlan wê bicih bibe.”
Heval Kenan Egät gotina xwe berdewam kir:
“Birayê Ibrehîm bela hêviya te neyê birrîn, emê her bibin Dewlet,Bi
Dilê kê be an ne bi Dilê hinekan be ew Armanca me jêre Xebat dikir ewê
di Demek nêzîk de bi cih bê û wê bibe Rastiyek. Kurdistan wê bibe
Dewletek serbixwe li Rojhilata navîn.”
û bi Gotina Berêz Kenan Kenekî Þêrîn mîna Tîrêjê Rojê Rûwê Amadevanan bi Gotinên Bavê Egît geþbûn.
Îro,
ku em Dem û Dewrana Kurd û Kurdistanê þîrove bikin, em Hêviya ku
Hevalekî Têkoþer,Dilsoz û Bîrbir beriya Bîstûheyþt Salan gotibûn bînin
bîra xwe emê bizanibin ku Nexþa Welatên Rojhilata navîn tê gohartin û ji
nûve Sînor û Dewletên nuh pêktên û ew ji mere û pêre û pêre Derfeteke
ku dê bibin xwedî Hêz, Rêz,Al û Hukumet.
Eger em Bûyerên ku ji
Sih Salî de wirde wirde li Rojhilata navîn pêktên bidin ber Çavên xwe
emê bizanibin Gohirtina Nexþa Rojhilata navîn Gav bi Gav birêve diçe.
Pêwîstiya
Hebûn û mayîna Milletê Kurd weke Miletek xwedî Welate,Mêjû û Rola wî di
Pîlana pêkanîna Nexþa nuh li Rojhilata navîn cihê xwe girtiye.
Hêzên
ku Stratîcîka Polîtîka Cihanê li piþ Dîwaran bi nehênî dinivisînin û
Biryara Guhortinê dikin em jî kirine Beþek ji Pîlanên xwe. Me jî weke
Milletekî serbixwe didin xuyakirin, me xwedî Maf û dixwazin me ji
Pîlanên xwe re bikin Dost û ji bo bi cih kirina Nexþa Polîtîka nuh
Piþtvan dibînin.
Ev jî Roj bi Roj Diyartir dibe û berv bi cihkirina Gotina Hevalê nemir berêz Kenan Egît ber bipêþ dikeve.
Lê di pêkanîna vê Pîlanê de du Beþdar hene:
Yek Hêzê Biyanî ku xwe ji bicihkirina vê Pîlanê Berpirsiyar dibîne û Beþê dîtir jî Serek û Rêberên Milletê Kurdin.
Weke ku ji berê û pêþde her yekî ji Serdarên Kurdan Alek ji xwere hildaye û dibêje Gotin Gotina mine, ez û nekes:
An ezê bibim Serok û Serdarê we an jî ez nahêlim hun bi serkevin û Hîm û Zinaran danim ser Rêya we.!
Lê
xwediyê Pîlana nuhkirina Nexþa Politîka Cihanê li Dem û Dewrana me
Kurdan Þêt maye, ica dike nake ku Hêzên Kurdan li ser Armanca Netewî
bike yek an jî nêzîkî hev bike , lê ew her bê Çare dimîne û Serekên
Partî û Tevgerên Kurdan herdem xwe ji ber Yekrêziya xwe, xwe didin alî û
Pêkhatiyên ji bo bicihanîna Azadiya Kurdan bi destê xwe pûç dikin.
Hêzên
Kurd çiqas xwe ji bo Ezeziya Kesayetî û partiyên xwe re xwedanin lê
mixabim ji bona yekîtiya Netewî û pêkhatina Kurdistanê ne Qayîlin.
Bercewendiyên Serdariya partî,Kesayetî û Eþêrtî didin ser Azadkirina
Millet û Welatê Kurdan.
Eger em Derdê xwe naxwazin dermankin, ewê Biyanî ji mere çibkin û kanin çi Çarê ji mere bibînin?
Binêrin,
her Kurd bixwe li hev nayîn, her Dewletên biyanî Ewropîne an Emrîka bi
lez û bez me li gel hev û din hema bi kotekî û carna jî bi Zorê Serekên
Kurdan bi hevre dicivîne û Banga Çarekirina Aloziya wan dike û
nêzîkbûna Xebata Partiyên Kurdan diþopîne.
Li vir cihê Gotinêye
ku, Ew Dewletên Biyanî yên ku bi Armanca Pêkanîna Nexþeke nuh li
Rojhilata navîn Cihana dor hawîra Welatê me bi her Þêwekî Ceng û Alozî
cih bi cih kirine û dikin ew Bûyer ne ji bo Azadîya Milletê meye û nejî
bi Armanca Serbestkirina Kurdistanêye...em tenê beþekin ji wan
Pîlanan...Lê ew ji bo çibe bela bibe, ew ji mere Derfete, ev hemû Rê û
Þivîleka xurtbûn, Serkeftina Xebata serbestbûna Welatê meye.
Eger
Serek û Serdarên Partî û Tevgerên Kurdan bi Dilsozî û Þiyarbûnek
Welatparêzî li van Bûyrên li Cihanê û li Rojhilata navîn pêkhatine û her
pêktên dev ji Eþêrtî,Ezezî, Kîn û Zikreþî berdin û Roleka
Niþtmanperwerî bi destê xwe ve bînin wê Demê wê Para Bercewendiya me di
van Guhartinan de jî hebe.
Dema em bi xwe ji Armanca Serxwebûna
Kurd û Kurdistanê ne Þiyarbin, xwe her li dijî hev û din mijûl bin, ma
kiyê ji mere Kurdistanê azad ke?
Eger em bi xwe li Milletê xwe nebin Xwedî, ma emê çawa Welatê xwe azadkin?
Stratîcîka
Telv lihevbûna Rojhilata navîn û Xefka Buhara Erebî û Pîlana Nexþa nuh
li Rojhilata navîn wê ji bona Sexwebûna me nebin Çare û Derman eger em
xwe li Meydana wan Pîlan û Stratîcêka Nevnetwî weke yek Hêz û bi yek
Armanc nedin pêþkêþkirin.
Divê em Gilî û Ganzincê xwe ji Kesî
nekin, di Dîroka me de hatiye diyarkirin ku eger em bi yek Dest û Yek
Deng û Yek Armanc xwe li Cihanê nedin diyarkirin kesek nabe Hevalê me.
Ma li Dîroka me binêrin ka kê Cenga me nekiriye?
Sedema wê jî Qelsbûna mebû.
Divê
îro û bitaybetî em di vê Pîlana guhartina Nexþa Rojhilatî navîn Cihê
dagrin û Rola xwe di Ceng û Polîtîka Navdewletî bidin diyarkirin, divê
em li Meydana Diplometîk jî weke yek Hêz bêne nîþan kirin.
Divê em layiqî Azadiyê bin ta em bibin Milletek Azad.
Divê em destên xwe bidin hev ta Biyanî jî destê xwe bidin me.
Yekrêziya
Hêzên Kurd bi baweriya Dilsoz, Þiyarbûna netewî û bi Armanca
rizgarkirina Kurd û Kurdistanê wê bike ku xwediyê Pîlana Telvûhev û
nexþa Rojhilata navîn nuh bi mere bibin Dost û Hevalên Rê û wê nebin
Bend li dijî Sexwebûna me.
Kurdish&Islamic studies
01.10.2020