Nameyek Rexneyî ji bo mamoste Welatevîn (M. Hakki Balta) re.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÓÈÊãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



 Samî Mela Ehmed Namî

Neþîd Û Gaziya Keçan
Helbestvan û nivîskar Mela Ehmedê Namî helbesta xwe ya bi navê:
Neþîd Û Gaziya Keçan di sala 1941ê de li gundê Tilþeîra Aþîta hînandibû.
Ev helbest di dîwana helbestan ya bi navê Daxwazname de, di sala 1968an de ji weþanxana Roja Nû li Uppsala û di sala 1995an de li bajarê Þamê hatibû çapkirin û weþandibû.
Herweha Hunermed Þivan Perwer helbest bi navê Herne Pêþ bi awazê xwe strandiye.


Mamoste B. Welatevîn (M. Hakki Balta) di pirtûka bi navê DERSÊN KURDÎ (çand, ziman) yên ji bo Pêngava bilind li dibistanên Swêd de û di rûpelê 124an de û li bin navê Jiyana Cgerxwîn de þeþ malik ji helbestê weþandiye, lê bi tevayî gotin û malikên helbestê bi þaþîtî tevlîhev kirine û têde dibêje: Ev helbest, helbesta Seydayê Cegerxwîn e.
Û di nava pirsên ko ji xwendevanan dike dibêje:
(Bi hevalên xwe re bersivên van pirsan þirove bike)

 

Di pirsa þeþan de dibêje:
Helbesta wî (mebest jê Cegerxwîn e) ” Herne Pêþ” kî kiriye stran?
Vêca de ka werin da em ji mamoste Hakki Balta bipirsin: Dema mamoste û xwenvanên dibistanên fêrkirna zimanê kurdî vê rastiyê bizanibin, ko ev helbest helbesta Ehmed Namî ye û ne ya Seydayê Cegerxwîn e. Hingî wê çawa bi pirtûk û nivîsînên mamoste Heqî Balta wek prwerdevan û nivîskar bwariyê bînin.
Careke dîtir bere bersiv bibe para nivîskaran û mamoste û xwendevanên dibistanên fêrkirina zimanê kurdî.
Neþîd û Gaziya keçan bi dengê Mela Ehmedê Namî
https://www.youtube.com/watch?v=ObJwCeEmfIU&t=5s

Stockholm
2020.09.27








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5314